rojane
-

‘Şehîdan bi xwîna xwe tîpên zimanê Kurdî nivîsandin’
Di bin dirûşma “Ziman hebûn û nasnameya me ye” şêniyên bajarê Qamişloyê meşek girseyî li dar xistin û bal kişandin ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de zimanê Kurdî bi fermî were naskinin.
-

NY: Xwest yekser darvekirinên li Îranê bên rawestandin
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku rewşa mirovan li Îranê ji ber zêdebûna darvekirinê, girtinên kêfî û hedefgirtina muxalif û kêmaran xirbatir dibe û xwest yekser darvekirinên kêfî bên rawestandin.
-

Tora Bijîşkên Sûdanê: Zêdetirî 100 hezar kesên koçber li Nîla Şîn di xeterê de ne
Bi zêdebûna pevçûnan û berfirehbûna koçberiyê li Sûdanê, Tora Bijîşkên Sûdanê hişyarî da ku bi nêzbûna demsala payîzê re karesateke mezin gefê li zêdetirî 100 hezar kesên penaber li eyaleta Nîla Şîn dixwe.
-

Piştî 1’ê Gulanê têkoşîna karkeran berdewam dike
Di bin siya şer, xizanî û binpêkirinên mafên mirovan ên zêde de, têkoşîna çîna karkeran ji kokên xwe yên dîrokî hêzê digre û 1’ê Gulanê ji rabirdûyê heta niha sembola berxwedan, destkeftî û lêgerîna edaletê ya karkeran e.
-

RSF: Azadiya çapemeniyê daketiye asta herî kêm di 25 salên dawî de
Li gorî rapora sala 2026'an a Rojnamevanên Sînornenas azadiya çapemeniyê li seranserê cîhanê daketiye asta herî kêm. Sûriye li gorî Tirkiyeyê li pêştir e.
-

Wê dayik û bavê Gulistan Doku îfade bidin
Navenda Nûçeyan – Dayik û bavê Gulistan Doku ya ku hatiye kuştin, di çarçoveya dozê de dê weke ‘mexdûr’ îfade bidin.
-

Jin dê çawa bi îrade û aqilê xwe rê li xefikan bigrin?
Di serdema dîjîtal ku gelek bûyer di kêliyan de diqewimin û gihîştina her tiştî hêsan bûye de; bûyer û xefikên li dijî jinan zêde dibin. Li dijî vê yekê divê ku jin bi îrade û aqilê xwe xwedî helwest bin rê nedin xapandin û xefikan.
-

Kuştina rojnamevanên jin: Rêbaza birandina deng û rastiyê ye
Di meha Nîsanê de, li gelemperî dinyayê li herêmên şer û rageşî, hedefgirtina rojnamevanên jin zêde bûye. Raporên destpêkê, belge dikin ku hinek xebatkarên medyayê yên jin ji ber pîşeyên xwe hatine kuştin.
-

‘Divê Rêber Apo pêvajoyê li derve bi xwe birêve bibe’
Jinên bajarê Til Temirê gotin ku ancax Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danûstandinan bi partî û hêzên siyasî û gelan re rû bi rû bike û pêvajoyê bi xwe birêve bibe, aramî dê pêk bê.
-

Ruksan Mihemed: YPJ nasnameya her jinekê temsîl dike
Berdevka Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ê Ruksan Mihemed da zanîn ku YPJ hêzeke ku nasnameya her jinekê temsîl dike, di nava civakê de xwedî fermiyetek rihî, wicdanî û sîstematîk heye û got ku ev serkeftina herî mezin e.
-

Li girtîgeha navendî ya Tebrîzê jinek hat darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) diyar kir ku sê girtî, yek ji wan jin bû, li Zindana Navendî ya Tebrîzê hatin darvekirin.
-

PE: Bêyî daxwaza jinan têkiliya zayendî destdirêjî ye
Parlamentoya Ewropayê (PE) biryara ji bo ku li seranserî Yekîtiya Ewropayê (YE) pênaseyeke hevpar ji destdirêjiyê re were kirin, qebûl kir.
-

Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê pirsî
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça derbarê koçberên gundê Cilbirê yê Efrînê ku ji ber dorpêçkirina Tirkiyeyê nikarin vegerên cih û warên xwe de, 5 pirs ji Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan kir.
-

NY: Tundiya zayendî di pevçûnên li Sûdanê de weke çek tê bikaranîn
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku bikaranîna sîstematîk a tundiya zayendî di pevçûnên berdewam ên li Sûdanê de zêde bûye û ev yek bandoreke derûnî ya demdirêj ava dike.
-

Amnesty hişyarî da: Ji derve şer û di hundir de zext
Amnesty, di rapora xwe ya nû de diyar kir ku gelê Îranê rastî zexta Îranê û êrîşên der qanûnî yên Îsraîl-DYE tên û hişyarî da ku ev rewş xeteriya ‘cot felaketan’ zêde kiriye.
-

YPJ: Ezmûna me ne kevneşopiyek e bersiva rastiya dijwar e
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê derbarê peyamên jinên Rojahilata Navîn de diyar kir ku têkoşîna wan ne ji bo şer, wê ji bo jiyaneke azad û bi ewle bidome.
-

Di Konferansa Jinan de banga xebata komûnal
Endama Desteya Navendî ya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê Gulistan Atasoy, di Konferansa Jinan a Bajêr a DEM Partiyê de diyar kir ku ewê li hember êrîşan bi xebata komûnal tevbigerin.
-

UNICEF:Li Sûdanê zarok di rewşek mirovî ya metirsîdar de dijîn
UNICEF’ê hişyarî da ku krîza mirovî ya li Sûdanê xirabtir dibe û ragihand ku nêzîkî 5 milyon zarok bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Her wiha rêxistinê ‘Hişyariya Zarokan’ ku tenê di rewşên aloz de tê dayîn, da.
-

Jin ji pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Tûnisê re pêşengî dikin
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Tûnisê di çapa xwe ya heyî de serdestiya xwe di dîmena çandî û civakî ya welêt de didomîne. Weşanxaneyên Tûnisî, Erebî û navneteweyî tîne cem hev û bernameyek dewlemend diafirîne.
-

Halîde Turkoglu: Erka vê dewletê ye çarenûsa Gulistan û Rojwelat eşkere bike
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku dozên Gulistan Doku û Rojwelat Kizmaz ji hev cuda nîn in û got: “Ev doz nîşan dide ku çawa çeteyên ketine nav saziyên dewletê jinên ciwan xistine nav xefikan.”