rojane
-

Li Mexmûrê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
Şaredariya Mexmûrê bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku: “Bi hişmendî û feraseta pêvajoya “Civaka Aştî û Demokratîk” emê kedê bi rêxistin bikin da ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
-

Şaredariya Gel a Şengalê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da
Ji aliyê Şaredariya Gel a Şengalê ve bi boneya 1’ê Gulanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ked bingeha jiyanê ye û karker bûye sitûna her civakekê.”
-

Rojnamevanên li Îranê daxwaza înterneta wekhev û belaş kirin
Sendîkaya Rojnamevanên Tehranê li hemberî qutbûnên înternetê yên dubare û polîtîkayên cudakar ên li Îranê bertek nîşan dan û ji bo hemû welatiyan û medyayê daxwaza înterneta belaş, bi kalîte û wekhev kir.
-

UN Women: Êrîşên sîber li ser rojnamevanên jin li 4 aliyên cîhanê zêde bûne
UN Women diyar kir ku zêdebûnek metirsîdar a tundiya dîjîtal li dijî rojnamevanên jin li çar aliyên cîhanê heye û hişyar kir ku ev pêkanîn bûne sedema duqatbûna gefan û bandora wan a psîkolojîk li ser jinên ku di medyayê de dixebitin.
-

TJA: Pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin binyadî ne
TJA’yê di rapora bi sernavê "Rîskên Ked û Jiyanê yên Nedîtbar ên Jinan ên di Karên Çandiniyê yên Demsalî de" de diyar kir ku di karkeriya demsalî de pirsgirêkên jinan binyadî ne.
-

Li Kobanê 1'ê Gulanê bi daxuyaniyek hat pîrozkirin
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM'ê ragihand ku ji ber şert û mercên heyî yên herêmê û bi hevgirtina malbatên girtiyan, windayan û nemiran, pîrozbahiyên ku di vê rojê de hatibûn plankirin hatine betalkirin û daxuyaniyek hevpar hat dayîn.
-

Dê Xelata Azadiya Çapemeniya Cîhanê bidin Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanî
Xelata Azadiya Çapemeniyê ya UNESCO’yê Guillermo Cano ku her sal di çarçoveya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê 3 Gulanê de tê dayîn, îsal wê bidin rojnamevanên Sûdanî.
-

Yekem rûniştina doza Esfehan El-Meşherî pêk hat
Piştî demek dirêj ji çalakiyên jinan û gel ve, Dadgeha Cezayê ya Taybet a li Taîzê rûniştina yekem a darizandina bersûcên kuştina rêveberê Fona Paqijkirin û Başkirinê Esfehan El-Meşherî, vekir. Jinan diyar ku doza Esfehan doza hemû jinên Yemenê ye.
-

Hejmara 254’emîn a Newaya Jin derket
Hejmara 254’emîn a rojnameya Newaya Jin bi sernavê "Li dijî Tundiya Civakî: Dema Avakirina Civakeke Demokratîk e" hate weşandin.
-

KJK’ê: Heta jin azad nebe, azadkirina kedê ne pêkane
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê daxuyaniyek weşand. KJK dibêje: “Heta ku em pergala baviksalar a ku keda jinê tune dihesibîne û jinan bi hovîtî qetil dike nehilweşînin, em nikarin qala azadiyê û nirxa rastî ya kedê bikin.”
-

Dîroka berxwedana keda jinan a nayê dîtin
Ji sedsala 19’an heta destpêka sedsala 20’an, jinên karker li hemberî mûçeyên kêm, şert û mercên dijwar ên xebatê bêdeng neman; wan makîneyan şikandin, meşan organîze kirin û bi grevan mafên xwe xwestin.
-

Jin 'Mûçeya wekhev a ji bo karê wekhev' dixwazin
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu, derbarê daxwazên 1’ê Gulanê de got ku jin dê li kolanan bin û daxwaza “mûçeya wekhev a ji bo karê wekhev û bidawîkirina mobbingê” bikin
-

Rîma Mehmûd: Ji bo piştgiriya bi YPJ`ê re kampanya hat destpêkirin
Endama Têkiliyên Dîblomasî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rîma Mehmûd der barê kampanyaya ku ji bo piştgiriya YPJ’ê hatiye ragihandin de axivî û got ku YPJ`ê têkoşîneke mezin li hemberî tarîtiyê raber kiriye û bûye hêzeke cîhanî.
-

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt, bi dewirgirtina koma 197’an di roja 1015’an de didome.
-

IHRNGO: 44 kes, bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin
Li Îranê, 44 kesên din ên ku beşdarî xwepêşandanên meha Çile bûne, cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Di nava van 44 kesan de 2 ji wan jinin.
-

Li Iraqê 7 hezar bûyerên tundiyê hatine tomar kirin
Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Malbat û Zarokan a li Wezareta Karên Hindir a Iraqê di derbarê amarên tûndiya nava malbatê de daxuyaniyek da.
-

‘Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna’ hat damezrandin
‘Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna’ ku ji 5 rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, hate damezrandin. Platform dê li dijî tevahî cureyên zordariyê têbikoşe.
-

NY: Lubnan bi krîza herî xirab a koçberiyê re rûbirû ye
Lubnan şahidiya yek ji pêlên herî xirab ên koçberiyê di dîroka xwe de dike. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hejmara mirovên koçber ji milyonek derbas bûye, di nav de zêdetirî 150 hezar kes di kamp û stargehan de dijîn.
-

Mai Sato: Divê pêla darvekirinê yê li Îranê tavilê were rawestandin
Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Mai Sato diyar kir ku zêdebûna hejmara darvekirinê, girtinên keyfî û sînordarkirinên înternetê li Îranê krîza mafên mirovan kûrtir dike û bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîran bigire.
-

UN Women: Li dijî rojnamevanên jin tundiya sîber du qet zêde bûye
Ofîsa Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) ragihand ku tundiya sîber a li dijî jinên rojnamevan du qat zêde bûye. Her wiha hişyarî da ku hişê çêkirî (AI) bûye sedema zêdebûna gefên li ser rojamevanên jin.