Seroka Desteya Jin: Sûriye ji ber nebûna ewlehiyê bi xeterên mezin re rûbirû ye

Seroka Desteya Jin a bajarê Kobanê Macîde Hesûn, metirsiyên xwe yên der barê rewşa ewlehiyê ya li Sûriyeyê de bi gotinên; “Pergala ewlehiyê li Sûriyeyê gelek lawaz e û bi xwe re metirsiyên gelek mezin tîne” şîrove kir.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Aloziya ku li Sûriyeyê 15 sal in didome, piştî rûxandina rejîma Baasê bi hikûmeta demkî ya hat avakirin re rewş dijwartir bû. Di nava salekê de li Sûriyeyê her diçe rewşa ewlehiyê xirabtir dibe.

Sûriyeya ku xwedî gelek ziman, çand û neteweyan e, niha di hemû qadên jiyanê de di nava bê aramiyê de ye. Di gelek waran de hê jî qeyran berdewam dikin, a herî metirsîdar pergala wê ya ewlehiyê ye ku mirov dikare tekez bike di vê pêvajoyê de nebûna ewlehiyê li seranserê Sûriyeyê di asteke pir lawaz û xeternak de xwe dide der. Bi taybetî jî di demeke ku şaneyên DAIŞ’ê liv û tevgera xwe zêdetir dikin, mirov dipirse gelo rewşa ewlehiyê ber bi ku ve diçe?

Seroka Desteya Jin a bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Macîde Hesûn, metirsiyên xwe anîn ziman û rewşa bê ewle ya heyî nirxand.

‘Pergala ewlehiyê li Sûriyeyê pir lawaz e’

Macîde Hesûn destnîşan kir ku pergala ewlehiyê ya Sûriyeyê gelek lawaz e û wiha domand: “Li Sûriyeyê gelek alozî tên jiyîn lê ya herî balkêş û metirsîdar rewşa ewlehiyê ya li herêman e. Em dibînin ku di vê pêvajoya dawî de bi taybetî xeterên DAIŞ’ê gelek mezin in, rojane şaneyên wê êrîşên curbecur pêk tînin. Her wiha bi rengekî eşkere gefan li ewlehiya herêmê dixwin. Li milekî din komên ku ji bo qetilkirin, revandin, tecawiz û diziyê xwe bi rêxistin dikin hene. Ji bo vê jî pergala ewlehiyê ya Sûriyeyê gelek lawaz e, mirov dikare bibêje ku metirsiyên pir mezin hene.”

‘Em bi awayekî şênber şahidiya nebûna ewlehiyê dikin’

Têkildarî êrîşên ku li hemberî koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî pêk hatin, Macîde Hesûn wiha got: “Li Sûriyeyê hewldanên ji nû ve avakirinê û pergala xwe sererastkirin hene lê mixabin, milê wê yê ewlehiyê her diçe berbelav dibe û ji bin kontrolê derdikeve. Ev pirsgirêkên cidî li tevahî parêzgeh û herêmên Sûriyeyê tên jiyîn. Bûyerên ku çend roj beriya niha koçberên Serêkaniyê pê re rûbirû man jî  yek ji mînakên herî şênber ên nebûna ewlehî û aramiya li Sûriyeyê ye. Qaşo êdî herêmên dagirkirî bi ewle û aram in, vegera koçberan pêk hat lê em dibînin ku heta niha jî ew hişmendiya çetegir, nijadperest û êrîşkar heye. Eger ev rewş wiha berdewam bike, ez dikarim teqez bikim ku wê Sûriye di dîroka xwe ya nêz de pergala herî binketî ya ewlehiyê bijî.”

‘Gel her dem jiyana xwe di xeterê de dibîne’

Macîde Hesûn bal kişand ser bûyerên ku tên jiyîn û wiha pêde çû: “Niha tu kes cesaret nake di saetên şevê de ji herêmê ber bi herêmeke din ve biçe. Çima gelo? Ji ber belavbûn û zêdebûna şaneyên DAIŞ’ê û komên serbixwe yên ku mirovan digrin, îşkence dikin, destdirêjî li jinan dikin, talan dikin, mirovan direvînin û pereyê zêde ji malbatan dixwazin.”

‘Dixwazin ewlehiyê li herêmên me nehêlin’

Seroka Desteya Jin Macîde Hesûn di dawiya axaftina xwe de bi taybetî mijara gefên DAIŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, wiha şîrove kir: “DAIŞ bi taybetî di vê pêvajoyê de gelek gefan li QSD’ê û herêmên Rojavayê Kurdistanê dixwe. Em ji van gefan fam dikin ku careke din li hemberî gelê Kurd siyaseteke nû didin destpêkirin. Çima bi taybetî di vê pêvajoya entegrasyonê de ev gef zêde dibin, êrîş, liv û tevgera şaneyên DAIŞ’ê li ser herêmê dijwartir dibin? Diyar e ku vê carê hêzên naxwazin Sûriye ber bi ewlehiyê ve biçe, hewl didin herêmên Kurdan jî bikşînin nava tevlîhevî, bê aramî û bêewlehiyê. Ji bo vê jî divê demildest berpirsên ewlehî û aramiya Sûriyeyê li ser van mijaran rawestin û bi lezgînî pergala xwe sererast û birêxistin bikin.”