dosya
-

Di 11’emîn komkujiya Surûcê de: Şopên ku ji ber komkujiyê mane - 4
Serhat Devrîm ê 19 salî ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibe çûbû Pirsûsê, di êrîşa xwekuj a DAIŞ’ê ya 2015’an de hat kuştin. Dapîra wî Şukriye Devrîm, ji bo edaletê bang dike û dibêje ku ji bo bidawîbûna êşan divê aştî çêbibe.
-

Pirsûs di sala xwe ya 11’emîn de ye: Şopên ku li pey kumkujiyê mane –3
Kudret Aksu, dayîka Silêman Aksu ku beriya 11 salan li Pirsûsê ligel 32 ciwanên din hatibû qetilkirin, bal kişand ser êşa xwe ya kûr û bang li dayîkan kir: “Dilê me şewitî, bila dilê tu dayîkên din neşewite. Ez hîn jî aştiyê dixwazim.”
-

Kobanê û 490 keziyên wê: Bajarê ku di bîra gelê Kurd û cîhanê de bû sembola berxwedanê
Bajarê Kobanê yê ku tevî hemû êrîşên leşkerî û polîtîkayên şerê taybet çand, ziman û nasnameya xwe parastiye, di sedsala 21’emîn de weke kilîta entegresyona demokratîk rola xwe ya stratejîk didomîne.
-

Di ser komkujiya Pirsûsê re 11 sal derbas bûn: Şopên ku li pey komkujiyek man – 2
Yek ji kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da Osman bû. Malbata wî 11 sal in şîna wî digre. Ji bo dayîka Osman, ne sala 11’emîn a komkujiyê, mîna roja 11’emîn a komkujiyê ye.
-

Ji sî sal nebûnê heta çaryeka temsîlê: Bilindbûna siyasî ya jinan li Mexrîbê
Pêvajoya nêzîkî 60 salî li Mexrîbê, ji heyamek zêdetirî 30 salan ku jinan di parlementoyê de temsîliyeta wan tune bû heta temsîliyeta îroyîn ku nêzîkî çaryeka temsîlê ye, veguherînek nîşan dide ku bi reforman hatiye teşekirdin.
-

Li Rojavayê Kurdistanê vejandina zimanê Kurdî 2
Zanîngeh û peymangehên Rojavayê Kurdistanê di avakirin û pêşxistina civakê de stûneke bingehîn e. Ew ne tenê saziyên perwerdehiyê ne, qadên zindîkirina ziman û çanda Kurdî ne jî. Di yekkirina nasname û aydiyetê de, bilindkirina nirxên lêkolîn û zanînê.
-

Li Rojavayê Kurdistanê vejandina zimanê Kurdî 1
Li Rojavayê Kurdistanê bi gelemperî perwerda zimanê Kurdî di sala 2013’an de her roj perçeyek dihat dayîn. Di sala 2018’an de hemû qonax bi zimanê Kurdî hate perwerdekirin. Heta zanîngeh jî hatin vekirin.
-

Ji destpêka şerê Îran-Îsraîl-DYE ve, li Îranê herî kêm 21 jin û zarokek hatine kuştin
Di bin siya şer û krîzên civakî de, herî kêm 21 jin ji ber tundiya navmalî û tundiya xwe dispêre zayendî mirine, 7 jin hatine darvekirin, li gor angaştan 7 jin jî xwe kuştine û zarokek jî miriye. Li Îranê tundiya li dijî jinan her diçe girantir dibe.
-

Şoreşên ku jin agirê wan vêdixin û dewletên ku feraseta baviksalar parve dike
Ji Parîsê heta Rojavayê Kurdistanê, dîmena jinên şoreşger ên ku li hember xapandina qanûnan radiwestin, dubare dibe. Lê têkoşîna îro, naxwaze bikeve nav qalikê dûrxistinê yê kevnar.
-

Ji Şengal heta Reqqayê berxwedana jinan a li ser şopa YPJ’ê
Di pêvajoya ku ji Helebê heta Şengalê, ji Kobanê heta Reqqayê dirêj bû de, YPJ di şerê li dijî DAIŞ’ê de û di veguherîna rolên civakî yên jinan de bû hêzek diyarker. Ezmûna şervanên jin îro bûye yek ji mîrateyên herî girîng ên berxwedana jinan li herêmê.
-

Li Sûriyeyê dîroka guherîna demografîk û encamên wê
Bertekên li hemberî guhertina demografîk li Sûriyeyê yek ji krîzên herî kûr ên endezyariya nifûsê nîşan didin. Praktîzekirina sîstematîk di tevî serdemên siyasî yên cuda de bûne sedema jêbirina nasnameyên herêmî û belavbûna civakên xwecihî.
-

Ji Zagrosê heta Jin, Jiyan, Azadî: Berxwedana hezar salî ya jinan (3)
Têkoşîna rizgariya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê bipêş dikeve, bi paradîgmaya "Jin, jiyan, azadî" veguheriye xeteke berxwedanê ya civakî û siyasî ya nû ku ne tenê li herêmê, di heman demê de li seranserê cîhanê jî bi bandor e.
-

Ji Zagrosê heta Jin, Jiyan, Azadî: Berxwedana hezar salî ya jinan (2)
Tevgerên jinan li Îranê ji hêla têkoşînên civakî yên li dijî polîtîkayên xwepêçandina mecbûrî, krîzên aborî, qanûnên serdest ên mêran û zordariya dewletê ve hatin teşekirin.
-

Ji Zagrosê heta Jin Jiyan Azadî: Berxwedana hezar salî ya jinan (1)
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, jinan di tevahiya dîrokê de li dijî pergalên serdest ên mêran, ji împaratoriyan heta dewletên neteweyî yên nûjen, ji serdestiya olî heta Îslama siyasî pêşengiya têkoşîna azadiyê kirine.
-

Romenên di bin siya gotinên nefretê de: Dîrokek ji jenosîdê heta derkirinê (3)
Psîkolog Fatoş Kaytan, diyar kir ku gotinên nefretê ‘nexuyabûna’ civakên marjînalîzekirî zêde dike û got ku “Ev rewş dibe sedem ku komên ku jê re 'yên din' tê gotin ji qada giştî vekişin û xwe ji beşdariya demokratîk dûr bixin.”
-

Romanên di bin siya gotinên nefretê de: Dîrokek ji qirkirinê heta ji holê rakirinê (2)
Ji civaka Roman Berfu Yilmaz, dibêje: “Em di taxa xwe de heps bûne, ji civakê hatin îzolekirin. Em hewl didin di nava xwe de edaletê pêk bînin, ewlehiya xwe pêk bînin. Ji ber ku dewlet pêwîstiya vêya pêk nayne.”
-

Romanên di bin siya gotinên nefretê de: Dîrokek ji qirkirinê heta jiholê rakirinê (1)
Romanên ku hem ji hêla civakî û hem jî ji hêla çandî ve hatine derkirin, ne tenê bi pirsgirêkên takekesî, di heman demê de bi pirsgirêkên îdeolojîk û avahîsaziyê re jî rû bi rû ne. Îsal jî, ew li Hidirellezê jiyanek mirovî û bê gotinên nefretê dixwazin.
-

Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî: Her roj bîranînek ku tê kuştin pîroz dikin
Di navbera şerên aşkera, sansura dîjîtal û girtinan de, rojnamevan xwe bi pergalek yekgirtî re rû bi rû dibînin. Pergalek ku dixwaze ji nû ve şekil bide wan da ku xizmeta berjewendiyên desthilatdaran bike.
-

Bi nêrîna jinan Cejna 1’ê Gulanê
Jinên ku her sal roja 1’ê Gulanê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin, diyar kirin ku ev rojên cîhanî bi ked û berxwedaniya gelên ku bindestiyê red kirine hatine îlankirin.
-

Salek ji binpêkirinan: Sûriye di navbera otorîterîyek nû hilweşîna civakî de ye
Sûriye şahidiya veguherîneke kûr dike ku otorîte bi şêweyên olî yên hişk ji nû ve hilberandiye, bûye sedema kêmbûna azadiyê, paşguhkirina jinan û şidandina dabeşbûnên civakî.