Rejîma Îranê zext û girtina aborî didomîne: 23 kargeh hatin girtin
Li gel dewamkirina girtina kafe û xwaringehan a bi hinceta “binpêkirina exlaqê îslamî”, Serokê Dadweriya Ûrmiyeyê ragihand ku 14 îdianame hatine derxistin û zextên li ser karsaziyan zêde bûn.
Navenda Nûçeyan – Ji ber ku kafe, xwaringeh û kargehên din ên li bajarên cuda yên Îranê bi hincetên wekî “binpêkirina exlaqê îslamî” û “binpêkirina norman” tên girtin, Serokê Dadweriya Parêzgeha Ûrmiyê ragihand ku 14 dosyayên têkildarî “pêşvebirina fihûş û gendeliyê” hatine amadekirin.
Her wiha di dozên dawî de, sê kafe li Erdêbilê bi tohmeta “binpêkirina exlaq û normên îslamî” hatin girtin û 16 kes têkildarî vê bûyerê hatin binçavkirin. Di heman demê de, kafeya “Jiwan” a li Mînûdeştê ji ber binpêkirina rêziknameyên serpoşa mecbûrî hate girtin û herî kêm sê kafeyên din li Meşhed, Bicnûrd û Bircendê hatin girtin. Kafe-restoranta «Bol» a li navçeya Velênjak a Tehranê jî bêyî ku sedemek fermî bê nîşandan, hat girtin.
Zêdebûna daneyên girtina cihên kar
Li gorî raporên hatine weşandin, di navbera 11’ê Tîrmehê û 1’ê Tebaxê de herî kêm 23 yekîneyên kar li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin. Berê, rêveberê berpirsyar ê çavdêriya bazirgan û komeleyan li Meşhedê ragihandibû ku di çar mehên pêşîn ên salê de 104 yekîneyên kar hatine girtin. Li gorî wî, ev hejmar 20 carî ji heman serdema sala borî zêdetir e.
Di 18’ê Tebaxê de, Serokê Dadweriya Parêzgeha Ûrmiyê Nasir Etbatî ragihand ku 14 dosya ji bo dozên têkildarî ‘bipêşxistina fihûş û gendeliyê’ hatine vekirin û pêvajoyên yasayî yên li dijî “reftarên neyasayî” li kafeyan jî berdewam dikin.
Bandorên civakî û aborî yên zextên siyasî
Vê meylê, nîqaşa li ser berfirehkirina kontrola civakî, bikaranîna sernavên wekî ‘nebûna serpoşê’, ‘binpêkirina norman’ û ‘gendelî û fihûş’ ji nû ve geş kiriye. Rexnegir vê nêzîkatiyên wekî beşek ji siyaseteke berfirehtir a sînordarkirina qada giştî dibînin; nêzîkatiyeke ku têgehên olî û exlaqî ji bo rewakirina girtina karsaziyan bikar tîne.
Di rewşekê de ku beşekî girîng ê debara xwediyên kar û karmendan bi berdewamiya xebitandina van saziyan ve girêdayî ye, girtina karsaziyan ne tenê azadiyên civakî sînordar dike, di heman demê de zexteke aborî ya giran jî li ser malbatan çêdike. Raporên mafên mirovan her wiha destnîşan kirine ku destwerdanên dadwerî û ewlehiyê yên ku karsazî û çalakiyên giştî bi hinceta serpoşa mecbûrî armanc digirin, zêde bûne.