rojane
-

‘Keziya jinê sembola yekîtî, hevgirtin û tekoşîna hevpar a jinan e’
Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan, îro li dijî êrîşa li ser tabloya keziya jinê ya li çarxereya Merşo, li çarxereya Kevokê keziya jinan daliqandin û bi vê yekê piştgiriya xwe ji yekîtiya jinan re nîşan dan.
-

Dayîkên Aştiyê yên Rojhilat beşdarî kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’bûn
Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê tekez kirin ku ‘Bila tu dayîk tirsa darvekirina zarokên xwe nejîn’ û bang li malbatên ku li edaletê digerin û rêxistinên mafên mirovan kirin ku dengê xwe bikin yek û daxwaza rawestandina darvekirinan bikin.
-

SOHR: Bila ji kiryarên destdirêjiyan hesab bê pirsîn
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku li gundewarên Mesiyafê zaroka keç a 15 salî rastî destdirêjî û muameleya xirab hatiye. Çalakvanên mafên mirovan, daxwaza lêpirsîna serbixwe kirin.
-

Cenazeyê jinekê li Tûnisê di maleke terikandî de hat dîtin
Rayedarên ewlehî û dadweriyê yên li Jendouba Tûnisê, çend roj piştî windabûna wê ya bi sir, cenazeyê Amal Ghazouani, karmendeke navenda ciwanan, di depoyeke terikandî de hat dîtin.
-

Tulay Hatîmogullari: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê dest bi kar bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku gelê Kurd êdî dixwaze gaveke şênber bibîne û got: “Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku birêz Ocalan koordînatorê wê ye divê bi lez dest bi kar bike.”
-

Ji Talîbanê binpêkirinek nû: Bi sedan keçik ji xwendina seretayî hatin bêparkirin
Her çiqas Talîbanê ragihand ku ew destûrê dide zarokên keç heta dawiya pola 6’emîn bixwînin jî, bi hinceta gihîştina temenê balixbûnê dûrxistina keçan a ji perwerdê, nîşan dide ku sînorkirinên Talîbanê heta asta perwerdeya seretayî jî berfireh bûye.
-

Li Amedê ‘Nobeta Jin Edalet û Bîr’ di hefteya 2’emîn de didome
Di "Nobeta Jin, Edalet û Bîr” a vê hefteyê de jinan cih da çîroka 9 jinên ku hatine kuştin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Jinan, di nobedê de daxwaza avakirina jiyana azad û wekhev kirin û diyar kirin ku tundî ne qeder e.
-

Peyama Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’: Peyam ne bes in, sêdaran rawestînin!
Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’, peyama destekê ya Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Gîna Romero bibîr xist, xwest ku destek ji peyaman wêdetir herin û darvekirin bên rawestandin.
-

‘Ji bo parastin û pêşxistina ziman têkoşîna domdar û gavên cidî pêwîst in’
Zanîngeha Rojava li ser rewş û astengiyên li pêşiya pêşketina zimanê Kurdî her wiha perspektîfên pêşeroja zimanê Kurdî komxebatek li dar xist.
-

Tevgera Jinên Kurd beşdarî 39’emîn Kombûna Jinan a Navneteweyî bûn
Heyetek ji tevgera jinên Kurd beşdarî 39’emîn Kombûna Cihêrengî û Jinan a Pirnetewan a Navneteweyî ku di navbera 10-12'ê Cotmehê de hat lidarxistin bûn.
-

Ji IPC’ê ji bo Sûdanê hişyariya lezgîn
Şer, hişkesalî û astengkirina alîkariyan Sûdan anî ber krîzeke giran a birçîbûnê. Hişyariya IPC'yê nîşan dide ku ger mudaxeleya lezgîn çênebe karesata mirovî dikare heta 2027'an dirêj bibe.
-

Di Roja Keçan a Navnetewî de lêkolîner û parêzerên Rojava çi dibêjin?
Lêkolîner û parêzerên Rojava tekez dikin ku keçên li Sûriyeyê bi xeterên îslama radîkal û kiryarên giran ên dermirovî li dijî mafên mirovan re, rûbirû dimînin.
-

Hevşaredara Tetwanê: Jinwar ji bo azadî û yekîtiya jinan mînakek e
Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr di serdana xwe ya Jinwarê de destnîşan kir ku Jinwar bi projeya xwe ya taybet, bûye mînakek ji bo jinên cîhanê.
-

Li Fransayê têkoşîna perwerdeyê belavî seranserê welat dibê
Xwepêşandanên xwendekarên amadeyî yên li dijî polîtîkayên perwerdeyê yên li Fransayê ku mehek e didomin, digihêjin asteke nû. Sendîkayên perwerdeyê banga grevê ya giştî ji bo 13’ê Cotmehê kirin
-

Hemşîreyên Tebrîz û Urmiyê li dijî cudakariyê rabûn
Hemşîreyên li Tebrîz û Urmiyê ji ber şert û mercên jiyanê yên xirab, enflasyon û cudakariya di mûçeyan de daketin qadan û merasîm terikandin.
-

‘Her 4 xulekan carek jinek rastî teşhîsa penceşêra memikê tê’
NY bal dikşîne ser belavbûna penceşêra memikê ya li seranserê cîhanê û bang dike ku ji bo kêmkirina mirinan divê tedbîrên pêşîlêgirtinê werin xurtkirin û mafê gihîştina xizmetên tenduristiyê ji bo hemû jinan bê dabînkirin.
-

Raportora Taybet a NY’ê destek da kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Gîna Romero ragihand ku ew ê ji derveyî girtîgehê tevlî greva birçîbûnê bibe da ku piştgiriyê bide girtiyên ku her Sêşem ji bo protestokirina darvekirinan di greva birçîbûnê de ne.
-

Rojnemevan Dilîşan Îbiş li Kobanê hat bibîranîn
Li Kobanê bi dehan rojnemevan û xebatkarên çapemeniyê, rojnemevan Dilîşan Îbiş di 9’emîn salvegera wê de bi malbata wê re bibîr anîn.
-

Di Foruma MERI de Îlham Ehmed pêvajoya nû ya li Sûriyeyê nirxand
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed da zanîn ku Sûriyeyê cara yekem Kurd bi awayekî fermî nas kirin û hin destwerdan hene ku dixwazin li herêmê aloziyê derxin.
-

Ji çalakvana mafê karkeran Nahîd Xadaco xeber nayê girtin
Ji 5’ê Cotmehê ve, tu xeberek ji endama Sendîkaya Karkerên Azad ên Îranê Nahîd Xadaco nayê girtin. Malbata wê difikire ku hatiye girtin û rayedarên sendîkayê jî daxuyanî xwestin.