rojane
-
Li Hatayê jinek tevî 3 zarokên xwe mirî hat dîtin
Li Hatayê jinek û 3 zarokên wê di mala xwe de mirî hatin dîtin.
-
Jinên Sûriyeyê li ser medyaya dîjîtal behsa zextên li ser xwe kirin
Piştî ku Şam ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hate dagirkirin, jinan bi dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal weşandin zextên li ser xwe anîn se ziman.
-
Omer Ocalan hinek hûrgiliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re eşkere kir
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hûrgiliyên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cara ewil li meclisê eşkere kir û got: “Birêz Ocalan amade ye ku ji bo çareseriyê însiyatîfê bigre.”
-
Ji bo piştgiriya bi Rojava re kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin
Li bajarê Silêmaniyê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina alîkariyê hat ragihandin. Beşdaran bang li aliyên pêwendîdar kirin ku Deriyê Sêmalka vekin.
-
Qetilkirina endamên Kombûna Jinên Zenûbiya li Kobanê hat şermezarkirin
Desteya Jin a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê qetilkirina 3 endamên Kombûna Jinên Zenûbiya yên Kantona Minbicê şermezar kir.
-
Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ‘Projeya Deklarasyonê’
Ji Parlamentera Arjantînê şêwirmenda Vanini Biasi parlamentera Partiya Karker a Eniya Çep Juliana Cabrera ragihand ku ji bo Abdullah Ocalan û zêdeyî 10 hezar giryiyên siyasî yên Kurd werin berdan 'Projeya Deklarasyonê' dane destpê kirin.
-
Li Zîvala Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe
Di êrişa Îsraîlê ya ku li dijî kesên ewlehiya alîkariya mirovî digrin û malan de 27 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî NY’yê hejmara zarokên ji ber kêmxawriniyê di bin tedawiyê de ne 4 hezaran zêdetir bûye.
-
Jinên Îtalî bi stranek piştgirî dan şoreşa jinên Rojava
Koroya Infrangibile ya bajarê Piacenza ya Îtalyayê û Rete Jin a Îtalyayê, bi armanca piştevaniya jinên Rojava û li dijî êrîşên ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê stran gotin.
-
Necîbe Qeredaxî: Divê em xwedî li nirx û destkeftiyên Rojava derbikevin
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: “Divê em ji dil û can destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê biparêzin.”
-
Buroya Hiqûqê ya Asrinê serlêdana CPT’yê kir
Buroya Hiqûqê ya Asrinê serî li CPT'yê da û xwest bi lezgîn biçin Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin û rapora serdana dawî ya girtîgehê eşkere bike.
-
‘Rojava, şoreşa gelan û nasanameya jinan e’
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê gelê Kurd ji bo êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdawî wî daketin qadan û protesto kirin. Di çalakiyên hatin lidarxistin de banga xwedî derketina li Şoreşa Rojava hat kirin.
-
Êrişên li ser Şoreşa Jinan li Draguignan û Montpellier hatin şermezarkirin
Li bajarên Draguignan û Montpellierê yên Fransayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê yên li ser Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin şermezarkirin.
-
Ji bo xwendekarên jin ên li gundan 'Mala Xwendekarê'
Li Marakêşa Mexribê ji bo ku jinên li gundan dijîn xwendina xwe bidomînin, 'Mala Xwendekarê' hatiye avakirin. Li vir xizmetên mîna cîh, xwarin, perwerdeya civakî û derûnî tên pêşkeşkirin.
-
‘Welatên Ereb bi zagonên xwe yên cudakariya li dijî jinan paşketî ne’
Endama Yekitiya Mafên Mirovan a Tûnisê Fehtiye Nesrî li ser zagonên cudakar ên li welatên Ereb û bandora wan a li sr jiyana jinan nirxandin kir û diyar kir ku ji bo guherîna vê zihniyetê divê di navbera jinan de torek were avakirin.
-
Hacer Kemal: Divê jin di hêla rola wan a di şer de bên hişyarkirin
Rojnamevan û çalakvan Hacer Kemal teqez kir ku rewşên şer bandorê li her kesî dikin û mafên wan ên mirovî têk dibin lê belê yên herî zêde para xwe ji vê yekê digirin, jin in. Hacer destnîşan kir ku lewma jî divê jin di hêla rola xwe de bên hişyarkirin.
-
‘Sedema bingehîn a binpêkirinan polîtîkayên desthilatdariyê ne’
Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, Songul Argunaga, bi bîr xist ku sedema bingehîn a binpêkirina mafan, polîtîkayên desthilatdariyê ne û got ku ew ê li dijî wan polîtîkayan têbikoşin.
-
Ji sînemavana Kurd Viyan Mayî banga piştgiriya ji bo Rojava
Sînemavana Kurd Viyan Mayî ku li Swêdê dijî, li hemberî bêdengiya navneteweyî bertek nîşan da û banga xwedîderketina li destkeftiyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
-
Jinên Mexmûrê: Dema mijar Kurd bin tevahiya cîhanê ker kor û lal e
Jinên Wargeha Mexmûrê, nerazîbûn nîşanî dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê dan û gotin: “Divê Kurd li her derê piştgirî û parastina gelê xwe bikin û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk têbikoşin.”
-
KJK û PAJK: Em li dor Şoreşa Rojavayê bibin yek!
KJK û PAJK tekîldarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin: Xwedîlêderketina Rojavayê xwedîlêderketina rûmet, azadî û pêşeroja me ye. Em li dor Şoreşa Rojavayê bibin yek.”
-
Jinek DAIŞ’î ji ber jinek Êzîdî wek kole bi kardianî hate darizandin
Jina DAIŞ’î a bi navê Hasna A. bi sûcdariya jineke Êzidî weke kole bi kardianî hate darizandin. Di encama darizandinê de jî 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.