Ji Sûdanê ber bi Xezayê ve koçberiya di nava trajedî û tunebûnê de

Îslam El-Balbisî di navbera pevçûnên li Sûdanê û şerê li Xezayê de, du caran koçberî dîtiye. Ew bi tena serê xwe bi zarokê xwe re bi birçîbûn û tirsê re rûbirû maye û hewl dide tevî hemû şert û mercên giran li ser piyan bimîne.

REFÎF ISLÎM

Filistîn – Îslam El-Balbîsî ji ber şerê li Sûdanê reviya, çû Filistînê lê tenê çend hefte şûnde, dema ku şerê 7'ê Cotmeha 2023'an dest pê kir, di navbera çakûcê Sûdanê û copê Xezayê de asê ma.

Îslam El-Balbisî nêzî 4 sal berî ku li wir bi cih bibe, çûbû Sûdanê dema ku şer dest pê kir, balyozxaneya Filistînê biryar da ku wan vegerîne Filistînê lê hevjînê wê biryar da li Misrê bimîne û Îslama ku di mehên destpêkê yên ducaniyê de bû, şand da ku bi malbata xwe re wextê derbas bike.

Bi xela û tunebûnê re rûbirû man

Çend hefte şûnde, şerê Xezayê dest pê kir û niştecihan dest bi reva ber bi Refahê ve kirin. Refah mala dayîka Îslam bû. Îslam dibêje ku mixabin, piştî çend mehan, fermana tehliyekirina tevahî girtine, ew û zarokê xwe neçar mane bi tena serê xwe birevin, bi şert û mercên dijwar re rûbirû mane. Her wiha diyar dike ku bav û birayê wê di dema şer de mirine û 6 meh birçî mane.

Ew bêhêvîtî û teslîmiyetê qebûl nake

Îslam El-Balbîsî dayikek ku bêhêvîtiyê nas nake, biryar daye biçe navendên alîkariyê li Refahê, bi taybetî herêma El-Şuka, da ku ji zarokên xwe re şîr û hinek xwarinê bistîne. Îslam destnîşan dike ku li wê derê, wê bi çavên xwe mirinê dîtiye û cenazeyên li erdê dîtine.

'Şerê li Xezayê şerê herî hovane ye'

Îslam El-Balbisî bawer dike ku şerê li Xezayê hovane ye, ji ber ku koçberî qet ranaweste, ‘lehiya xwînê’ berdewam dike û çekên tirsnak ên ku ji bo kuştina Filistîniyan tên bikaranîn bêhejmar in, ji gule û dronan bigre heya her cure mûşekan li dijî gelê Filistînê tên bikaranîn.

Çarenûseke nediyar

Di dema şerê li Sûdanê de, Îslam El-Balbisî koçberî, tirs, birçîbûn û tirsa pêşerojeke nediyar kişand. Lê ev tirs li gorî tiştên ku wê li Zîvala Xezayê jiyaye ku tevahiya qadên niştecihbûnê hedef hatin girtin, li ser sivîlan di xew de hilweşiyan. Cureyên birînên ku wê li Xezayê dît ne wekî tiştên li Sûdanê dîtin bûn. Lê dîsa jî li herdu welatan, sivîlan bedelên mezin bi mirin, koçberî û bêmaliyê dan.

Du caran koçberî û şer dîtiye

Îslam El-Balbisî mala xwe ya yekem li Refahê û ya duyemîn jî li paytexta Sûdan Xartûmê winda kir. Îslam niha di konekî ji qumaşê ku bi dora stûnên hesinî ve girêdayî de dijî. Ev kon di bahozan de hildiweşe. Îslam ji hatina zivistanê ya di vê rewşa nemirovane de ditirse û dixwaze êşa wê bi dawî bibe û Zîvala Xezayê biterikîne.

Ji ber rewşa heyî nikare bixebite û dahata xwe bike

Îslam El-Balbisî ji Fakulteya Hiqûqê ya li Zîvala Xezayê mezûn bûye lê ji ber şert û mercan, nikaribûye karekî bibîne pê debara xwe û zarokên xwe bike. Bi taybetî ji ber kêmbûna alîkariya mirovî ya ku digihîje jinên li Bajarê Xezayê ew û gelek jinên weke wê zoriyan dikşînin.

Îslam El-Balbisî destnîşan kir ku ji ber van zextên berdewam û fikarên zêde, gelek nexweşiyên fizîkî û derûnî pê re çêbûne û got ku ger rewş wiha be dê bi ser xwe ve neyê.