çand û hûner
-

Li Annaba Cezayîrê Mîhrîcana Çandî ya Neteweyî ya Şanoya Jinan
Li bajarê Annabayı Cezayîrê, mazûvaniya lidarxistina 8'emîn a mîhrîcana Çandî ya Neteweyî ya Şanoya Jinan dike. Ev çalakî, nêrîneke nûjenkirî dihewîne ku armanca wê xurtkirina hebûna jinan a di qada şanoya Cezayîrî de ye.
-

Keleha El-Şaqîf: Bingeha çiyayî li ber xwe dide lê birc di metirsiyê de ne
Lêkolîner Lîna Conî diyar dike ku tevî kevirê çakmaxê û dîwarên stûr ên Keleha El-Şaqîf a li başûrê Lubnanê berxwedaneke mezin nîşan didin jî teqîna dawî ya bi 700 ton teqemeniyan dikare zirarê bide birc û beşên nûkirî yên li jor.
-

Li Şengalê 1’mîn mîhrîcana hingiv û hêjîran hat lidarxistin
Li Şengalê yekemîn mîhrîcana hingiv û hejîran hat lidarxistin. Dayê Berfê ya ku piştî fermanê vegeriya axa xwe, bi hejîr û berhemên xwe reng da cejnê û got: "Av ava me ye, çiya çiyayê me ye, em şixulkarê xwe ne."
-

‘Kêmbûna fîlmên bi derhêneriya jinan astengiyên li dijî çêkirina fîlman nîşan dide’
Di Şeşemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê de, Juriya binavê Yasmen Şerîfmenş li ser derhênertiya jin axivî û got: “Divê di mîhrîcanên li pêş de rola jinên derhêner gelek hebe û asankariyan ji wan re çêbikin.”
-

Belgefîlma ‘Çavê Çavdêr’ a li ser çîroka Kewser Îftixarî li Meksîkayê xelat girt
Belgefîlma bi navê ‘Çavê Çavdêr’ ku behsa jiyana şanogera Kurd a di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de çavekî wê hatibû korkirin dike, di 14’emîn Mîhrîcana Navdewletî ya Meksîkayê de xelat girt.
-

Stêra Zêrîn a Mexmûrê perwerdeya muzîkê ya havînê bi şahiyekê qedand
Stêra Zêrîn a li Wargeha Mexmûrê, perwerdeya muzîkê ya havînê ku ji bo 180 zarokan hatibû destpêkirin, bi şahiyekî rengîn bi dawî kir.
-

Li Koyê qursa defjenî derfetek ji bo nasandina hêza jinan dide
Rîtmê defê û henaseya reseniyê di dilê Koyayê de bilind dibe. Jin bi fêrbûna defê û defjeniyê bûne sembola parastina çanda Kurdî.
-

Li Suweyda û Şamê nîqaşên li ser mîrat û azadiyên giştî kûr dibin
Nivîskar û çalakvan balê dikişînin ser wê yekê ku qedexekirina konseran û zextên olî yên li Sûriyeyê, armanc dikin civakê homojen bikin û diyar dikin ku jin jî di vê pêvajoyê de wekî ‘xeta yekem a parastinê’ tên dîtin.
-

Sêwiranera Îraqî Sabîha El-Samarraî: Cilûberg dîrokê diyar dikin
Sêwiranera navdar a li pişt perdeyê Sabîha El-Samarraî diyar dike ku cil û berg ne tenê cil in, di heman demê de amûreke hunerî û psîkolojîk in ku guhertinên civaka Îraqê belge dikin.
-

Deq: Şahidiyeke zindî ya dîroka jinên Kurd û berxwedana bedenê
Ji Kirmaşanê heta Dihokê, deq wekî bîr û mîrasa nivîsandina dîroka jinên Kurd li ser çermê wan e. Nexşên kevnar ên ji roj, heyv û stêrkan pêk tên, ne tenê xeml in; îfadeya parastin, naskirina çandê û berxwedana li hemberî zextên baviksalarî ne.
-

Li Kargeha Peykersaziyê peykerên jinên di dîrokê de şopa xwe hiştine tên çêkirin
Li Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn di beşa peykersaziyê de kargeheke hunerî ya 15 rojan dest pê kiriye. Xwendekaran ji bo karên xwe sembol û jinên di dîrok û çandê de şopa xwe hiştine, wekî Îştar û Şahmaran, hilbijartine.
-

Belgefilmê Kurdî “Fehîmeya Koçer” li Festîvala Navdewletî ya Urdunê xelata sêyemîn wergirt
Belgefilmê bi navê “Fehîmeya Koçer; Ew Jina ku Tenêtiyê Hilbijart”, di nav 354 filman de di asta navdewletî de karî xelata sêyemîn a Festîvala Navdewletî ya Filmên Aşitiyê ya Urdunê bidest bixe.
-

Çîroka Hunermenda Iraqî Zehra el-Rubayî
Hunermenda navdar a Iraqê Zehra el-Rubayî, ku di 13 saliya xwe de dest bi lîstikvaniyê kiriye, qonaxên girîng ên kariyera xwe, zehmetiyên sektora hunerî ya berê û îro, bandora bûyerên 2003'an a li ser hunermendan û evîna xwe ya kûr a ji bo hunerê vedibêje
-

Li Ranyayê duyemîn mîhrîcana hunerî û wêjeyî ya ‘Gulazer’ hat lidarxistin
Duyemîn Mîhrîcana salane ya helbest û wêjeya jinan bi navê ‘Gulazer’, bi armanca xurtkirina beşdariya jinan di warê helbest, wêje û hunerê de, duh li hola çandî ya Ranyayê dest pê kir û dê du rojan bidome.
-

11’emîn mîhrîcana zarokan li Rimêlanê destpêkir
35 komên zarokan ku di warê mûzîk, şano û govendê de amadekariyan dikin, li Rimêlanê hatin cem hev. Mîhrîcana ku wê sê rojan bidome, bû qada vejandina çanda resen a zarokan.
-

Li Kobanê Mîhrîcana Zarokan: Ziman û çanda me naskirina me ye
Zarokên ku beşdarî 9’emîn Mîhrîcana Zarokan a li Kobanê bûn, diyar kirin ku ew ji bilî zimanê dayîkê tu perwerdehiyê qebûl nakin û gotin: “Zimanê me rûmeta me ye.”
-

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê amadekariyên Mîhrîcana 11’emîn a Zarokan
Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişloyê Bêrîvan Botan diyar kir ku çar meh in bi pêşengiya Hîlala Zêrîn û Tev-Çanda Mazopotamyayê amadekariya mîhrîcana 11’emîn a zarokan tê kirin.
-

Bîranîneke zindî ya mîrata resen a Yemenê: Gomlekê Sabir
Li hember windabûna cilên gelêrî, bi însiyatîfên jinan ‘Zanna Sabr’ vedigere cîhana xwe ya berê, dixwaze şêweyên xwe yên hunandinê û qalibên xwe yên resen vejîne. Her wiha vê mîratê ji windabûnê biparêze.
-

Hunermend Eylûl Nazlier stranên kevneşopî yên Kurdî vediguhezîne nifşên nû
Hunermend Eylûl Nazlier klamên ku di zarokatiya xwe de guhdarî kiriye û çîrokên wan ji nû ve tomar dike, armanc dike ku bi zindî hiştina berhemên Kirmanckî, Kurmancî û Ermenkî, bîra çandî bighîne nifşên nû.
-

Jinên Tûnisî li dora hunera xetnivîsiya Erebî dicivin
Li bajarekî Tûnisê, Klûba Xetnivîsiya Erebî dibe penageha ruhî û çandî ya jinan. Ji jineke 75 salî ku vedigere bîranînên zaroktiya xwe heta xwendekarên ciwan, ev huner wek neynika nasname û estetîkê tê dîtin.