rojane
-

Rewşa girtiyan li girtîgehên Îranê xirabtir dibe
Şert û mercên bi aloz li girtîgehên Qizil Hîsar û Nahawendê tên jiyîn bi pevçûnên xwînî û muameleya tund a li dijî girtiyan her diçe rewşa girtiyên jin bi aloztir dibe û metirsî zêde dibin.
-

Li Pakîstanê zextên li ser rojnamevanên Efgan zêde dibin
Rêxistina Piştgiriya Medyayê ya Efganistanê li hember rewşa girtin û dersînorkirina rojnamevanên Efganî yên li Pakîstanê bertek nîşan da.
-

Çalakvan Cewahêr Şana piştî lidarxistina xwepêşandanan serbest hat berdan
Çalakvan Cewahêr Şana li Tûnisê di nava xwepêşandanên piştgiriya wê de ku daxwaza berdana çalakvanên ‘Flota Berxwedanê’ û bidawîanîna zextên li ser wan dikirin, serbest hat berdan.
-

Qirkirina Ermenî û Kurdan û pênesayên cuda yên navneteweyî
Sedema ku qirkirina li ser Kurdan li gorî qirkirina Ermeniyan di qada navneteweyî de nayê naskirin, ne kêmbûna komkujiyên mezin e, ji ber sedemên siyasî, hiqûqî û dîrokî ye.
-

Komkujiya Ermenan û hewldana berhevdaniyê
Gelek malbatên resen ên Kurd deriyên malên xwe vekirin ji bo hewandina Ermenan û ew ji mirinê rizgar kirin. Ev ew rastî ye ku dîroknasên fermî yên Tirkiyeyê dixwazin bêdeng bikin. Ji ber ku ev helwest projeya ‘têvebirina Kurdan’ pûç dikin.
-

Xwişkên pakrewanan: Yekîtiya partiyên Kurd li Kurdistanê bila nebe armanceke taloqkirî
Xwişkên şervanên ku ji bo rizgarkirina ax û rûmeta xwe ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê canê xwe bexşî axa Rojavayê Kurdistanê kirin, daxwaza yekrêziya partiyên Kurd kirin û gotin: “Yekîtiya Kurdan nabe gaveke taloqbûyî be.”
-

Li Xurmal Mihrîcana Giyayên Biharê
Li parka giştî ya Xurmal bi pêşengtiya Tora Rêxistinên Xurmal 6’emîn Mihrîcana Giyayên Biharê destpê kir û wê sê rojan dom bike.
-

Di lêpirsîna Gulistan Doku de daneyên nû
Hin daneyên ku dosya Gulistan Doku de derketin holê, û îfadeyên waliyê demê Tuncay Sonel li hev nakin.
-

Bêrîtan Guneş Altin: Pêvajo ji bo mafê jiyana zarokan xwedî girîngiya dîrokî ye
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partî Bêrîtan Guneş Altin, têkildarî cejna zarokan li Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê û got: “Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo zarokan garantîkirina mafê jiyanê girîngiyeke dîrokî ye.”
-

Meryem Davudiyan li Bukanê hat girtin
Li Îranê pêla girtinê her diçe zêde dibe. Bi taybetî jî girtina jin, zarok û kesên dijberê rejîmê derdikevin fikaran zêde dike. Jina Kurd Meryem Davudiyan a ji Bukanê ye ji hêla rejîma Îranê ve hat girtin û wê birin girtîgeha Urmiyeyê.
-

FÎSA: 892 zarok bi sedemên dikare pêşî lê bê girtin mirine
Navenda Mafên Zarokan FÎSA’yê ragihand ku di nava salekê de 892 zarokan bi sedemên dikare pêşî lê bê girtin, mirine û da zanîn ku 95 zarok jî di kuştinên kar de mirine.
-

Rejîma Îranê cezayê girtîgeh û qamçiyê da Meryem Derîsî û Ferîba Huseynî
Dadgeha Şoreşê ya Şîraz, cezayê 1 sal û 74 qamçî da Meryem Derîsî, 6 sal cezayê girtîgehê da Ferîba Huseynî.
-

Di êrîşa Îsraîlê ya li hember Lubnanê de Rojnamevan Emel Xelîl hat kuştin
Nûçegîhana rojnameya El-Axbar, Emel Xelîl piştî ku di sala 2024’an de gefên kuştinê yên rasterast li ser wê hat xwarin, li bajarokê El-Teyrî yê li başûrê Lubnanê di êrîşeke asmanî de hat kuştin.
-

Golrokx Îraei xelata ‘Azadiya Nivîsînê’ ya 2026’an girt
Nivîskar û girtiya siyasî Golrokx Îraei ku li girtîgeha Evînê tê girtin, xelata ‘Azadiya Nivîsînê’ ya 2026’an girt.
-

Dîdar Şehla bi rêya pirtûkxaneya xwe li ser pirsgirêkên jinan disekine
Xwediya pirtûkxane û rojnamevan Dîdar Şehla dibêje: “Xebitîna min a di dinyaya pirtûkan de ne tenê azweriyek a 22 salane, di heman demê de girîngîdana min a pirsgirêkên civakê ye, bivî awayî ez pirsgirêkên jinan dixwînim û fêm dikim.”
-

Zarokbûna li Tirkiyê: Nifşek di nav lepên xizanî, binpêkirin û bêcezabûnê de asê maye
Daneyên fermî û raporên meydanî eşkere dikin ku zarok li Tirkiyeyê di nav xizaniyeke kûrtir, binpêkirinên mafên mirovan ên zêde û polîtîkayên bêcezabûnê de krîzeke piralî dijîn. Bi milyonan zarok bêyî gihîştina mafên bingehîn mezin dibin.
-

Komîn yekeyê bingehîn yê netewa damokratîk e
Hevseroka Meclîsa bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed got ku: “Projeya me projeya komînalî ye, projeya jiyanek hevbeş e, azad, hevdu temam kirin û li hevdu xwedî derketin e, ji ber ev sîstema netewa demokratîk e.”
-

‘Rojnamgeriya Kurdî xwedî roleke stratejîk e’
Rojnamevan Suad Mihemed têkildarî Roja Rojnamegeriya Kurdî got ku rojnamegeriya Kurdî di tevahî pêvajoyên dîrokê de roleke stratejîk lîstiye. Suad Qasim teqez kir ku ew ê bi taybetî weke jin sekn û helwesta xwe biparêzin.
-

Di êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê de du rojnamevanên jin hatin hedef girtin
Ji ber êrîşek Îsraîlê li ser bajarokê El-Teyrî yê başûrê Lubnanê de du rojnamevan û tîma ambulansê hatin hedef girtin. Rojnamevan Zeyneb Ferec birîndar bû û têkiliya wan bi Emel Xelîl re qut bû.
-

Li Qamişlo li ser Roja Rojnamegeriya Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Qamişlo Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojava yê Kurdistanê(DHNRK.RK), li ser rewşa Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdisatnê panelek li darxistin.