‘Li Tûnisê mekanîzmayên dewletê jinên di qada çandiniyê de naparêzin’

Di semînera neteweyî ya li Sidi Bouzida Tûnisê de hat gotin ku “Mekanîzmayên ku dewletê ji bo parastina jinên ku di qada çandiniyê de dixebitin destnîşan kirine, nekarîne jinan biparêzin.”

Tunis – Duh li bajarê Sidi Bouzid semînerek neteweyî li ser "Veguhestina bi Ewle ji bo Jinên ku di Qada Çandiniyê de Dixebitin: Nêzîkatiyek ji bo Pêşvebirina Ewlehî û Tenduristiya Kar û Karê Maqûl" hat lidarxistin. Semîner ji hêla Sfax ê Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê ve, bi hevkariya Sendîkaya Karkerên Herêmî ya Sidi Bouzid, Foruma Tunisê ya Mafên Aborî û Civakî û komeleyên "Pêşî Jin", "Dengê Hewayê li Regueb," û "Serkeftin ji bo Jinên Gundewarî" ve hat organîzekirin.

Çalakî li baregeha Sendîkaya Karkerên Herêmî hate lidarxistin û çalakvanên mafên mirovan, nûnerên sendîkayan, endamên saziyên civaka sivîl û karkerên çandiniyê yên jin ji seranserê welêt anî ba hev. Armanca çalakiyê, dîtina çareseriyên radîkal ên ji bo diyardeyek ku salan e bi dehan jiyanan digre bû.

Semînera bi armanca ronîkirina pirsgirêk û êşên jinan

Nûnera Komeleya Jinên Demokrat a Tunisê şaxa Sfaxê Sabriya El-Farîha di axaftina xwe ya vekirinê de tekez kir ku hilbijartina Parêzgeha Sidî Bouzid ji bo mazûvaniya vê semînerê ne kêfî bûye. Sebriya got ku ji ber girîngiya sembolîk a vê herêmê bûye ku di rêza yekem a lîsteya parêzgehên ku herî zêde ji qezayên veguhestina karkerên çandiniyê yên jin bandor bûne de ye. Sabriya got: “Ev semîner di çarçoveya hewldana derbaskirina êş û azarên ku ji trajediya dawî ya li El-Mezûna di meha Tîrmehê de çêbûn, tê. Trajediya ku bû sedema mirina sê karkerên jin û birîndarbûna 12 jinan a bi pileyên cûda yên giraniyê.”

‘Divê jin di navenda nîqaşê de bin

Sebriya El-Farîha da zanîn ku ev semîner ji bo ravekirina pirsgirêkên cotkarên jin di qada çandiniyê de û peydakirina veguhestinên bi ewletir a ji jinan re û parastina jiyana wan di qada kar de hatiye lidarxistin. Sebriya wiha domand: “Pêwîst e karkerên çandiniyê yên jin di navenda nîqaşê de bên bicihkirin û guh bidin ezmûnên wan. Ji ber ku ew herî zêde bi xetereyên xebatê re rûbirû dimînin.”

‘Herî zêde jin di vê qadê de xetereyan dijîn

Endama Foruma Tunisê ya Mafên Aborî û Civakî Heyat El-Attar jî ragihand ku ew di Forumê de ji sala 2015'an vir ve qezayan dişopînin û wiha pê de çû: “Ne tenê ji bo tomarkirina hejmaran, her wiha ji bo nirxandina vê diyardeyê jî. Mekanîzmayên ku dewletê ji bo parastina jinên ku di qada çandiniyê de dixebitin destnîşan kirine, nekarîne jinan biparêzin. Daneyên forumê ji sala 2015'an vir ve hezar û 93 birîndarî û 74 mirin tomar kirine. Li ser 94 qezayên veguhestinê yên ku karkerên çandiniyê yên jin tê de ne hatine belavkirin. Rêjeyek mezin ji van qezayan piştî 2019'an çêbûne. Bi taybetî nêzî ji sedî 63 ji wan piştî damezrandina zagonên wek Zagona 51 û Fermana Jimare 4 e."

‘Divê amûrên veguhestinê werin peydakirin

Heyat El-Ettar hejmara zêde ya qezayan li van deveran bi xwezaya wan a çandiniyê ve girêda û bal kişand ser van xalan: “Hejmara jinên ku li Sidi Bouzid dixebitin, nêzî 121 hezar jin e û li Kairouanê jî 57 hezar jin e. Piraniya bûyeran li deverên wek Maghila û Sabala yên li parêzgeha Sidi Bouzid kom dibin. Ew deverên hesastir in ku rêjeyên bêkariyê di nav jinan de bilindtir in û jin li wir her cûre tundiyê dibînin. Ji bo tekûzkirina veguhestinê, divê binesaziya rêyên gundan were baştirkirin, amûrên veguhestinê yên bi ewle bên peydakirin, divê çavdêrî û astengkirina operator û kesên berpirsyarê veguhestinê were sepandin û divê dezgehek kontrolê ji bo qada çandiniyê bê damezrandin.”

‘Divê mekanîzmayek nû ji bo veguhestina jinan bê dîtin

Ji Komeleya "Dengê Hewayê" Jannat Ben Mohamed diyar kir ku ev semîner rêbazek beşdarbûnê di navbera aktorên mafên mirovan û çalakvanên mafên jinan de dipejirîne. Jannat Ben, got ku ji bo pêşniyarên ku dê di qonaxek paşîn de werin bicîhanîn bên pêşkêşkirin ev yek pêwîst e û wiha bidawî kir: “Divê mekanîzmayek nû ji bo veguhestina jinan a di qada çandiniyê de bê dîtin.”

Encamên hatine bidestxistin

Encamên semînerê ew bû ku pêwîst e jinên gundan di biryardanê de beşdar bibin û di dema çêkirina polîtîkayên giştî yên welêt de girîngiyek taybetî bidin wan. Beşdaran her wiha bi yekdengî li ser girîngiya rola jinan di civakê de, li hev kirin. Li ser bingeha vê girîngiyê, wan daxwaza aktîfkirina yasayên ku mafên jinan diparêzin û berevaniyê dikin, kirin.