rojane
-
Mamosteya Felsefeyê: Jineolojî zanist û riya parastina jinan e
Mamosteya felsefeyê ya Tûnisî Fatma Meydanî teqez kir ku Jineolojî xwedî rastî û bingehek e dîrokî ye, ji bo zelalkirina vê dîrokê, cewher û xwezaya jinan derketiye.
-
Nivîskar Oya Baydar: Çareseriya pirsgirêka Kurd yekem gavê demokrasiyê ye
Nivîskar Oya Baydar diyar kir ku pêkanînên qayûmê nîşaneyek neyartiya li hember Kurdan e û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd, yekem gavê aştî û demokrasiyê ye. Em ji yên ku çareseriyê asteng dikin re dibêjin nabe.”
-
Ji Til Temirê bang li jinên cîhanê: Li gel jinên Rojava bin
Cîgira hevserokên meclisa bajarê Til Temirê Madlên El-Ibêd qetilkirina 3 endamên Kombûna Zenûbiya şermezar kir û got ku ev yek, berdewamiya komkujiya Parîsê ye. Madlên, bang li jinên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin jinên Rojava.
-
‘HTŞ û SNA ji bo jinan tehdîd in’
Tora Piştgiriya Jinê û Tora Femînîst a WANA diyar kir ku HTŞ û SNA mafên jinan û têkoşîna li Sûriyeyê paşguh dikin û banga piştgiriyê li civaka navneteweyî kir.
-
Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 101’emîn û biryardarî didome.
-
Hejmara rojnamegerên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 140
Li Xezaya ku êrişên Îsraîlê li ser didomîne 2 rojnamegerên din jiyana xwe ji dest dan. Hejmara rojnamegerên li herêmê jiyana xwe ji dest dane bû 140.
-
'Di sala 2024'an de binpêkirinên mafan ji sedî 50 zêde bûn'
Hevserokên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê encamên rapora ku li ser Hefteya Mafên Mirovan amade kirine parve kirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîdê û hat gotin: "Di zûtirîn dem de bersiva serlêdana Îmraliyê bidin."
-
'Hûn ê nikaribin rêwîtiya stêrka cemserê rawestînin'
Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Bêrîvan Bahçecî ku di Konferansa Jinan a DBP'ê de axivî, diyar kir ku Şoreşa Rojava mîrateya Şoreşa Jinê û têkoşîna enternasyonalîst e û got: "Hûn ê nikaribin rêwitiya stêrka cemserê rawestînin."
-
Hunermend Pinar Aydinlar hat binçavkirin
Hunermend Pinar Aydinlar bi hinceta gotina “Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e” hat binçavkirin.
-
Jinên li girtîgehên Rojhilat ji bo azadiyê diqîrin
Jinên Kurd, ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin. Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî; van hersê jinên aktivîst, tevî îşkenceya bi mehan û cezayên girtîgehê jî berxwedaneke ku îlhamê dide raber kirin.
-
‘Rêveberiya Xweser a Rojava, mifteya çareseriya gelê Kurd e’
Çavdêrê siyasî Hewjîn Şehîd Faxreddîn rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û girîngiya yekrêzî û yekdengiyê di piştgiriya gelê Rojava de nirxand û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Rojava, mifteya çareseriya gelê Kurd e.”
-
Li Cezayîrê pêngava 16 rojî qediya lê têkoşîn didome
Jinên aktîvîst û femînîst ên ku beşdarî pêngava ‘Aktîvîzma 16 Rojî ya li Dijî Tundiya Li Hember Jinê’ bûn, anîn ziman ku ev roj têr nakin û divê têkoşîn bidome.
-
Der barê hunermend Pinar Aydinlar de lêpirsîn hat vekirin
Der barê Pinar Aydinlar de ji ber ku di çalakiya Civîna Dersimê de got: "Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e" der barê Pinar Aydinlar de lêpirsîn hat vekirin.
-
Li Tûnisê şîdeta li dijî jinên rojnameger zêde dibe
Di vê serdema ku azadiya raman û îfadeyê her diçe kêm dibe, li Tûnisê bi taybetî rojnamegerên jin, di dema peywirên xwe de tînin rastî gelek awayên şîdetê tên. Rojnameger Mounîa Arfaouî, xwest şîdeta li ser jinan were dîtin û zagon werin sererastkirin.
-
Soha ya Xezayî: Em dixwazin jiyanek bi rûmet bijîn
Jina bi navê Soha Jarour, ji ber êrîşên Îsrailê bi xatiya xwe ya ku felc bûyî re di çadirek biçûk de dijî û bi tiştên li ser dezgeyê difroşe hewl dide pêdiviyên xwe bicih bîne, got “Em dixwazin jiyanek bi rûmet bijîn.”
-
‘Divê jin li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn bibin yek’
Çalakvana mafê jinan a ji Yemenê Bahia Al-Saqqaf bal kişand ser polîtîkayên şer ên dewletên ku li Rojhilata Navîn serwer in û got ku divê jin li dijî êrişên qirkirinê yên li Rojhilata Navîn tê meşandin bibin yek.
-
‘Ji bo Rojava bi ruhê 2014’an em ê li qadan bin’
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li bakurê Kurdistanê ji bo piştevaniya bi gelê Rojava re kampanya hat destpêkirin. Jinan diyar kirin ku ji bo gelê Rojava wê bi ruhê 2014’an li qadan bin.
-
Piştgiriya jinên enternasyonal ji bo Şoreşa Jinan didome
Jinan ji Îtalyayê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo jinan pêyama “Têkoşîna we ji bo hemû jinên cîhanê ye” dan. Jinan gotin: “Bala me li ser êrişên li dijî konfederalîzma demokratîk û Rojava ye."
-
Li Bakur Rojhilatê Sûriyê 34 hezar û 703 zarok ji xwendinê bê par man
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî ragihand ku ji ber êrîşan 34 hezar û 703 xwendekar ji xwendinê bê par mane û got ku mafên zarokan hatine binpêkirin. Semîra got ku tenê li Şehbayê, ev hejmar 14 hezar e.
-
Jinên Kobanê: Em ê heta dawî destkeftî û şoreşa jinan biparêzin
Jinên Kobanê li hemberî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ku li ser gundewarên bajarê Kobanê pêk tên, bertek nîşan dan. Jinan gotin: “Em ê heta dawî destkeftiyên xwe û şoreşa xwe biparêzin.”