Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê li keça Kurd Zehra Rabbanî birî
Welatiya Kurd a 18 salî Zehra Rabbanî, ku di dema girtina xwe de temenê wê 17 sal bû, ji aliyê dadgeheke Îranê ve bi hinceta beşdarbûna xwepêşandanan bi 15 meh û 2 roj cezayê girtîgehê û 6 milyon Tûmen cezayê pereyan hate mehkûmkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine belavkirin, welatiya Kurd a 18 salî Zehra Rabbanî di dema girtina xwe de 17 salî bû ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Bojnûrdê ve bi tevahî 15 meh û 2 roj cezayê girtîgehê û 6 milyon Tûmen cezayê pereyan hate mehkûmkirin. Ji vê cezayê, 7 meh û 16 roj dê di nava girtîgehê de werin derbaskirin.
Cezayê herî giran 7 meh û 16 roj in
Rabbanî ji ber beşdarbûna xwe ya di xwepêşandanan de bi sûcên "civîn û hevkariya ji bo kirina sûcên li dijî ewlehiya navxweyî ya welêt", "çêkirina teqemeniyan" û "veguhastin û belavkirina wan" hate darizandin. Li gorî biryarê, cezayê herî giran ê 7 meh û 16 rojî dê li ser bê sepandin.
Tevî ku Zehra soz da beşdarî xwepêşandanan nebe jî hat binçavkirin
Zehra Rabbanî di 4’ê Çileyê de ji aliyê qereqola polîsan ve hate gazîkirin û soza ku dê tevlî xwepêşandanan nebe, da û îmze kir. Lê belê roja din hate girtin.
Ew piştî 45 rojan di binçavkirinê de ma, hat berdan.