rojane
-

Malbata Beluc hate binçavkirin: Zarok bi hewldanan hatin berdan
Hêzên ewlehiyê li Servanê bi ser mala malbatek Beluc a çar kesîde girtin û ew binçavkirin. Du zarokên malbatê ên biçûk bi hewldana kes û karên wan hatin berdan.
-

Gera biharê ya jinên gundê Tutmê
Niştecihên gundê Tutmê, yê li herêma Meredo li binarê Qendîlê, derketin ger û geşta biharê. Jinên gund, bi cilên rengîn ên Kurdewar, girîngiya xurtkirina têkiliyên civakî û yekîtiyê destnîşan kirin.
-

Kovara Jin bi mijara "Jin, Zarok û Tundiya Sîstemîk" hate weşandin
Kovara jin bi hêjmara 165’emîn bi navê "Jin, Zarok û Tundiya Sîstemîk" hate weşandin.
-

Rojnamegerî li seranserê cîhanê di bin êrîşê de ye
Ji Xezayê heta Sûdanê, ji Îranê heta Tirkiyeyê, rojnamevan tên kuştin, girtin û bêdengkirin. Azadiya çapemeniyê di 25 salên dawî de di serdema xwe ya herî tarî de derbas dibe.
-

Arîfa Bekir: Pêwîst e hevbeşî û wekhevî di destûra Sûriyeyê de hebe
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Arîfa Bekir derbarê rola jinan di destûra Sûriyeyê de axivî û tekez kir ku pêwîst e rola jinan di destûra Sûriyeyê de hebe.
-

Xizmên windayan: Heta heqîqet derkeve holê dê têkoşîna me bidome
Xizmên windayan li aqûbeta Nezir Tekçî û Ahmet Tekîn, kiryarên Mustafa Suman û Mehmet Şerîf Avşar pirsîn û banga edaletê kirin.
-

Deklerasyona 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat eşkerekirin
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk deklerasyona 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê di çarçoveya 15’ê Gulanê de çalakiyên cur be cur li dar bixin.
-

Rûyê şer ê nedîtî: Jin barê wêraniyê hildigrin
Şerê li Îranê wêraniya aborî ava kir, darba herî giran li karkerên jin hate dayîn. Li gel bêkarî, qutbûnên înternetê û xizaniya kûr dibe, jin hem ji kedê hem jî ji jiyanê hatin dûrxistin, krîz bi taybet li Rojhilat hê tundtir tê jiyîn.
-

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya hezar û 101’emîn li dar xistin
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya hezar 101’emîn ku li Qada Galatasarayê kom bûn, ji bo Mehmet Şerîf Avşar ê beriya 32 salan di bin çavan de hat qetilkirin edalet xwestin.
-

Li Efganistanê rojnamegerî di bin zextê de ye: Jinên rojnamevan tên dûrxistin
Raporên ku beriya 3’ê Gulanê Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê hatine weşandin, radixe ber çavan ku rojnamevan dibin rêveberiya Talîbanê de, rastî sansur, zextên zêde û gefan tên.
-

Mamosteyên li Sûdanê ji bo şermezarkirina rewşa xirab dikevin grevê
Ji bo şermezarkirina rewşa xirab a mamosteyan û derengketina mûçeyên mamosteyan ku ji ber pevçûnên zêdetirî sê salan e li Sûdanê didomin, mamosteyên li eyaleta Bakur dest bi grevê kirin.
-

Nergîs Mohammadî rakirin nexweşxaneyê
Çalakvana girtî Nergîs Mohammadî piştî ku du caran di girtîgeha Zencanê de ji ser hişê xwe çû, krîza dil derbas kir.
-

Li Mexmûrê ji bo bîranîna Denîz Çiya pêşengeh hat vekirin
Atolyeya Mona Lîsa ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bîranîna Denîz Çiya ku di dema êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê jiyana xwe ji dest da, pêşengeha wêneyan li dar xist.
-

Îtalyayê bang li KE’yê kir: Mafê hêviyê nas bikin
Kesayetên navdar ên Îtalyayê, ji bo naskirina ‘mafê hêviyê’ yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin.
-

Pêşengeha Pirtûkan a Tunisê ji bo zarokan deriyek nû vekir
Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Tunisê rojane bala gelek zarok û ciwanan kişand. Perwerdekaran balkişand ser girîngiya pirtûkan a di dûrxistina zarokan a ji telefonên destan û banga bihîstyariyê li malbatan kirin.
-

Hejmara Gulanê ya rojnameya Komînal derket
Hejmara sêyemîn a rojnameya Komînal a meha Gulanê bi berga “Sosyalîzma Civaka Demokratîk serkeftinê bi dest dixe” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Li Helebceyê karker nikarin mafên xwe bi dest bixin
Nebûna sîstema bi rêkûpêk ji bo diyarkirina mûçeyan û dadgeha kar yek ji sedemên sereke yên neheqiyê di jiyana kar de tê dîtin. Rêvebera Perwerde û Fêrbûna Pîşeyî ya Helebçeyê Tara Ebdullah got ku divê dozên kar zû werin çareserkirin.
-

Li Efganistanê şîdeta li dijî jinan zêde dibe
Di mehên Adar û Nîsanê de herî kêm 11 jin û 2 zarok li Afganistanê hatin kuştin. Jinekê jî xwe kuşt û 5 jin û zarok di êrîşeke asmanî de li Nangarhar, Pakistanê mirin. Ev îstatîstîk tundûya berdewam a li dijî jinan nîşan didin.
-

Ji Şaredariya Mexmûrê Sozdar Kara: Em hewl didin pirsgirêka avê çareser bikin
Endama Şaredariya Mexmûrê Sozdar Kara diyar kir li kêleka ambargoya heyî, şaredarî bi pirsgirêka avê re jî mijûl e û got: “Ji bo vê yekê me serlêdana derve jî kiriye û ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî em di nava hewldanan de ne.”
-

Stîvan Îbo: Felsefeya Ocalan mohra xwe li vejandina Ermeniyan da
Ji koordînasyona Meclîsa Jinên Ermen Stîvan Îbo tekez kir ku felsefeya Abdullah Ocalan mohra xwe li vejandina hemû civakan daye di warê bişavtin, qirkirin û koçberiyê de û got: “Bi fikra Ocalan îro civaka Ermen xwe kom dike.”