Xelata Chatham House ya 2026’an wê ji jinên Efganistanê re were dayîn

Xelata Chatham House ya 2026’an, ji ber "wêrekî û berxwedêrî ya wan a li hemberê zextên bipergalî ya li ser bingeha zayendî" ji jinên Efganistanê re hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – Chatham House, duh ragihand ku jinên ji Efganistanê tevî qedexeyên berfireh jî bi rêya xwepêşandan, hewldanên parêzvaniyê û hewldanên parastina gihîştina perwerdehiyê li dijî binpêkirinên maf û azadiyên xwe li ber xwe didin.

Rêxistinê, diyar kir berxwedana jinên Efganî bû sedem ku civaka navneteweyî balê bikşînê rewşa jin û zarokên keç û encamên vederkirina wan ji jiyana giştî.

Dîrektor û Seroka CEO’yê ya Chatham House Bronwen Maddox, wêrekiya jinên Efganî wekî nîşaneyekî îradeya tevgerek berfireh a ji bo parastina mafên jinan nirxand û tekez kir ku divê cîhan ji vê rewşê re bêxem nemîne.

Her wiha endama hevkar a Bernameya Asya-Pasîfîk a Chatham House Farzana Sheikh, diyar kir ku dayîna vê xelatê ya ji bo jinên Efganistanê di cihê xwe de ye û ev yek nîşaneya berxwedan û biryardariya wan e ku neyê jibîrkirin e.

Chatham House, rêxistineke navenda wê li Londonê ye û di qada avakirina polîtîka û lêkolîna jeopolîtîk û mijarên navneteweyî de xebat dimeşîne.