Xwendekarên jin ên Zanîngeha Dîcleyê bi tacîz û gefan re rûbirû ne!

Xwendekarên jin ên Zanîngeha Dîcleyê ku li yurda Îyaz Bin Ganem a di nava kampusê de dimînin, ji ber pirsgirêka rê her êvar bi tirsa tacîzê nîvsaet di riya tenha de dimeşin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Aydinê piştî ku Zeren Ertaş di qezaya esansorê de jiyana xwe ji dest da, xwendekarên ku li Tirkiye û Kurdistanê li yurdên zanîngehan dimînin, ji bo mercên jiyanê yên bi ewle çêbibin dest bi çalakiyan kirin. Mirina Zeren Ertaş, careke din pirsgirêkên ku xwendekar li yurdan dijîn anî rojevê.

Yek ji cihên ku pirsgirêk lê çêbûne jî Zanîngeha Dîcleyê ye. Bi taybetî bûyerên tacîzê ku xwendekarên yurdê bi wan re rûbirû dimînin, tevî ku bi salan e di rojevê de ye jî rayadaran hê jî çareserî nedîtine. Heta sal par, xwendekarên jin ên ku li yurda Selahedîn Eyyûbî ya ji derveyê kampusê, îsal li yurda Îyaz Bin Ganem a ku di nava kampusê de ye hatin bicihkirin. Li yurda ku berê lê diman ji ber ku saetên şevê wesayîd tunebûn, neçar diman di riya tenha û tarî de bimeşin. Dema ku dimeşiyan jî rastî tacîzê dihatin.

Xwendekareke jin rastî tacîzê hat!

Xwendekarên ku bi salan e çareserî ji pirsgirêkên wan re nehatine dîtin, du hefte berê girtin yurda nû. Li zanîngeha ku tevî guhertina yurdê jî heman pirsgirêk lê hene, şeva 26’ê Cotmehê jinek rastî tacîzê hat. Ji ber ku otobus heta yurdê naçin, dema ku xwendekar ku di ketina kampusê de peya bû, nîvsaet di riyeke tenha de meşiya rastî gotinên tacîzkar ên mêrek hat. Ji ber bandora bûyerê xwendekara jin dema ku gihîşt yurdê di ketina derî de ji hemdê xwe çû. Piştî ku xwendekar ji bûyerê agahdar bûn, bi dirûşmên “ji tacîzê re na” bertek nîşanî bûyera tacîzê dan.

‘Ez tu carî xwe di ewlehiyê de hîs nakim’

Yek ji Jinên xwendekar diyar kir ku li zanîngehê her dem bûyerên tacîzê çêdibin û tu tedbîrên ewlehiyê nayên girtin û behsa pirsgirêkên ewlehî û tendirustiyê yên li yurda lê dimînin ji me re kir.

Xwendekara ku em ji bo ewlehiyê navê wê nikarin bidin van agahiyan da: “Li yurda lê dimînim tu carî xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Otobusên şaredariyê her êvar saet di navbera 7-8’an di ketina kampusê de an bi gotinên ‘riya me nîn e’ yan jî ‘mesaî qediya’ me peya dikin. Me di ketina kampusê de peya dikin. Riya di navbera wê derê û yurdê de hem pir dirêj e hem jî tenha ye û wesayîdên sivîl tê de derbas dibin. Dema ku xwendekarên jin di navbera saetên 7 û 11’ê şevê de ji navenda bajar tên, neçar dimînin 25-30 deqe di riya tenha de heta yurdê bimeşin. Lembeyên li ser rê pir kêm in, li ser riya yurdê kamerayên ewlehiyê tune ne. Pir bêdeng e û ji alî ve bê ewlehî ye.”

‘Em hewl didin bi çend kesan re di wê riyê de bimeşin’

Xwendekarê got ku ew pola 3’yemîn dixwîne, çend sal in wan pirsgirêkan dijîn û wiha domand:

“Vê pergala ku her tiştî dike vê rewşê ji bo me rewa dibîne. Em li vê derê her şev di riya tarî de dimeşin. Em hewl didin dema ku çend kes hebin bimeşin. Jin hev nas nekin jî dema ku di rê de xwendekareke jin dibînin li benda wê disekinin lewre divê em hev biparêzin. Em hemû ji ber vê rewşê rastî tacîzê tên. Ne tenê li ve yurdê, li ya din jî heman pirsgirêk hebûn. Niha jî heman tişt e.”

Xwendakarê diyar kir ku tacîza ku çêbû jî ji ber vê rewşê qewimiye û got ku ligel pirsgirêka rê, li yurdê jî bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin. Her wiha diyar kir ku yurda beriya du hefteyan vebûye hê jî weke înşaetê ye û asansor naxebitin û bal kişand ku yek ji asansoran jî tevî ku deriyê xwe naxebite, her dem vekiriye.

‘Li yurdê kamera tune ye em her roj bi jehrê dikevin’

Xwendekarê got ku ne li ser riya yurdê ne jî di ketina wê de kamera tune ne û wiha axivî:

“Ji ber ku hê jî înşaet e xebat didomin. Nêzî du hefteyan e, her kesê ku dixwaze dikeve yurdê û derdikeve. Ez berê li yurda Selahedîn Eyûbî dimam. Beriya ku înşaeta wê derê xilas bibe me girtin vê yurdê. Li yurda berê em lê diman jî mêran bi cih kirin. Tevî van hemû pirsgirêkan xwarinên yurdê jî bi bi pirsgirêk in. Ji dema ku em hatine vê derê ve heta niha hema bibêje her hefte hevalên me jehrî dibin. Ji ber ku xwarin li yurdê çênabe, ji ya mêran ji me re tînin. Sedema çênekirina xwarinê jî îhtîmala rûxîna avahiya yurdê ye lê ev yurd hê nû çêbûye çawa dibe ku tiştek wisa bibe. Hema bibêje her kes bi jehrê ket. Yek ji wan jî ez im. Tevî ewqas pirsgirêkan, tu kes berpirsyariya xwe bi cih nayne.”

‘Bila me cidî bigrin’

Xwendekarê bi gotinên “Em dixwazin me cidî bigrin” bal kişand ku divê ji bo pirsgirêkên heyî derhal çareserî were dîtin û wiha bi dawî kir: “Di ware ewlehiyê de gelek pirsgirêkên me hene lê me cidî nagirin. Di saet 10’an de dema em dikevin yurdê jî li ser me ‘profîla jina maqul’ ferz dikin lê li cihê vê yekê dikin bila di warê ewlehiyê de tedbîran bigrin. Tenê em dixwazin mercên jiyanê baş bibin. Em xwendekar in dixwazin di mercên mirovî de bijîn.”