‘Qumar polîtîkayek taybet a li dijî jinan e’

Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza diyar kir ku her cihê lê qûmar bê lîstin yan jî bazirganî li ser jinan were kirin, tiliya desthilatdariyê tê de heye û piştgiriyê dide.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Lîstikên dagirkeran li ser gel û jinan bi dawî nabin. Dijminên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi xistin û qumarê hewl didin civakê birizînin.

Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza a bal kişand li ser polîtîkayên dijberî jinan a her ku diçe kûrtir dibe, wiha got: “Em dibînin jin ketine tora planên dijmin, civaka paşverû û desthilatdariyê. Rojane tên kuştin û tundî li wan tê kirin, û li ser wan qûmar tê lîstin. Ev rewşa ku jin dijîn, heta astekê ji ber nehişyariya wan e. Ji ber ku ger jin di aliyê fikir û zihniyetê de xwe bi pêş bixin û azadiyê hîs bikin, hewldan û têkoşînê ji bo azadbûn û daxwaza mafên xwe bikin, nakevin tora planek weke qumarkirinê.”

‘Di pişt perdeya lîstina qumarê de desthilatdarî heye’

Sara Reza da zanîn ku her cihê lê bê lîstin yan jî bazirganiya jinan were kirin, desthilatdarî piştgiriyê dide asayîş û aramiya Başûrê Kurdistanê erkên bingehîn ên desthilatdariyê ne û wiha domand: “Em dibînin zagon li hemberî van tewanan bêdeng in lê belê ew kesên ku daxwaza azadiyê dikin û ji bo mafên xwe têdkoşin tên girtin û hewl didin dengê wan qut bikin. Tenê di girtîgehan de wekî ku wezîrê civakê jî diyar kir, destdirêjî li ser girtîgehan heye. Di civaka Kurd de qumarkirin şerm bû lê belê bi saya desthilatdariyê hêdî hêdî di nava xelkê de ve rewşê asayî dikin. Ev jî plangeriya dewleta dagirker e ji bo berê ciwanan bide riyên şaş û xirab.”

‘Divê rêxistinên jinan xwedî helwest bin’

Sara Reza destnîşan kir ku derketina her diyardeyek weke qumarkirin û bikaranîna jinan ziyaneke mezin digihîjîne civakê û got: “Divê rêxistinên jinan dengê xwe derbixin û ev zilma li jinan tê kirin qebûl nekin. Lê belê mixabin rêxistinan jî bêdengî hilbijartine û li ser mafên jinan dengê xwe dernaxin.”