‘Ji ber êrişên dewleta Tirk 48 dibistan rawestiyan’

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Nesrîn Reşik a di kongreya Yekitiya Mamosteyan de amade bû bal kişand ser êrişên dewleta Tirk li dijî heremê û got, “48 dibistan rawestiyan, zêdetirî 8 hezar şagirt ji xwendinê bêpar man û 2 şagirt jî jiyana xwe ji dest dan.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 18’ê Hezîrana 2012’an de kongreya Yekitiya Giştî ya mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin. Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endama perwerdeya navdewletî ye ku rêxistinên mamosteyan û xebatkarên perwerdeyê li seranserê cîhanî di nava xwe de dihewîne. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara endamên yekitiyê 44 hezar û 371 e ji wan 20 hezar û 647 jin in.

Bi dirûşma “Bi keda mamosteyan em ê mirov û civakeke azad bigihîjînin" 2’yemîn Kongreya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna 150 kesan, hevserokên TEV-DEM′ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso û cîgira Desteya Perwerde û Fêrkirinê Dîlber Yûsif, li xwaringeha Marbela ya li Hesekê hat lidarxistin.

Di kongreyê de hevseroka Yekitiya Mamosteyan Nesrîn Reşk axaftina destpêkê kir û kongre li kesên di oxira belavkirina zanistê de canê xwe daye, tevahî zarokên di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Her wiha rapora yekitiyê ya 2 salan, rêziknameya hundirîn hat xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.

Bi Netewa Demokratîk nifşekî nû tê avakirin

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Nesrîn Reşik tekez kir ku li darxistina Kongra 2 yemîn bersiva hedefgirtina qada perwerdehiyê ye û wiha axaftina xwe domand: “Lidarxistina vê kongreyê û di van rewşên zehmet de peyameke girîng e ku em di têkoşîna xwe de dewam dikin û di bin sîwana paradîgmaya neteweya demokratîk a bi pêşkêşiya Rêber Abdullah Ocalan kêliyekê jî dev ji xebatê bernadin. Ji ber ku guhertina zîhniyet û şerê wê li ser milê mamosteyan e û ruxmî êrîşan xebatên dimeşînin. Ev karekî pîroz e."

Ji ber êrişan 48 dibistan rawestiyan

Nisrîn Reşik bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ji berê êrîşên li ser qada perwerdeyê pêvajoya perwerdeyê rawestiyaye û wiha axaftina xwe domand: “Di 4’ê Cotemehê de roja mamosteyan a cîhanî dewleta Tirk a dagirker êrîşî binsaziya herêmê û dibistanên me kir. Di encamê de 48 dibistan hatin rawestandin, zêdetirî 8 hezar şagirt ji xwendinê bêpar man û 2 şagirt jî jiyana xwe ji dest dan. Hedefa van êrîşan perwerdeya Neteweya Demokratîk a pir ziman, çand û aliyan têk bibe. Armanca me bi lidarxistina vê kongreyê ew e ku em asta perwedeya xwe bilindtir bikin .”

‘Êrîş ji bo qirkirina çand ziman û baweriya gelan tên kirin’

Nisrîn Reşik wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de nifşeke nû li ser hişmendiyek nû tê avakirin. Ji ber wê qada perwerdeyê tê hedefgirtin. Armanca dijmin destpêkê qirkirina zimanê Kurdî, çand û baweriya vî gelî ye. Em di wê baweriyê de ne ku kongre bibe layiq û bersivek mamosteyên me û misogeriya avakirina civakek azad û rêxistinek xurt.”

Kongre bi hilbijartina hevserokatiya Yekitiya Giştî ya mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.