Nehiştin cenazeyê Armîta Ground li Kirmaşanê were definkirin

Rejîma Îranê nehişt ku cenazeyê Armîta Ground a 16 salî ku li Îranê ji ber hicaba ferzkirî red kir, bi îşkenceya 'polîsên exlaq' de jiyana xwe ji dest da, li bajarê wê Kirmaşanê bê veşartin.

Navenda Nûçeyan - Li Tehrana paytexta Îranê, Armîta Ground a 16 salî dema ku dixwest bi hevalên xwe re li metroyê siwar bibe, ji aliyê “polîsên exlaq” ve bi hinceta pêk ne anîna hicaba ferzkirî, hatibû derbkirin û 28 roj di komayê de mabû.

Armîta Ground a ku di encama derbkirinê de bi giranî birîndar bû, di beşa lênihêrîna giran a li Nexweşxaneya Fecr a Tahranê ku 28 rojan lê hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de; malbata Armîtayê xwest cenazeyê keça xwe bibe Kirmaşanê û li wir defin bike lê belê rejîmê destûr neda. Her wiha hat diyarkirin ku îstîxbarata Îranê gef li malbatê xwarine û xwestine cenazeyê keça xwe li Goristana Beheştî Zerayê defin bike.