Piştî emeliyata dil Fatemeh Sepehrî cardin birin girtîgehê

Li Îranê girtiya siyasî Fatemeh Sepehrî, piştî emelyeta dil hê tedawiya wê temamnebûyî cardin birin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rojê destpêkê yê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku di 16’ê Îlona 2022’an destpêkirî de Fatemeh Sepehrî hatibû girtin. Di roja 25’ê Cotmehê roja Çarşemê ji girtîgeha Vakil Abad ku lê dimîne sewqî nexweşxaneyê kirin û emelyeta dil derbas kir. Parêzerê Fatemeh Sepehrî Hosro AliKordî di 28’ê Cotmehê de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal diyar kir ku hê tedawiya Fatemeh Sepehrî temam nebûye û rûxmê êşên wê yê giran heye wê birine girtîgeha Vakil Abadê.

Daxuyaniya parêzer Hosro Alikordî li ser hesabê Twitter (X) wiha ye:

“Girtiya siyasî Fatemeh Sepeherî, ji ber êşa zêde ya serê xwe ji aliyê norologekê ve hate muaîne kirin, êşa zêde ya ku bûye sedemê emelyatê, zeîfiya fizîkî û li rûxmê pêwîstî bi tedawiyê heye ji aliyê ekdarên girtîgeha Vakil Abad ve ji nexweşxaneyê cardin sewqî girtîgehê kirin. Hêzên ewlehiyê di heman demê de ji malbata Fatemeh Sepehri hemû zanyariyê tendirûstiyê girtin.”

Bi caran kete girtîgehê gav şûnde ne avêt

Fatemeh Sepehri û birayê wê Muhamed Huseyin di bin nameya ku di sala 2019’an de ji bo Serokê dînî Ali Hamaney îstîfa bike imzakirin cih digrin. Piştî mehan 13 parêzavanên mafê jinan li gel havalên xwe di nameyek din de cardin  banga rakirina komara Îslamî û avakirina hikumetek demokratîk kirin.

Fatemeh Sepehri di nav van salên dawî de gelek caran hate girtin. Fatemeh Sepehri beriya dû salan li girtîgeha Vakil abad a li Meşhedê 9 mehan ma hate berdan. Piştre dimenek ku dibêje ‘Ez bêdeng nabim ez ê vê riyê berdewam bikim’ weşand.

Di rojên destpêkê yên serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de di 1’ê Cotmehê de di serdegirtina malan a hêzên ewlehiya Îranê de, cardin hate girtin.

Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ew bi îdeaya ‘Bi dewletên dijmin re hevkarî’, ‘havkariyên veşartî û komkirin’, ‘Heqareta serok’ û ‘propagandeya li dijî rejîmê’ cezayê 18 sal ê girtîgehê lê birin. Ceza ji aliyê dozgeriyê ve hate erêkirin.