Gel ji bo Armîta Ground daket qadan

Şeva borî piştî belavbûna nûçeya mirina Armîta Ground, xwendekara 16 salî ku li Tehranê dijiya, welatiyên li çend taxên paytext Kerec û Şîrazê xwepêşandanek li dar xistin û diruşm li dijî desthilatdarên Îranê bilind kirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Tehran, Kerec û Şîrazê bi şev xwepêşandan hatin lidarxistin û kuştina xwendekara bi navê Armita Ground ku ji aliyê efserekî navdar ve rastî îşkenceyê hatibû, ji aliyê  rêxistinên mafên mirovan ve hat şermezarkirin.

28’ê cotmehê li ser torên civakî vîdyoyên bi dehan xwepêşanderan li çend deverên Tehrana paytexta Îranê belav bûn û xwepêşanderan dirûşmên “Bimre hikûmeta kujerên zarokan”, “"Sûcê mirinê binpêkirina vê parêzgehê ye”, “Bimre Komara Îslamî”, “Bimre Xamineyî” berz kirin.

28 roj di komayê de ma

Ajansa Nûçeyan a Îranê mirina Armîta Ground piştî komaya ku 28 rojan domiya, ragihand, Armîta Ground li rawestgeheke metroya Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve bi hinceta hicaba mecbûrî rastî îşkenceyê hatibû û 28 roj bûn di komayê de bû.

Tevî ku dihat texmînkirin cenazeyê Armîta Ground ji bo bajarê Karamanê were vegerandin lê piştî çend saetan daxuyaniya sersaxiya wê hat belavkirin û li gorî daxuyaniyê wê cenazeyê wê li Beheşta Zehrayê were veşartin.

Rayedarên Îranê îşkenceyê înkar kirin

Hêjayî gotinê ye ku rayedarên Îranê îşkenceya li ser Armîtayê red kiribûn û gotibûn ku ew ji ber tansiyona bilind di metroyê de ketiye erdê. Tevî dîmenên di kamerayê de jî wan înkar kirin.

Li aliyê din rojnameya Guardian Brîtanî daxuyaniyên du şahidan belav kir ku dibêjin Armîta Ground dema li metroyê siwar bûye, bi hîcab nebûye û polîsekî navdar bi wê re gengeşe kiriye.