Li Amedê deklarasyona hevpar: Ji niha ve ber bi pêşerojê ve banga azadiyê

Li Amedê di deklarasyona ji aliyê 172 saziyan ve hat îmzekirin de, hat destnîşankirin ku pirsgirêka demokrasiyê ji pirsgirêka Kurd cuda nayê dest girtin û wiha hate gotin: “Roj ew roj e ku Birêz Ocalan rasterast bi gelan re were cem hev.”

Navenda Nûçeyan – Daxuyaniya ku duh li Stenbolê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiyane ji aliyê 78 kesên ku di nav de siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û hunermend jî hene hat dayîn, îro li Amedê jî hat dayîn.

Rêxistinên civaka sivîl, komele û partiyên siyasî jî di nav de 172 sazî, li Hotêla Demîr a li navçeya Sûr a Amedê hatin gel hev û deklarasyona “Ji niha ve ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” eşkere kirin. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn flamayên “Aştî” û “Azadî” hatin daliqandin. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ve ya Tirkî jî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik ve hate xwendin.

‘Dixwazin sûcên ku li hemberî mirovahiyê meşrû nîşan bidin’

Di metna deklerasyona ku ji aliyê 172 rêxistinan ve hatiye îmzekirin de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga çareseriya pirsgirêka Kurd derket pêş. Tevahiya metna deklerasyonê wiha ye:

“Di bingeha pirsgirêkên civakî, şer û qirkirina xwezayê de, feraseta dewletê û polîtîkayên înkarê ya gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan heye. Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer û pevçûnan kurtir bike û bi vê rêyê dixwaze ku hemû berhevkirinê civakî werin tesfiyekirin û têkbirin. Em dibînin, pêkanînên ku wekî sûcên giran tên pênasekirin û pêwiste tu car li hemberî civakê pêk neyên, bi awayekî aşkere ji aliyê desthilatan ve pêk tên, serdest û rayedarên dewletê sûcdaran diparêzin, dixwazin sûcên ku li hemberî gel û civakê pêk tên meşrû nîşan bidin.

Gelê Kurd bi gefên giran re rû bu rû ye

Van sûcan, di vê demê de li Rojava/ Bakur-Rojavayê Sûriyeyê/ Filistîn, Qerebax, Ukrayna û li gelek cîhên din pêk tên ber bi çav e. Bi kurtasî em qala rewşeke ku navenda wê Rojhilata Navîn,yanî Mezopotamya û tevahiya cîhanê belav bûye dikin.  Gelê Kurd (ligel hemû destkeftiyên xwe) bi tehdîdên giran re rû bu rû ye. Gelên Ermenî û Ereb, gelên qefqas û balqanan di nav şer û pevçûnan de ne. Her wiha sîstema kapîtalîst çav berdaye hemû erdnîgariyên ku gelên cûda lê dijîn. Ev gel ji dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd bêpar tên hîştin û ji axa xwe tên koçberkirin,

Heke em li gorî tecrûbeyên dîrokî bifikirin, sîstema Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn parastina nirxên mirovahiyê  girtiye ser milê xwe berpirsiyariya xwe bi cih nayne. Li cîhanê serokdewletek yan jî siyasetmedarek nîne ku bi hêz û îradeya xwe van pirsgirêkên pergalî  çareser bike. Qaşo pêşengên siyaseta dinyayê, di şûna çareseriyê de, dibin sedema alozî û êşên ku pêk tên.

Abdullah Ocalan îradeya ji holê rakirina xetereyan ava kir

Birêz Ocalan pêşeng û siyasetmedarê yekemîn e ku bi pêşdîtînên xwe dikare pirsgirêkên pêşerojê yên li herêmê, li Rojhilata Navîn û li dinyayê biqewimin tespît bike. Di sala 2019 an de, hîn şer, pevçûn û qirkirinan dest pê nekiribû, bi pêşdîtinên xwe diyar kiribû ku pirsgirêkên ku di vê demê de li herêmê û li cîhanê pêk tên, ji aliyê civakî ve wê girantir bibin û bibin sedema qirkirinan. Wî anibû ziman ku “Ez dixwazim pêşî li derzên civakî û dîrokî bigirim” û rêbazên mîna lihevkirinên demokratik, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî têkevin meriyetê pêşniyar kiribû. Destên wî yên ji bo çareserî û aştiya navbera gel li hewa mabû û ji aliye hêzên serdest ve şerên bêsînor hatibûn pêşxistin.  Van tesbît û bangawaziyên, bi baweriya xwe ya azadî û heqîqetê anîbû ziman. Ji bo xetereyên ku wek çarenûs tên nişandan beralî bike, îradeyeke xurt nîşan dabû ku di kesayeta Kurdan de çareseriyê di asta gerdûnî de bixe xizmeta gelên cîhanê.

Paradîgmaya netewa demokratik bûye hêza çareserkirina pirsgirêkan

Nêrîn û pêşdîtînên Birêz Ocalan, baş hatiye fêmkirin ku li Tirkiyeyê pêkhatina demokrasiyê rasterast bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Tê zanîn ku demokrasî di destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê de şaş hatiye pênasekirin û bi vê pênasekirina şaş, hemû reng, deng, çand û ziman hatine înkarkirin. Sedema vê înkarê jî ew e ku komara Tirkiyeyê li ser bingeha netewdewlet û kapîtalîst a yek nasnameyî hatiye avakirin. Mixabin ev sedsal in ku sîstema netewdewlet li erdnîgariya me, rê li bêr sûcên giran ên ku li hemberî mirovahiyê pêk tên vekiriye. Birêz Ocalan ê bi hişmendiya çareserkirina pirsgirêkan derketiye rê û dest bi têkoşînê kiriye, paradigmaya çareseriyê afirandiye û di siyaseta jîyana azad de israr kiriye, nîşan daye ku ew aktorê bingehîn ê pêşketina polîtîk û demokratîk e. Perspektîf û pêşdîtîna birêz Ocalan a bi rêya hevdîtin û muzakreyan, bi rêbazên aştîyane, girîngiyeke dîrokî ya di asta stratejîk de ye.

Ji bo ku kurdan bi ziman, nasname û erdnîgariya wan re bigihîne statûyeke neteweyî, paradîgmayeke bi perspektîfa neteweya demokratik pêş xistiye, em îro dibînin ku ev paradigma, bi taybet bi mînaka Rojava, ji boTirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê buye hêza çareserkirina pirsgirêkan. Ev hêza nêrînên wî yên ekolojîk û azadîparêziya jinê, hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên vê demê û hem jî, ji bo pêşerojê ne.

Abdullah Ocalan aktorê herî polîtîk û zanayê ku dinya nêrînên wî esas digire

Êdî ji çar aliyên dinyayê gel, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî dibînin ku nêrînên birêz Ocalan, li hember pergala kapîtalîst bûne alternatîf û hêviya çareseriyê. Her çiqas birêz Ocalan li Îmraliyê hatibe tecrîtkirin û desthilatan xwestiye ku têkiliya wî jî dinyayê qut bikin jî, her dem ji bo ku krîzên heyî bi dawî bibin teoriyên çareseriyê bi pêş  xistiye. Xwestin ku bi rêya tecrîdê birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Lê ramanên wî gihîştine hemû gelan û tevahiya cîhanê. Birêz Ocalan niha li tevahiya cîhanê  aktorê herî polîtîk û zanayê ku dinya nêrînên wî esas digire ye. Hemû jinên cîhanê diyar dikin ku, pêşketina têkoşîna jinên Kurd a li gorî nêrînên birêz Ocalan  bandor li wan kiriye û ew ê jî tevlî vê têkoşîna ramana azad û jîyana azad bibin, têkoşîna jinê geş bikin, bipêş bixin û dibêjin pergala tecrîda Îmraliyê ya ku Birêz Ocalan tê de ye, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û pêwiste demildest ev tecrît bi dawî bibe, rêgez û rêbazên gerdûnî yên ji bo Nelson Mandela pêk hatin, jî bo Birêz Ocalan jî divê pêk werin. 

Roj ew roj e ku Ocalan bi gelan re were cem hev

Lê tê zanîn ku ev 25 sal in hemû mafên Birêz Ocalan ên huqûqî tên binpêkirin û bi cih nayên. Ya girîngtir, ev ji 30 mehan zêdetir e tu agahî jî Birêz Ocalan nayê girtin. Di serî de divê hevdîtinên parêrez û malbatan bi Birêz Ocalan û girtiyê Îmraliyê re werin kirin, agahiyên zelal ji Îmraliyê werin girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî pêwiste şert û mercên têkoşîna siyasî û pêkhatina muzakereyan ji bo Birêz Ocalan bên afirandin ku hevî û bendewariyên gelê Kurd û gelên cîhanê yên ji aliyê civakî û siyasî ve pêk werin. Roj ew roj e ku Birêz Ocalan rasterast bi gelan re were cem hev da ku rola xwe ya aşitî û azadiyê pêk bîne.”

Sazî û partiyên siyasî yên ku deklerasyon îmze kirine wiha ne: Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Federasyona Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED), Şaxa Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re (TUHAY-DER) ya Amedê, Şaxa TUHAY-DER a Edeneyê, Şaxa TUHAY-DER’a Mêrsînê, Şaxa TUHAY-DER’a Îzmîrê, Şaxa TUHAY-DER’a Stenbolê, Şaxa TUHAY-DER’a Wanê, Şaxa TUHAY-DER’a Êlihê, Şaxa TUHAY-DER’a Mêrdînê, Şaxa TUHAY-DER’a Şirnexê, MEBYA-DER a Amedê, Nûnertiya MEBYA-DER’ê ya Bismil, Farqîn û Pasûrê, MEBYA-DER a Cizîrê, MEBYA-DER a Êlihê, MEBYA-DER a Mêrdînê, MEBYA-DER a Wanê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Alim-Der a Amedê, Komeleya Lêkolînên Zanistên Olî ya Wanê, Komeleya Lêkolînên Ol û Baweriyan a Meşînê (MDÎAD), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê ya Îzmîrê, Kongreya Demokratîk a Îslamê, Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê, Platforma Îxrackiriyan a Amedê, Meclisa Jinan a KESK’a Amedê, Şaxa BES’ê ya Amedê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Bismilê, Şaxa BTS’ê ya Amedê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çermûgê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çinarê, Şaxa DÎVES’ê ya Amedê, Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Gêlê, Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê, Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê, Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê ya Amedê, Meclisa Jinan a Egîtîm Senê, Akademiya Kedê ya Amedê, Şaxa Hejmar 1 a Genel Îş’ê ya Amedê, Şaxa Hejmar 2 ya Genel Îş’ê ya Amedê, Şaxa Haber Senê ya Amedê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hênê, Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Karazê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Pasûrê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Liceyê, Nûnertiya SES’ê ya Bismilê, Nûnertiya SES’ê ya Erxeniyê, Meclisa Jinan a SES’ê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Farqînê, Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Amedê, Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Amedê, Şaxa YAPI YOL SEN’ê ya Amedê, Şaxa BES’ê ya Êlihê, Şaxa BTS’ê ya Êlihê, Nûnertiya DÎVES’ê ya Êlihê, Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Qûbînê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hezoyê, Nûnertiya ESM’ê ya Êlihê, Nûnertiya Genel Îş’ê ya Êlihê, Nûnertiya HABER SEN’ê ya Êlihê, Şaxa PETROL ÎŞ’ê ya Êlihê, Şaxa SES’ê ya Êlihê, Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Êlihê, Şaxa YAPIYOL SEN’ê ya Êlihê, Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Mêrdînê, Nûnertiya Egîtîm Sen’ê ya Qoserê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê, Şaxa BES’ê ya Mêrdînê, Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Mêrdînê, ÇEVDER a Mêrdînê, Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê, Şaxa Genel Îş’ê ya Şirnexê, Platforma Şaxan a KESK’a Colemêrgê, Şaxa Genel Îş’ê ya Colemêrgê, Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mûşê, Platforma Şaxan a KESK’ê ya Rihayê, ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê (13 şax), Nûnertiya Odeya Endezyarên Makîneyê, Şaxa Egîtîm Senê ya Sêrtê, Şaxa SES’ê ya Sêrtê, Şaxa BTS’ê ya Sêrtê, Şaxa BES’ê ya Sêrtê, Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Sêrtê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê (32) sazî, Komeleya Çavdêriya Koçberiyê, Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhedê, Komeleya Şopandina Koçberiyê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Koçberî û Penaberan a Çukurovayê, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Jinan a Starê, Komeleya Jinan a Mîmozayê, Komeleya Dema Jinan e, KASED, MA Music, ŞanoWan, Jîn Art, Şanoya Bajêr, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Aryenê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê, Navenda Çanda Mezopotamyayê (Stenbul), Navenda Çanda Mezopotamyayê (Qoser), Navenda Çanda Baharê,  Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê, Platforma Demokrasiyê ya Bedlîsê (10 sazî), Şaxa Genel Îş a Bedlîsê.