'Li ber çavên hemû cîhanê Filistînî tên qetilkirin'

Serokê Dewleta Filistînê Mahmûd Abbas diyar kir ku li Xezayê Filistînî li ber çavên hemû dinyayê tên qetilkirin û wiha got ku bi hevdîtineke awarte ji serokên welatên Ereb re xwestine dawî li êrîşên Îsraîlê bînin.

Navenda Nûçeyan – Lijneya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê ji bo geşedanên dawîn gotûbêj bike civiya. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA; Serokê Filistînê Mehmûd Abbas di axaftina xwe ya di civînê de banga civîneke awarte li serokên welatên Ereb re kir ji bo rawestandina êrîşên hovane yên li dijî gelê Filistînê û doza wan, ji bo têkoşîna li dijî kêşeyên navçeyî û navneteweyî, ji bo ku gelê Filistînê her tiştî bikin. Di nava axa xwe de bimînin û ji bo bidawîkirina dagirkirina axa dewleta Filistînê ku paytexta wê Qudis e.

'Gelê me li ber çavên cîhanê rastî qirkirinê tê'

Mehmûd Abbas bal kişand ku doza Filistînê di rojên pir dijwar re derbas dibe û got; "Gelê me yê li Xezayê li ber çavên hemû cîhanê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve rastî qirkirin û qetlîamê tê.”

Mehmûd Abbas diyar kir ku wan hemû hewldanên xwe dane ji bo rawestandina êrîşan ji kêliya ewil ve û bi awayekî xurt bi rêberên cîhanê re danûstandin kirine û got ku desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku tevî pêşnûmeya biryarê ya daxwaza "agirbesta mirovî ya bilez, daîmî rawestandina şer" li Xezayê dike, hêzên Îsraîlê dest bi êrîşên bejayî kirine û bi tundî Xezayê bombebaran kirin.

'Çawa dikarin li hemberî qetilkirina zêdeyî 3 hezar zarokan bêdeng bimînin'

Mehmûd Abbas got: "Çawa meriv dikare li hemberî kuştina zêdeyî 3 hezar zarokên Filistînî bêdeng bimîne? Meriv çawa dikare li hemberî bombebarana nexweşxaneyan bêdeng bimîne? Meriv çawa dikare li hember vê wêrankirina hovane û cezakirina xelkê sivîl bêdeng bimîne?

'Ez hemû mirovên azad ên di nav piştgiriyê de silav dikim'

Mahmûd Abbas ji bo xwepêşanên ku ji bo piştevaniya bi Filistînê tên lidarxistin nirxandin kir û wiha got: "Ez silavan li Filistîniyên li Filistînê, li sirgûnê, li kampan, li dîasporayê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê yên ku piştgirî û helwesta xwe ya jidil li gel rewa nîşan didin, silav dikim.

Bang li welatan kir ku zextê li Îsraîlê bikin û li dijî Filistîniyan şer bikin

Mehmûd Abbas bang li hemû welatên cîhanê kir ku zextê li Îsraîlê bikin da ku xwîna gelê Filistînê nerijîne û ji gelê Filistînê jî xwest ku li dijî şerê hêzên Îsraîlê li dijî gelê Filistînê dimeşînin, bibin yek. Filistîniyên li Xeza, Şerîeya Rojava û Qudisê banga têkoşînê li dijî dersînorkirinê û Neqbayeke nû (Karesata Mezin) kir.

'Xeza wê bibe parçeyeke bingehîn a dewleta Filistînê'

Mahmûd Abbas behsa ji nû ve avakirina hemû tiştên Îsraîlê li Xezayê hilweşand, wiha berdewam kir û got : "Xeza beşa sereke ya dewleta Filistînê, Qudisa Rojhilat û Şerîeya Rojava ye wê wek xencerekê di qirika êrîşkaran de bimîne. Bi misilman û Xirîstiyanên li Qudisê wê bi pîrozgehên xwe paytexta me her dem bimîne.”

 

Biryara Îsraîlê berfirehkirina êrîşan e

Ji aliyê din ve Binyamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant û Wezîrê Parastinê yê berê Benny Gantz ên ku tevli kabîneya şer a piştî 7'ê Cotmehê hat avakirin bûn, li paytext Tel Avivê derketin pêşberî çapemeniyê. Binyamin Netanyahu diyar kir ku kabîneya şer û kabîneya ewlehiyê bi yekdengî biryara berfirehkirina êrîşên bejayî dane û derbasî qonaxa duyemîn a şer bûne.

Piştî operasyona Hamasê ya bi navê 'Tofana Eqsayê' ya di 7’ê cotmehê de hat lidarxistin, êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîl û wargehên li Xezaya Filistînê didomin. Li gorî daneyên dawî; di êrîşên ku ji Xezayê hatin kirin de hezar û 400 Îsraîliyên ku 310 jê leşker in jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 132 îsraîlî jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiye ya Filistine ya li Xezayê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê da 3 hezar ü 195 zarok û hezar û 863 jinan jiyana xwe ji dest dane 7 hezar ü 703,  19 hezar û 743 kes ji birîndar bûn. Li herêmê piranî ji ber bombebarana Îsraîlê 25 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan.