Kovara Jinê bi manşeta ‘Parastina şoreşa di dorpêçê de’ derket

Hejmara 35’an a Kovara Jinê bi manşeta “Parastina şoreşa di dorpêçê de” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 33. a Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin vê hefteyê bi manşeta “Parastina şoreşa di dorpêçê de”  derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovar di hejmara xwe ya dawî de balê dikişîne ser êrişên li dijî Şoreşa Rojava û şerên berjewendiyê yên dewletên navneteweyî.

Nivîsên di hejmara nû ya Kovara Jinê de hatin weşandin wiha ne:

* Krîza pergalê, derfet û dibêtî / Nîlufer Şahîn

* Li Rojhilat hate revandin: Revandina Werîşe Mûradî ji hêla Îranê ve / Dr. Hawzhîn Azeez – Werger

* Femînîsta filistînî Khdeir: Ji bo ku bidawîbûna vê dagirkeriyê bibînim dê heta dawiya emrê xwe têbikoşim / Capire - Werger

* Kovara Jinê ya ku bi cudahiya xwe piştevaniyê dewlemend dike, baş e ku tu heyî / Zuhal Atlan