RJAK: Li Başûrê Kurdistanê bûyerên kuştina jinan tên veşartin

RJAK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dozên weke ya parêzer Naz û bi sedan kesên din bi awayekî ne rast ji raya giştî re hatine ragihandin û hat gotin ku bi vê yekê wê nekaribin pêşî li gumanan û li çalakiyên li dijî van bûyeran bigrin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) der barê veşartina bûyerên qetilkirina jinan û eşkerenekirina kujerên wan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Başûrê Kurdistanê jin di bin gefa kuştin û tundiyê de ne, her roj nûçeyên bi vî rengî dibihîsin û dibînin, hinek ji van bûyeran, di bin navê kesên kiryar nediyar de diqewimin her wiha kuştin û mirina gelek jinan jî bi guman e.”

‘Divê sedema mirina bi guman a mamosteyan zelal bibe’

Di daxuyaniyê de behsa mirina bi guman a mamosteyên bi peyman hat kirin û di dezgehên girêdayî desthilatdariyê rexne li desthilatdar û wezîr hat kirin û wiha hat gotin: “Herî dawî bûyere mirina jineke bi guman li gundê Havînka yê devera Barzanê rû da û mamosteya bi navê Cîhan Taha ya 35 salî jiyana xwe ji dest da lê hat ragihandin ku bûyereke qezaya trafîkê bû. Lê di rastiyê de, wê bûyerê gelek şîrove bi xwe re anîn ku bi îhtimaleke mezin tişta têkildarî bûyerê hatiye ragihandin ne rast e û bûyer bi guman e. Ji ber ku gelek bûyerên bi vî rengî berê li vê herêmê qewimîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo kesekî dilpak û rastbêj wek mamoste Cîhan Taha, wek kiryarên nenas, dibe ku desthilatdar bi xwe sûcdar be û wek doza parêzer Naz û bi sedan kesên din ên bi vî rengî bi awayekê ne rast ji raya giştî re hatine ragihandin. Lê belê ev yek wê nekaribe şik û gumanê di nava çalakvanên hişyar û rewşenbîr ên civaka me de ji holê rake.”

‘Heta encamek pê bawer divê li ser vê dozê bisekinin’

RJAK’ê bang li çalakvanên civaka sivîl û jinan kir ku heta encameke pêbawer bi dest nexin, bi cesaret li ser vê dozê rawestin û wiha hat gotin; “Ji kerema xwe re dest jê bernedin da ku nebin sedema dozek veşartî ya bi vî rengî. Her wiha kuştina ku tê paşguhkirn, gumana ji jinan a bi hincetên bê bingeh wek (xwekuştin, xweşewitandin, xwexeniqandin) têne dîtin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên jinan û çalakvanên jin hat kirin ku di vê mijarê de helwesteke cidî bigrin, paşguh nekin û di nava jinan de koordînasyoneke xurt ava bikin. Her wiha li ser mijarên bi vî rengî bisekinin heta ku encamek erênî ya pêbawer bê girtin. RJAK’ê herî dawî diyar kir ku pergala serdest a civakê ango pergala baviksalarî di vî alî de xwedî ezmûneke xirab û neyênî ye.