Bi qûtkirina ava Elokê re milyonek û 500 hezar kes bê ava paqij man

Hevseroka Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê Newar Mehmûd Sebrî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker peymanan binpê dike û binsaziya herêmê hedef digre bi wê yekê hewl dide pergala neteweya demokratîk hedef bigre.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Stasyona Elok, nêzî 10 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Serêkaniyê û ji çavkaniyên ava wêstgehê, 30 bîrên irtiwazî û 8 pompeyan pêk tê. Stasyona Elok jêdera sereke ya ava paqij e ji bo parêzgeha Hesekê. Di sala 2013’an de ew stasyon hatibû avakirin û rojane 175 hezar metre kabik ava vexwarinê dida. Dewleta Tirk a dagirker cara yekemîn piştî dagirkirina Serêkaniyê di 29’ê Cotmeha 2019’an de avê ji ser Kantona  Hesekê birî, di encamê de milyonek û 500 hezar niştecihên Hesekê bê ava paqij man û yek ji krîzên mirovî yên herî mezin di şerê navxewyî yê li Sûriyeyê de derket holê. Piştî wê jî gelek caran qutkirina avê weke beşeke ji şerê taybet li dijî gelê rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Li Kantona Hesekê 4 kampên mezin hene, kampa Waşokanî, kampa Serêkaniyê, kampa Erîşa û kampa Holê.

‘Ji ber qutkirna ava Elok nexweşî çêbûne’

Bi navbeynkariya Rûsyayê peymana avê li beramberî elektrîkê hat ragihandin ku Rêveberîya Xweser elektrîkê bide deverên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de û li beramberî wê Tirkiye avê bide deverên Rêveberiyê lê ev peyman ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê binpêkirin û gelê herêmê û koçber krîza avê dijîn. Di 4’ê Cotmehê de careke din dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê û yên şer êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di van êrîşan de binsaziya herêmê hat hedefgirtin, stasyonên kehrebeyê hatin hedefgirtin ji bo wê jî stasyona Elok hat rewastandin .

Ji bilî wê jî ji ber qutkirina ava Elok krîzeke mezin ku tenduristiya jin û zarokan dixe xeterê derket holê. Li gorî nexweşxaneya gel a bajarê Hesekê ku di sala 2022’an de 1772 zarok, 196 jin nexweş ketin. Di sala 2023’yan de 920 zarok, 151 jin bi nexweşiyê ketin.

‘Li dijî milyonan sûcê şer tê kirin’

Hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Newar Mehmûd Sebrî teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina binsaziya herêmê sûcekî dijmirovî pêk tîne û wiha anî ziman: “Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve ava stasyona Elokê her dem hat qutkirin û bi xwe re gelek krîzan ji xelk û koçberên Kantona Hesekê re anî. Beriya demekê peymanek hat çêkirin ji aliyê Rûsya ku Rêveberiya Xweser ve. Li gorî wê dê Rêveberiya Xweser kehrebe bide stasyonê û stasyonê jî avê li Hesekê belav bike. Piştî vê peymanê rewşa avê heya astekê baş bibû lê di 4’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî binesaziya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encamê de stasyona kehrebeyê hat hedefgirtin û av li ser stasyonê Elokê hat rawestandin. Niha jî xelkên Hesekê krîza avê dijîn û ji wê demê ve heya niha ava stasyona Elok nehatiye Hesekê.”

Newar Mehmûd Sebrî wiha axaftina xwe domand: “Krîza avê gelek krîzan bi xwe re anî hem di aliyê tendursitî, hem jiyanî, hem jî aborî de. Em çima dibêjin aborî her kes nikare avê bikire, li Hesekê 4 kamp hene, koçber in aboriya wan têrê nakê, şêniyên bajêr jî wisa. Em bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku krîza avê were çareserkirin. Peymana ku hatiye dayîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat binpêkirin. Pêwîst e dewleta Tirk ji ber kiryayên dijmirovî were cezakirin. Ji ber ku ava Elok wekî çekê bi kar tîne.”