Li Şengalê jin li dijî tecrîdê meşiyan

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ ya hatibû destpêkirin, jinan li Şengalê meşek girseyî lidar xistin.

Şengal – Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ ya hatibû destpêkirin, li Şengalê çalakî didomin. Jinan bi pêşengiya Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê meşek girseyî lidar xistin.

Piştî bidawîbûna meşê ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê Fatme Berhew ve daxuyanî hat dayîn.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Di daxuyaniyê de bal li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk, PDK û hikumeta Iraqê ve hat îmzekirin hat kişandin û wiha hat gotin: “Îmzekirina peymana 9’ê cotmehê ya di sala 2021’an de ji aliyê Hewlêr û Bexdayê ve êrîşeke li hember hemû pêkhateyên Şengalê. Di heman demê de berdewamiya komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. ji ber ku em ji nava kortika nezaniyê xilas kirin û bû ronahiyek ji riya me re. Ev 7 salin li ser vî fikrê azad em xwe perwerde dikin.

Emê weke jinên Ereb yê Şengalê ta azadiyê emê li ser fikrê Rêber Apo bimeşin. Ji bo wê jî em dibêjin ger ku em ji bo azadiya Rêber Apo tekoşîn nekin, em ê azadiya Şengal jî ji dest bidin. Azadiya Rêber Apo bingehê aşitiyê ye û azadiya herêmê û ya jinê bi azadiya Rêber Apo re pêkan e.”

Daxuyanî bi diruşmeyan bi dawî bû.

‘Bi saya fikrên wî em têdikoşin’

Rîm Salih Xideyir a beşdarî meşê bûbû da diyar kirin ku wan bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna xwe nas kirine û wiha got: “Îro em vê meşê ji bo azadiya Rêber Apo dikin û doza azadiyê dikin. Ew zindan zilmek e, ji bo wê jî weke jinên ereb me dest bi çalakiyê kiriye. Ger ne ji Rêber Apo bûya îro em li vir wekî jin kom nedibûn û me dengê xwe bilind ne dikir. Bi saya fikirê Rêber Apo em serî radikin û tekoşîn dikin.”

‘Ji bo hilweşandina zindanê em ê her tiştî bikin’

Duniya Ebid Casim jî wiha got: “Em çi bêjin ji bo wesifdayina Rêber Apo wê kêm be. Azadiyekî ku ji xeyalê me mestir da me. Ji bo ku em wê zindanê hilweşînin em ê her tiştî bikin. Fikr hemû wî da me, ji bo wê jî ez çi bêjim wê kêm be. Em ê ne tenê bi meşan, çi pêwîst bike em ê bikin. Em rihê xwe jî di ber Rêbertiya xwe de feda dikin.”