Xizmên Windayan di hefteya 780’an de daxwaza edaletê kirin

Li Amedê xizmên Windayan, aqubeta Nurî Dayan û Omer Onen ên hatin windakrin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan di çalakiya bi dirûşma ‘Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin’ hat lidarxistin de di hefteya 780’an de hatin ba hev.

Girseya ku li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rêzana Amedê kom bû, li aqubeta Nurî Dayan û Omer Onen ên ku di 14’ê Çileya 1994’an de li navçeya Xana Axper a Amedê hatin windakirin pirsîn.

Bersiv dan Meral Akşener

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev 30 sal in ji bo dîtina windayan û pêkanîna edaletê têdikoşin û got: “Hinek kesan bi gotina ‘merdane’ behsa cînayetên kiryar nediyar jirine. Em vê binavkirinê weke li xwe mukurhatin dinirxînin. Seroka giştî ya partiyeke siyasî ku wê demê, wezîra karên hundir bû bi vê daxuyaniyê li xwe mukir hat. Bi taybetî, li dijî Kurd û muxalifan cînayetên ku hatine kirin weke çavkaniya pesindanê dibîne, bi vê li xwe mukurhatinê careke din derxist holê. Ji bo dest ji vê nêzîkatiyê were berdan divê hesab bide.”

‘Em dixwazin gorek wan hebe’

Piştî Ercan Yilmaz hevjîna Omer Onen Nezîre axivî. Nezîre Baran, da zanîn ku piştî hevjînê wê bi Nûrî Dayan re bi traktorê diçû cihekî, carek din venegeriyaye û wiha got: "30 sal derbas bûn. Ez li wî û hevalên wî digerim. Ev êş nayê jibîrkirin. Ez wan bi bîr tînim. Ez di riya wan de dimeşim. Em dixwazin gorek wan hebe. Dewletê hem winda kir, hem jî her roj dihatin mala me. Ji min pirsa, 'Ma hevjînê te tevlî PKK'ê bû?' dikirin. Me ji wan re digot 'na', we ‘winda kir.’ Me piştî zilma dewletê koçî Amedê kir. Îro neviyê min bû 13 salî. Em vê riyê didomînin. Ger em bimirin jî dê neviyên me berdewam bikin. Em ê vê têkoşînê berdewam bikin.” 

‘Carek din ji Omer Oner û Nûrî Dayan agahî nehat girtin’

Di çalakiyê de endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê Berfîn Elçî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di roja bûyerê de Omer Onen ê ku li gundê Axtepe yê Çinara Amedê dijiya, di Sibata 1994’an de bi cîranê xwe Nurî Dayan re ji bo heyvanên xwe yên winda bûne bibînin ji gund derdikeve, ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî bûyerê bi qasî 6-7 mehan gundiyên gundê Tavuklu yê navenda Amedê traktoreke hatiye terikandin dîtin. Traktor hatibû gulebarankirin û motora wê hatibû derxistin. Ev bûyer fikra qetilkirina Omer Oner ê ku di bin zextên dewletê de bû, gelek caran hatibû binçavkirin xurtir dike. Malbatên Oner û Dayan ji ber zextên giran ên leşkeran, ji bo tu saziyan serlêdana fermî nakin. Malbatên ku bi hewldanên xwe agahî şandin gundên derdorê û hewl didan agahiyan bi dest bixin, careke din ji Omer Oner û Nûrî Dayan agahî negirtin.”

Piştî daxuyaniyê, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.