‘Ger cînayet bi ‘merdane’ pêk hatibe çima hê ev sûc di tarîtiyê de ne?’

Dayîkên Şemiyê li failên Abdullah Canan ku beriya 28 salan li Geverê hatî windakirin pirsîn, di çalakiyê de bang li Meral Akşener ku gotibû cinayet bi awayek ‘merdane’ hatiye pêkanîn kirin.

Stenbol – Dayîkên/Mirovên Şemiyê di çalakiyê hefteya 982’an de, li failên xizmên xwe ên dibin çavan de hatin windakirin û qetilkirin pirsîn û bi daxwaza darazandina failan çalakî li darxistin.

Vê hefteyê şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), endamên Komîsyona girtîgehan û siyasetmedar û gelek parêzvanên mafê mirovan piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê ku li qada Galatasarayê hatin ba hev.

‘Çima hê ev sûc di tarîtiyê de ne?’

Beriya çalakiyê Seroka Şaxa Stenbulê a ÎHD Gulseren Yolerî, gotina Meral Akşener a derbarê ên ku dibin çavan de hatin windakirin bikar anî bibîr xist û got:

“Meral Akşener di daxuyaniya ku dayî de îşaret bi cînayetên siyasî ên salên 90’an kir û îfadeya ‘merdane’ bikar anî. Em dixwazin bal bikşînin li ser vê yekê ku ev daxuyanî li sûcê xwe mikur hatin e.  Di rastiya wê rojê de, hat îdeakirin ku ji aliyê hêzên tarî ve hate kirin, heta roja îro bi awayek demkî cînayetên siyasî ên bivî awayî tên kirin, windakiriyên di bin çavan de gotina bi awayek ‘merdane’, sûcên ku wê rojê hatin di heman demê de pesnkirine. Ger ‘merdane’ pêkhatibe, çima ev sûc di taritiyê dene? Çima fail wê di xwe eşkerekirinê de di tirsin? Çima ji darazandinê di tirsin? Çima em ev 28 sale derbarê windayên dibin çavan de ji bo heqîqet derbikeve, edalet pêk were em neçar in têkoşînê bikin? Çima em her hefte ji heqîqet û bikuj li ber çavê civakê eşkere dikin bi qedexe, zextan hewla bêdengkirina me didin? Em vê cardin vê li ber civakê di pirsin.”

 ‘Li failên Abdullah Canan pirsîn’

Gulseren Yorelî piştre metna çapemeniyê xwend. Di çalakiya vê hefteyê de li failên Abdullah Canan ê 43 salî ku di sibeha 17’ê Çileyê 1996’an de li navçeya Gever a Colemêrgê pirsî û wiha hate gotin: “Di hefteya 982’an de, em carek din bi bîrdixin, hilweşîna baweriya li bermaberî nirxên bingehîn ên hiqûqê, heta ku gefa li aştî û aramiya civakê dike û bê cezatî dawî lê neyê, bilindahiya hiqûqê nayê parastin û ji bo hemû kesan sîstema edlane ya darazandinê nayê avakirin. Em di hefteya 982’an de ji bo failên tê zanîn bê ceza hiştin, ji bo Abdullah Canan edaletê dixwazin.”

‘Binçavkirin hate înkarkirin’

Gulseren Yolerî, bi bîr xist Abdullah Canan karsazek ku li Geverê jiyan dikir û wiha got: “Abdullah Canan di sihara 17’ê Çileya 1996’an de ji bo biçe Colemêrgê li ser rêya Gever û Wanê erebeya wî hat sekinandin û hat binçavkirin. Ew bi wesayita zirxî birin Tabura Komandoya Çiya ya Geverê. Malbatê serî li meqamên navxweyî û navneteweyî hemûyan xist. Lê belê hat înkarkirin ku hatiye binçavkirin. Di 21'ê Sibata 1996'an de cenazeyê Canan ê îşkence lê hatibû kirin ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Canan bi guleyên ji mesafeya kurt hatibû berdan hatibû kuştin. Piştî qetilkirina wî malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da û giliyê Mehmet Emin Yurdakul kir.”

Gulseren Yolerî, diyar kir ku li Tabura Geverê Kahraman Bilgiç îtiraf kir ku Canan bi îşkenceyê lêpirsîn kirine. Li ser fermana Mehmet Emin Yurdakul, fermandar Nihat Yigiter Canan bi çekê kuştiye û anî ziman di danişînê de bersûc beraetkirin û DMME'yê jî Tirkiyeyê mehkûm kiriye.

‘Divê ji nû ve bên darizandin û cezakirin’

Gulseren Yolerî, wiha axivî: “Divê dewlet berpirsyartiya windakiriya Abdullah Canan bigre ser milê xwe. Divê mertalên parastinê yên li ser kiryarin werin rakirin û cardin werin darazandin. Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê ji bo hemû windakiriyên xwe daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Dewlet divê li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigere.”

'Ez bi kîn û nefret şermezar dikim'

 Kurê Abdullah Canan Vahap Canan jî di axaftina xwe ya di çalakiyê de wiha got: “Ez wek kesekî ku bavê xwe di cînayetên salên 90’î de windakir dibêjim, di salên 90’î û beriya vê ku hûn dibêjin, ‘bimerdane’. Bi salan piştî ku doza bavê me der barê şewitandina gundê me de vekir, em dubare dibînin ku dewletê tazmînat daye û qatilê çeteyê Geverê Serdar Mehmet Emîn Yurdakul e. Kesên hewl didan çeteyên Geverê bimaf bikin hebûn. Hewl didin me bi komeke ji 10 kesan pêktê li vir asê bikin, ev ne tiştekî rast e. Bi hezaran windahiyên me hene. Weke Mirovên Şemiyê, em dengê  hemû windahiyan in. Em ê her tim bibin dengê windahiyên xwe jî. Yên beriya me û nifşê piştî me bên, teqez dê dev ji vê lêgerîna mafan bernadin. Em ronahiya mûmê ne, em pêşerojek vê welatî ne, em mexdûr in. Ez qujer fermendar Mehmet Emîn Yurdakul bi nefret û kîn şermezar dikim."

Piştî axaftinê Dayik/Mirovên Şemiyê, qurnefîlên xwe danîn Qada Galatasarayê.