Li 3 navçeyan dengdana gel a DEM Partiyê berdewam dike

DEM Partî ji bo diyarkirina namzetên hevserokên şaredariyan, li Bajarê Nû yê Amed û navçeyên Pirsûs û Hewag ên Riha wê tura dûem ya dengadana gel pêk were.

Navenda Nûçeyan - Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) li Bajrê Nû yê Amed û navçeyên Pirsûs û Hewag ên Riha ji bo diyarkirina namzetên hevserokên şaredariyan dengadana gelan tê kirin.

DEM Partî di 31’ê Adarê de di hilbijartinên xwecihî de li Amed û navçeyên wê ji bo diyarkirina heserokên şaredariyan û namzetên meclîsên şaredariyê dengdana gel di 14’ê Çilê de hate kirin. Namzetên ku ji sedan 50 deng negirtin, di hilbijartinên xwecihî de man tûra dûem. Li navçeya Bajarê Nû ji ber sedemên teknîkî hilbijartin îptal bû. Delege îro cardin çûn ser sindoqan.

Sindoq wê heta saet 17:00’an werin girtin

Dengdana gel ku li Salona Dawetê ya girtî were pêkanîn 10 sindoq hate danîn. Hilbijartin 4 jin û 10 mêr di navde 14 namzetên hevserokatiya şaredariyê bejdar bûn. Delege di heman demê de ji bo endamtiya meclîsên şaredariyê wê hilbijartina namzetan bikin. Namzetê ku ji sedan 50+1 deng girtî wê ji bo hevserokatiya şaredariyê bibe namzet. Kar û barên dengdanê wê heta saet 17:00’an berdewam bike.

Riha li ser sindoqane

DEM Partî li navçeya Pirsûs ji bo namzetên hesorkatiya şaredariyê diyarbikin, dengdana gel dikin. Dengdana ku li salona Konfaransê Şahîn Binicî ku li avahiya partiyê tê kirin, 7 jê jin 17 namzet cih digrin. Di dengdanên de wê 970 delege deng bi karbînin. Li aliyê din li navçeya Hewag a Riha ji bo diyarkirina hevserokên şaredariyê dengadan gel tê kirin. Dengdana ku li avahiya navçeyê ya Partiyê de 2 jê jin 8 namzet cih digrin.