KESED’ê li ser têkoşîna jinan a çand û hunerê komxebatek li dar xist

KASED’ê li Amedê bi sernavê “Têkoşîna jinan a di qada çand û hunerê de” komxebatek li dar xist. Di komxebatê de di bin sernavên cuda de nîqaş hatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Jinan a Çand, Huner û Edebiyatê (KASED) bi sernavê “Têkoşîna jinan a di warê çand û hunerê de” li Amedê komxebatek li dar xist.

Komxebat li avahiya Odeya Bazirganî û Senayî ya Amedê (DSTO) pêk hat. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hunermend, şanoger, wêjekar, lîstîkvan, muzîkjen û nûnerên saziyên sivîl tevli komxebatê bûn. Jin bi cilên kurdewarî tevlî komxebatê bûn û forumên bi navê; “Têkoşîna jinan a hebûnê ya di qada çand û hunerê de", "Li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna jinên Kurd û di qada çand û hunerê de têkoşîn û tecrubeyên jinan", "Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadiya çand û hunerê, nîqaşên rojevan" û "Di qada çand û hunerê de rêbazên berxwedanê û nîqaşên çareseriyê" tê lidarxistin.

Jinên Kurd têkoşîneke bêhempa dan meşandin

Axaftina vekirinê ji aliyê seroka KASED'ê Salîha Ayata ve hat kirin. Salîha Ayata, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna 30 salan û got: "Jinên Kurd di hemû qadên jiyanê de bi taybetî di warê çand û hunerê de ji bo hebûna xwe têdikoşin. Ji bo ziman, çand û hunera xwe têkoşiyan. Li dijî sînor, qedexe û nêzîkatiya hunerê ya serdest a mêr têkoşiyan. Jinên Kurd têkoşîneke bêhempa dan meşandin. Hê jî didin meşandin. Ji ber vê yekê em dikarin êdî behsa destkeftiyên jinan bikin û xwe bispêrin mîrateya berxwedanê. Bi vê nêzîkatiyê em ji bo îro dibêjin: Em êdî tenê odeyek ji xwe re naxwazin. Em ji xwe re cih û jiyanê dixwazin. Em ê ji bo jiyana azad û wekhev bi çand, huner û zimanê xwe her dem têbikoşin."

Di rûniştina yekem de li ser hunerê axaftin hat kirin

Piştî axaftina vekirinê komxebatê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Di rûniştina ku bi moderatoriya lîstikvan Rûgeş Kirici, bi sernavê "Têkoşîna jinan a hebûnê ya di qada çand û hunerê de" pêk hat de, nivîskar Zeynep Gunsur, lîstikvana şanoyê Berfîn Zenderlîoglu û Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Ozgul Sakî wek axaftvan cih girtin. Piştî axaftinan, derbasî beşa pirs û bersivan hat kirin.

Rûniştina 2’emîn a bi sernavê "Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadiya çand û hunerê, nîqaşên rojevan" bi moderatoriya Elvan Koçer pêk hat. Di rûniştinê de bi sernavên "Rêbazên berxwedanê yên jinên Kurd" û “Di qada çand û hunerê de destkeftî û tecrubeyên jinan” nîqaş hatin meşandin.

Piştî rûniştina dawî ya bi sernavê "Li Kurdistan û Tirkiyeyê rojeva nîqaşên çand û huner û azadiyê" dê komxebat bi foruma "Di qada çand û hunerê de rêbazên berxwedanê û nîqaşên çareseriyê" bi dawî bibe.