Hejmara 47’emîn Kovara Jin derket

Hejmara 47'emîn a Kovara Jin bi bergê "Têkoşîna Jinan Rejîma Tecrîdê ya Dewletên Neteweyan Dişkîne" derket.

Navenda Nûçeyan - Hejmara 47'emîn a Kovara Jin ku her hefte tê weşandin, bi berga "Têkoşîna Jinan Têkoşîna Rejîma Tecrîdê ya Dewletên Neteweyan Dişkîne" derket. Di hejmara kovarê de têkoşîn û serpêhatiyên beşdarên konferansa "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşîna Dîwarên Li Derdora Girtiyên Siyasî yên Jin" ku ji aliyê TJA'yê ve li Amedê hat lidarxistin û beşdarên navneteweyî jî amade bûn, cih girt.

Ruşen Seydaoglu di gotara xwe ya bi sernavê "Jinên ku nayên nixumandin" de, cîh da çavdêriyên xwe yên derbarê konferansa ku ji gelek welatên cîhanê yên wekî Kurdistan, Tirkiye, Filistîn, Fîlîpîn, Kolombiya, Bask, Spanya, Katalonya û Îranê tê de jin beşdar bûne û behsa serpêhatî û têkoşîna xwe kirin.

Hevpeyvîna bi aktîvîsta Fîlîpînî û Sekretera Giştî ya Yekîtiya Parêzerên Netewî ya Gel Maria Kristina Conti re ji aliyê Melis Înan ve hat wergerandin. Maria Kristina Conti di hevpeyvînê de bal kişand ser bilindbûna têkoşîna jinan a li cîhanê û got: “Li Fîlîpînê sîstema baviksalarî heye, lê weke li Kurdistanê jin jî xurtir dibin û wê bi ser bikevin.”

Nûnera Sinn Féin ya Ewropayê Martina Anderson baklişand ser tecrîtê û tecrûbeyên xwe ya li girtigehê û behsa piştgiriya xwe ya tekoşîna jinên Kurd ya di di asta navneteweyî de kir.

Halîma Bayram û Jiyan Aslan di nivîsa xwe ya bi sernavê "Demokrasiya Herêmî" de bal kişandin ser wê yekê ku divê demokrasiya herêmî bi hemû dînamîkên xwe ve seferber bibe û bi taybet piştî ku desteserkirina qeyûman a hilbijartinên sala 2016’an ya şaredariyan bi dawî bû, divê leza avakirina meclîsên bajaran bê kirin.

Cansu Kaplan di gotara xwe ya bi sernavê "Dengên me bibihîzin" de destnîşan kir ku pêşbiryarên hem li ser zayend û hem jî li ser kesên xwedî pêwîstiyên taybet dîtina tundiya derûnî, laşî û zayendî ya jinên xwedî pêwîstiyê taybet asteng dike.