TAJÊ: Li dijî qetilkirinan em ê rêxistinbûna xwe bihêz bikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê li Kerkukê qetilkirina pêşenga têkoşîna jinê Feryal Silêman Xalid şermezar kir.

Şengal - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî qetilkirina Feryal Silêman Xalid û salvegera êrîşên li ser Efrînê da. Daxuyanî li navçeya Sinûnê li Meclisa Jin hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama kordînasyona tevgera azadiya jinên Êzidî Neam bedel ve hate dayîn.

Neam bedel di despêka daxwiyaniyê de êrîşa li Kerkukê pêk hatî şermezar kir û da zanîn ku dijmin çiqas pêşengên jin hedef bigrin ewê tekoşîna xwe mestir bikin û got: “Di şexsê şehîd Zelal ku li Kerkukê hate Şehîd xistin em hemû Şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Pêşengên jin li her derê têne hedef girtin. Li Kerkuk, Silêmaniyê û hwd hatin hedef girtin. Lê ji ber van sûcan tu kes nehate darizandin û hesab ji kesî nehat xwestin. Çawa ku ev 6 salin Efrîn hatiye dagir kirin, lê tu kesî dengê xwe nekiriye. Em hemû Êrîşên li ser pêşengên Jin şermezar dikin. dixwazin tevgera jin têk bibin ji bo wê jî jinên pêşeng dikin hedef. Her kesekê ku ji bo gel û miletê xwe pêşengtiyê dikin, wan dikin hedefa xwe û şehîd dixin. Em weke jinên Êzidî piştevanên jinên pêşengin û emê tola wan rakin û em nahêlin xayin û xwe firoş li ser axa me jiyan bikin. dijmin dixwazin me tune û belav bikin. Lê emê rêxistina xwe bihêztir bikin û pêş de bibin.”

‘Ferqa miletê Rojava û Şengalê tune ye’

Neam Bedel di dewama daxuyaniyê de êrişên ku beriya 6 salan li ser Efrînê pêk hatin şermezar kir û piştgiriya xwe ya bi miletê rojava re diyar kir û wiha got: “Weke îroj êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê destpê kir. em hemû Şehîdên Efrînê bi bîr tînin û hemû Şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Tu ferq di navbera miletê Rojava û Şengal de tune ye, çi ji destê me were emê ji bo rojava bikin. Şengal Rojava ye û Rojava jî Şengale. Ji bo wê jî çi ji destê me were emê ji bo rojava bikin. îroj jî rojava di bin êrîşan de ye, em wan êrîşan şermezar dikin. Pêwîste kesên bi navê mafê mirovan diaxivin, li dijî kuştina jin û zarokan dengê xwe bikin. Pêwîste her kes rabe û êrîşan qebûl neke. Em di dawiyê de dibêjin bijî berxwedana Efrîn û Rojava.”

‘Kujerê li Silêmaniyê bihata darizandin, li kerkuk heman bûyer rû ne dida’

Ehram Ismaîl ya endam Koordînasyona TAJÊ wiha got: “Em weke xelkê Şengalê êrîşa li ser hevala me Feryal em şermezar dikin. Jinekî bi hêz be û karekî baş bike dibe hedef ji dijminan re. Em dengê xwe digînin her kesî ku li dijî dijminan bisekinin û êrîşan bidin sekinandin. Dema ku Zîlan Konya li Silêmaniyê bi destê dijminan hate şehîdkirin, ger ku kujer bihatana darizandin wê îroj heman bûyer li Kerkuk rû nedaba.”

‘Em piştevaniya hemû jinan dikin’

Welat Cano endama Meclisa Jin ya gundê Borik a Şengalê êrîşa ku li Kerkukê pêk hat şermezar kir û wiha got: “Em weke jinên Êzidî em piştevaniya hemû jinên pêşeng dikin. beriya çend rojan li Kerkukê êrîş li ser jina pêşeng Feryal hate kirin, em wê êrîşê şermezar dikin. Em bi daxuyanî, çalakiyan û çi ji destê me were emê ji bo pêşketina jinan bikin.”