Kongra Star: Divê hikumeta Iraqê kiryaran bibîne

Kongra Star têkildarî şehîdxistina Zelal Zagros (Firyal Xalid) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku êrîş ji ber polîtîkaya qetliam û qirkirinê çêbûye û bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku kiryaran bibîne.

Navenda Nûçeyan– Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrîşa ku di 18’ê Çileyê de li Silêmaniyê li dijî Feryal Silêman Xalid çêbû, di encamê de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Firyal Xalid, endama Koordînasyona Kongra Star bûye û hat gotin ku ji bo bi rêxistinên jinan re civînan li dar bixe û ji bo pirsgirêkên jinan bi hev re çareseriyan bibînin çûye Kerkûkê.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Endama rêveberiya me ya Kongra Star Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) bi armanca rêxistinên jinan bibîne, hevdîtinan bike û ji pirsgirêkên jinan re çareseriyeke hevpar bi pêş bixe, çûbû Kerkûkê. Dema li Kerkûkê bû, hat qetilkirin.

Êrişa li hemberî hevriya me Firyal, jî weke ya li dijî endama Navenda Jineolojiyê Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê her wiha êrişên li Fransayê yên li ser Sakîne, Ronahî, Rojbîn û Evîn Goyî qut cuda nîn e. Hişmendiya zilamê desthilatdar a faşîst, di tevahî dîrokê de li hemberî jinên ji bo azadiyê têdikoşin û li ber xwe didin, bi awayekî bi rêk û pêk stratêjiyeke êrişê ya wisa bi pêş xistiye û jiyanî kiriye. Weke berê jî diyar bû, aşkera ye ku MÎT’a Tirk li pişt van êrişan e. Armanc ew e ku kesên li Kurdistanê li dijî şerê qirêj li ber xwe didin bikin hedef û qetil bikin. Armancgirtina jinên li ber xwe didin, encama vê siyaseta qirêj e.

Têkoşîna 31 salan...

Hevrêya me Firyal di salên 1990'î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û di sala 1993'yan beşdarî tevgera azadiyê bûye. Ji vê dîrokê ve di gelek qadan de bi awayekî serkeftî kar û xebat daye meşandin. Di van 31 salên xwe yên têkoşînê de di serî de li Rojava, Ermenistan û Şamê, tenê ne ji bo jinan û gelê Kurd, ji bo tevahî jinan û gelên bindest kar û xebat daye meşandin. Bi taybetî li Bakur, Başûr, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî bêaman kar û xebatên rêxistina jinan û gelê heremê kiriye û li van deran kedeke bêhempa daye meşandin. Ji bo di nav jinên Ereb, Suryan, Kurd û Êzidî de roleke girîng lîstiye.

‘Em banga têkoşînê li dostên xwe dikin’

Em careke din dibêjin; êrişa li hember hevriya me Firyal polîtîk e. Di encama siyaseta qirkirinê de ev qetlîam pêk tên. Ev êriş tu carî nikarin gav bi me bi paş ve bidin avêtin, tirsa li hemberî jinên xwe birêxistin dike û zana dibin jî nîşan dide. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin, bi armanc û hedefên wan ve girêdayî bimînin. Em ê lez bidin kar û xebatên xwe yên şoreşa jinên li Kurdistanê û bi awayekî bilez li tevahî cîhanê belav bikin.

Ji bo ku ev êriş û êrişên wekî vê di tarîtiyê de nemînin, em bang li hemû jinan, gelê xwe yê welatparêz, kedkar, gelên şoreşger û dostên xwe dikin ku têbikoşin. Em bang li hikumeta Iraqê jî dikin ku ji bo faîl û qatil aşkera bibin, werin girtin û hesab ji wan bê xwestin, bi berpirsyarî tevbigere. Ger ev êriş neyên zelalkirin, ev tê wê wateyê ku hikumeta Iraqê jî hevkarê van êrişan e.”