Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk: Em ê têkoşînê bidomînin

Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Qamişlo li Kerkukê qetilkirina Feryal Silêman Xalid şermezar kir û diyar kir ku wê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jinan têkoşîna xwe berdewam bikin.

Navenda Nûçeyan - Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên li dijî jinên pêşeng, îro li navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Meclîsa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk Şêrîn Hesen Xelîl ve hat xwendin wiha ye:

 “Di berdewamiya êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dehan zarok û jin hatin qetilkirin. Li beramberî van êrişên li ser herêmên me tên kirin, hemû dewletên navnetewî bê deng dimînin.

Li navenda bajarê Kerkûkê Feryal Silêman Xalid ku 31 salan ji bo xizmetkirina gelê xwe kar kiriye, bi guleyan hate qetilkirin. Feryal Silêman têkoşîna xwe heta kêliya dawî jî domand. Ev ne cara yekem e ku pêşengên jinên Kurd dibin hedefa êrîşên bi vî rengî. Her wiha diyar bû ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî dû jinên Efrînê yên ku li beramberî  êrîşan li ber xwe dan, cezayên darvekirinê dane. Zihniyeta paşverû û êrîşkar bi her awayî dixwaze îradeya gel bişikîne, lê ti car îradeya me naşikê.

Em soz didin hemû şehîdên jin ku e ê têkoşîna xwe bidomînin, ji ber şehîd rêberên me yên exlaqî ne. Emê rê li ber hemû êrîşan bigirin û soza xwe bi cih bînin. Ji ber ku em parêzvanên aşitiyê ne û gelên xwedî maf, ax û welatê xwe ne. Şehadet rêya me ya bidestxistina azadî û civakeke azade.”