Şêniyên Şehbayê bi diruşma 'Efrîn rûmeta me ye' meşiyan

Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê bi meşeke girseyî salvegera şeşemîn a êrişên dagirkeriyê yê li ser Efrînê şermezar kir.

Şehba- Bi dirûşma “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo misogerkirina rizgariya Efrîn, Kurdistan û herêmên dagirkirî ye” Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehbayê 6'emîn salvegera êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Efrînê, bi meşeke girseyî şermezar kir. Di meşê de bi deh hezaran koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê herikîn qadan û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Meşê ji destpêka navçeya Fafîn a kantona Şehba heya qada ajokariyê ya navçeyê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsên "Bi ruhê berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin","Efrîn rûmeta me ye, Efrînê biparêzin" û "Duh Efrîn, îro Cizîr" hildan.

‘Em ê bi ruhê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin’

Meş piştî gihîşt qadê veguherî mitîngê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Rêveberiya Xweser Efrîn-Şehba Mûşîra Mela Reşîd axivî û got: Em” di kesayetiya pakrewanên Berxwedana Serdemê de hemû pakrewanên xwe bi bîr tînin. Dewleta tirk di 20'ê Çileyê de bi erêniyek cîhanî û bi 72 balafiran êrîşî Efrînê kir. Li dijî van êrîşan gelê Efrînê 58 rojan bênavber û bi berxwedanek mezin, sekinî û peyama berxwedanê da.

Êrîşên ku li ser Efrînê pêk hatin ji komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo dane meşandin, ne cuda û dûr bûn. Xwestin di kesayeta gelê Efrînê de derbeyek li projeya Neteweya Demokratîk bidin. Efrîn cihekî wisa bû ku di aloziya Sûriyeyê de deriyên xwe ji hemû gelê Sûriyeyê re vekir, ji ber herêmek bi ewle û aştî bû. Em ê bi ruhê Berxwedana Serdemê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin û vegera wê misoger bikin.”

Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.