TJA qetilkirina Feryal Silêman Xalid şermezar kir

TJA derbarê qetilkirina Feryal Silêman Xalîd de daxuyanî da û got: “Em sûîkastên siyasî şermezar dikin. Xaka Kurdistanê bila demildest li feraseta dijminê jinê bê girtin.”

Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê qetilkirina Firyal Silêman Xalid ku li bajarê Kerkuk hate qetilkirin de daxuyaniyeke nivîskî da.

 Di daxuyaniya bi sernavê ‘Xaka Kurdistanê bila demildest li feraseta dijminê jinê bê girtin’ û  wiha hate gotin: 

“Li tevahiya cîhanê, di her serdemên dîrokê de jinên siyasetmedar û aktîvîst bûne hedefa desthilatdariyên feraseta serdest a zilam. Kesên ku bûn sedema qetilkirina jinên wekî Rosa, Sakîne, Sêvê, Nagihan, Evîn Goyî û Denîz Poyraz car din li Kerkukê rûyên xwe nîşan dan.

Feryal Silêman Xalid, di 18'ê Çileya 2024'an de li ser rêya Kerkukê ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî Dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Em hêzên ku dema Feryal Silêman Xalid ji bajarê Hesekê ber bi Kerkukê ve dihat, li dijî wê sûîqast pêk anîn baş nas dikin. Ev cînayeteke siyasî ye. Emê destûr nedin ku, qetilkirina jineke aktîvîst bi tenê nirxandinên wekî ‘Lêpirsîn dest pê kir’ bê berovajîkirin.

‘Em zîhniyeta hevkar şermezar dikin’

Hêzên ku beriya niha li Rojava, li Rojhilat, li Bakur û li Ewropayê bûn sedema qetilkirina jinan, bi heman rengî komkojiya Feryalê jî pêk anîn. Ronîkirina komkojiyê, eşkarekirin û cezakirina kujeran peywira Hikûmeta Federe ya Kurdistanê ye. Em wek jinên kurd bang dikin ku, divê demildest deriyên xaka Kurdistanê ji feraseta faşîst, dermirovî û li dijberî jiyana azad disekine re bê girtin. Di şexsê Feryal Silêman Xalid de em tevayî komkojiyên siyasî şermezar dikin! Em feraset û hevkariyên ku deriyên Kurdistanê ji komkojiyan re vedike şermezar dikin!

Tu hêz nikare ku bi komkojî û sûîqastan têkoşîna azadiya jinê têk bibe. Li dijberî desthilatdariyên feraseta serdest a mêr dê têkoşîna me bidome, bi têkoşîna xwe ya azadiya jinê ve emê xaka Kurdistanê jî azad bikin. Em ê dawî li qetilkirina jinan bînin.”