‘800 hezar Filistînî ji pêdiviyên bingehîn bêpar in’

Êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê 106 roj e didomin. Heyva Sor a Filistînê, bal kişand ku li herêmên bakur ên Şerîda Xezayê 800 hezar Filistînî ji pêdiviyên bingehîn bêpar in.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve li dijî Şerîda Xezayê daye destpêkirin didomin. Di êrişên li ser Şerîda Xezayê de herî kêm 10 hezar û 800 jê zarok, 7 hezar û 250 jê jin 24 hezar û 927 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. 62 hezar û 388 kes birîndar bûn. Her wiha di bin xirbeyên avahiyan de hê jî cenazeyên bihezaran kesan hene. Îsraîlê nexweşxane û saziyên perwerdeyê yên ku gel lê bi cih bûbû jî hedef digre û binesaziyê texrîb dike.

Nêzî 2 hefte berê hêzên Îsraîlê yên ku ji Xezayê û bajarên bakurê Xezayê xwe vekişandibûn jî hat hînbûn ku ji nû ve ketiye hinek ji wan herêman. Di navbera hêzên Îsraîl û Filistînê de çend roj berê li rojhilatê Cibaliyayê pevçûn derketin. Di demek ku pevçûnên li bejahî didomin de, balafirên şer û tengên Îsraîlê jî êrîşê malên li rojhilatê Tel ez-Zater û Cibaliyayê kirin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê, hêzên Îsraîlê, di êrîşa bi topavêj de a li Taxa  Ez-Zeytun a başûrê Xezayê de 2 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat diyarkirin ku di êrîşa bi topavêj û bombebarana li ser bajarê Xan Yûnis de jî 11 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane gelek kes jî birîndar bûne.

‘Qirêjiya li bajarê Xezayê û bajarên bakurê wê zêde bû’

Heyva Sor a Filistînê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên Îsraîlê li herêmên bakurê Şerîda Xezayê nahêle alîkariyên mirovî bigihîjin cihê xwe. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 800 hezar Filistîniyên ku li herêmên bakur dimînin, ji pêdiviyên bingehîn û malzemeyên pêwîst bêpar in û rewş ber bi xelayê ve diçe. Her wiha hat diyarkirin ku qirêjiya li bajarê xezayê û bajarên bakurê wî, gihîştiye asteke pir xirab û ev yek jî dê bibe sedema belavbûna nexweşiyên şewbê.

Daxuyaniya Binyamin Netanyahu

Li aliyê din ji daxuyaniya ku ji buroya serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu hat dayîn de têkildarî nûçeya televîzyona CNN ku gotibû di Binyamin Netanyahu 18’ê Çileyê di civîna çapemeniyê de gotiye "Nepejirandina îhtîmala avakirina dewleta Filistînê” ji Serokdewletê DYA’yê Joe Bîden re ragihandiye, derewand.

Di daxuyaniyê de bi gotinên "Axaftina bi telefonê ya Netanyahu, 19 Çileyê bi Biden re weke axaftinên ku bi salan didominîn e û pozîzyoneke din tun e ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pozîsyona Binyamin Netanyahu, piştî tunekirina Hamasê, ji bo Xeza careke din ji bo Îsraîlê nebe gef, kontrola ewlehiyê bi temamî bikeve dest, ev yek jî bi daxwazên avakirina desthilatdariya Filistînê re li hev nake.