Jinên Êzidî yên bûbûn mertalên zindî: Xwedî li Efrînê derkevin

Jinên Êzidî yên di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk dest bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê kir, weke mertalê zindî berê xwe dan Efrînê gotin, “Efrîn ji bo me bû fermanekê nû” û li hemberî kiryarên li Efrînê tê kirin banga xwedî derketina li Efrînê kirin.

RONAHÎ XWEDÊDA

Şengal - Beriya 6 salan di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, bi erêkirin û piştgiriya hêzên navneteweyî dest bi êrîşên xwe yên dagirkerina Efrînê kir. Di êrîşa dagirkeriyê de dewleta tirk li ber çavên hemû cîhanê bi dehan balafirên şer, tang û topan bi hovane êrîşê Efrînê kir û qetlîaman pêk anî. Li hemberî êrîşa dagirkeriyê ji aliyê gelê Efrînê ve berxwedaneke bêhempa hat nîşandan ku wek Berxwedana Serdemê ket dîrokê. Di vê berxwedana Serdemê de keç û xortên Efrînê ji bo parastina axa xwe 58 rojan li ber xwe dan û canê xwe kirin mertal.

Warê zeytûnan ku tevî hemû êrîşên hovane 58 rojan li ber xwe da, di encama êrîşên hov ên dewleta tirk û çeteyên wê de, di 18’ê Adara 2018’an de hat dagirkirin. Piştî dagirkirina Efrînê mal û milkên gel ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatin talankirin. Dewleta tirk yekser polîtîkaya xwe ya qirkirinê xist dewrê; navê kurdî yên tax, kolan, qad û hwd. hatin guhertin û navê tirkî li wan hat kirin. Çeteyên li herêmên cuda bi malbatên xwe re li Efrînê hatin bicihkirin. Efrîniyên ku dev jê axa xwe bernedan bi darê zorê hatin koçberkirin û yên dev jê axa xwe bernedan jî piranî hatin qetilkirin. Gelek jin û zarok ji aliyê çeteyên tirk ve hatin tecawizkirin û qetilkirin. Gelek kes ji bo fîdyeyê hatin revandin û îşkencekirin. Bi hezaran darên zeytûnan hatin talankirin û demografiya herêmê jî hat guhertin.

Ev hovîtî û binpêkirinên mafan ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve pêk hat, bi awayekî dijwar hê jî didome. Tevî hemû belge û dîmenên şênber jî hêzên navneteweyî, sazî û rêxistinên berpirsyar, ji bo berjewendiyên xwe erkên ku dikevin ser milê wan pêk naynin û  xwe kerr, lal û kor kirine.

Têkildarî êrîşa li Efrînê ku ev 6 sal in di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne, jinên Şengalê ku wê demê ji bo parastin û piştgiriya gelê Efrînê berê xwe dabûn Efrînê, ji ajansa me re axivîn.

‘Tirkiye û DAIŞ’ê bi hev re êrîş dikirin’

Xoxê Şengalî ku ew jî yek ji wan dayikan e berê xwe dabû Efrîna berxwedêr û piştgirya gelê wê kir, bal kişand ser herikîna gel a ber bi Efrînê ve û wiha got: “Dema êrîşa li ser Efrînê dest pê kir, jin û zilam berê xwe dan Efrînê. Dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de jin û xortên Efrînê bi hawara me ve hatin û xwedî li me derketin. Ji ber vê yekê me xwe berpirsyar dît. Em çûn çend rojan man. Bi rastî jî rewşa wan pir xirab bû ji ber 24 saetan balafir li ser serê wan bû. Tirkiye û DAIŞ’ê bi hev re êrîş dikirin. Ger şer tenê li erdê bûya yanî balafir nebûna dê Efrîn neketa. Em gelek pê diêşiyan, carna rojê cenazeyên 20 ciwanan dianîn. Bi taybetî kuştina 3 zarokên xwişkên hev min pir êşand. Ez çûm gel dayika wan, min got çawa bû dayikê got bavê zarokan ji bo tiştan wan biriye dikanê dema vegerê balafirên şer li wan dane. Her sê zarok jî ji 10 salî biçûktir bûn.”

‘Ew berxwedêr û şehîd in’

Xoxê Şengalî di berdewama axaftina xwe de behsa wan çend rojên ku li wir mabûn ki û wiha got: “Keç û xortên Efrînê ji bo Efrînê çi pêwîst kir kirin, heval, cîhan, gel bi wan ve çû. Em çend rojan li Efrînê man lê piştî çend rojan gotin derkevin şer nêzî Efrînê bûye dê bikevin Efrînê. Çeteyan gundiyên li ser sînorê qetilkirin, îşkence û zilm li wan kirin.  Her wiha jinên êzidî yên Efrînê revandin. Êzidiyên ku guhertina oleke din qebûl nekirin yan hatin qetikirin an jî xwe kuştin. Di dema fermanê de jî bi dehan jinan xwe kuştin, 19 jinan xwe di qefesekî de şewitandin. Ew berxwedêr û şehîd in. Di dema çûyîna Efrînê de em bi kêf çûn lê dema vegerê em bi êş vegeriyan, em bi qehr vegeriyan ji Efrînê. Em hêvî ji xweda dikin ku gelê Efrînê vegere warên xwe û DAIŞ ji wir bê derxistin.

Banga piştevaniyê: Bêdeng nemînin

Xoxê Şengalî di berdewama axaftina xwe de bang kir ku her kes piştgiriya Eftîn bikin û wiha got: “Wek jinên êzidî peyama me; heke însayetî heye, heke heq û hiqûq heye divê bi Efrînê ve biçin. Zilm û zordariya li ser Efrînê bê bidawîkirin. Her wiha divê tevahiya êrîşa li ser Rojava bên sekinandin. Li zarokan, cihê sivîlan tê lêdan ma ev însanetiyê ye? Dinya hemû dizane ev ne însaneyetî ye. Heta niha me tu mafê mirovan ne li Şengalê, ne li Efrînê û ne jî li tevahiya Rojava nedît. Amerîka berpirsa vê tiştî ye. Em heqê xwe ji kî bixwazin, em ê heqê xwe ji hikûmeta Iraqê dixwazin. Em ê bêjin dema fermanê kî ligel me bû em ê bêjin partî ligel me bû. Dema pêşmerge vekişiyan û xayîntî kirin ewqas însanên me ketin destên DAIŞ’ê û hatin qetilkirin.

Heta niha jî balafira şer li ser serê me digerin. Lazim e hikûmeta Iraqê xwe ji vê tiştî berpirsyar bibîne ji ber niha hikûmeta Iraqê li Şengalê ye. Divê pêşiya êrîş û balafiran bigire. Ezmana Iraqê hatiye firotin ger nehata firotin 24 saetan balafir li ser nedigeriyan. Iraq berpirsê vê tiştî ye û divê bêje ez vê tiştî qebûl nakim. Heke rast be dibêje Şengal Şengala me ye, hûn hemû Iraqî ne wê demê lazim e hemû şehîdên Şengalê qebûl bike. Tenê dibêjin Şengal Şengala me ye lê nabêjin yên li wir hatin qetilkirin ê me ye. Erd ê wan e lê xisar ne ya wan e. Em xwe Iraqî dibînin, Mervan şehîdê Iraqê bû ne tenê yê Şengalê bû. Kîjan însan li vir şehîd bûbû bin şehîdên Iraqê ne jî divê Iraq vê bizanibe. Iraq berpirsê vê tiştî ye û lazim e li hemberî vê tiştî rabe û dengê me bigihîne dewletan.”

‘PKK xwedî li me derket û me parast’

Xoxê Şengalî di dawiyê de bal kişand ser PKK’ê û berxwedaniya ku li ser axa şengalê kiriye û wiha got: “Dema ji me bi sedan bê kuştin ne xema wan e, napirsin. Heke tu lê nepirsî lazim e tu ji Şengalê xwe vekirşînî. Ger tu berpirsî Şengalê yî divê berpirsî her tiştî bî ne tenê berpirsî erdê bî. Lazim bû xwedî li însanên hatin girtin, kuştin û îşkencekirin derketibûna. Dibêjin PKK li Şengalê ye lê em li Şengalê ne û PKK bi ser me ve hat, sersera û ser çavan hat. Heta dawiyê em ê qenciya wan ji bîr nekin. Tişta ku PKK kirî bila ew bikirana, hikûmeta Iraqê, malbata Barzanî bikirana. Em nikarin xwe ji dûrê kesên ku însaniyetî dikin, bikin. PKK xwedî li me derket û me parast, lê ew me firotin û îxanet li me kirin lê tevî vê jî dibêjin bi me re bin. Em nikarin vê tiştî qebûl bikin. Em bangî mafê mirovan nakin, ger bihatina heta niha hatibûn. Mafê mirovan nîn e, her dewlet xwe û berjewendiya xwe difikire. Ez bang li miletê xwe dikim, bila hişyar bin, xwe ji îxanetê dûr bixin, îxanet li miletê xwe, mala xwe nekin.”

‘Rewşa Efrînê êşa fermanê di dilê me de nû kir’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo jî da zanîn ku êşa Efrîn û ya fermanê ji hev ne cûdane û wiha got: “Di serî de silavê me ji bo gelê Efrînê heye. Wê demê dema me rewşa Efrînê dît ku rojane  bi dehan şehîd dispartin axê, ez dikarim bêjim me êşa xwe ya fermanê ji bîr kir. Lê rûxmê wê jî berxwedana 58 rojan a gelê Efrînê cihê gotinê ye. Heke şer sîng bi sîng bûna, ne bi balafir û topan bûna bi rastî jî Efrîn ji dest nediçû. Wê demê em li Efrînê bûn û rewşa wê dinêrî; bi rastî jî gelê Efrînê wek şêran bûn, gel û hêzên leşkerî mil dan hev. Lê mixabin ji bilî gelê Kurd û dostên wan kes piştgiriya Efrînê nekir, ew dewletên ku digotin em xwedî hiquq û edaletê ne li wir nebûn. Gelê Efrînê 58 rojan tevî hemû êrîşan jî li ber xwe da û hê jî li ber xwe dide. Çawa hesreta me ya gelê Şengalê li benda rizgarkirin û vegera Şengalê bû, hesreta gelê Efrînê jî vegera Efrînê ye. Gel li hêviya wê rojê ye ku Efrîn were rizgarkirin.”

‘Em dil bi kul ji Efrînê derketin em ê bi serkeftinê lê vegerin’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo di dawiya axaftina xwe de bang li her kesê kir ku xwedî li Efrînê xwedî derkevin û wiha got: “Bi rastî jî çav û guh hatine girtin. Heya niha jî li Efrînê jinan tecawiz û qetil dikin, zarokan qetil dikin, êrîşê malan dikin. Ew çeteyên hov çawa li Şengalê êrîş kirin, jinan tecawaz û qetilkirin heman tişt niha li Efrînê jî dikin. Banga min ji kesên xwedî wijdan re heye ku xwedî li Efrînê derkevin û divê berpirsyar bêne darizandin. Wê demê em bi dilê kul ji Efrînê derketin, em hêvî dikin û daxwaza me ew e ku bi dilxweşî biçin Efrînê û rizgariya Efrînê pîroz bikin.”

‘Ya bi serê Efrînê hat ferman bû’

Endama Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir jî hestên xwe bi van hevokan anî ziman: “Beriya her tiştî em şehîdên Efrînê bi bîr tînin û gelê wê silav dikin. Fermana ku di sala 2014’an de bi serê Şengalê rabû, êşeke mezin di dilê me de çêkir, zarokên me hatin qetilkirin, jin hatin tecawizkirin û qetilkirin lê me hê jî birînên fermanê nekewandibû bûyera Efrînê pêk hat. Çawa di 3’yê Tebaxa 2014’an de ferman hat ser gelê Şengalê di sala 2018’an jî bi serê gelê Efrînê ve hat. Di dema êrîşan de me wek jinên Şengalê berê xwe da Efrînê. Dema em çûn bi rastî jî êşa ku roja fermanê di dilê me de çêbû, nû bû. Di fermanê de gelê Şengalê ji bo rizgarkirina zarok, jin, pîr û kalên xwe ji wan çeteyên hov rewiyan lê bes gelê Efrînê li ber xwe dida. Bi sedan şehîd çêbûn, bawer bikin carna nedigihiştin ku şehîdên xwe bispêrin axê. Tê bîra min me di rojekê de 13 û di roja din jî 16 şehîd spartin axê. Gelek caran me li Efrînê çalakiya mertalên zindî pêk anî, me piştgirî da. Roja 8’ê Adarê me li wir pîroz kir. Ji aliyekî ve êrîş hebû lê ji aliyeke din ve jî kêfxweşî hebû ku wek jinêne Êzidî em ji Şengalê çûn Efrînê. Me dixwest gelek tişt ji bo Efrînê bikin lê piştî 8 rojan em vegeriyan Şengalê.”

‘Em heta dawiyê bi gelê Efrînê re ne’

Kinê Xidir di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew heta dawiyê bi gelê Efrînê re ne û wiha got: “Wek gelê Şengalê û jinên Êzidî heta dawî em bi gelê Efrînê re ne. Çawa îro me bi hêz û şehîdên xwe Şengalê rizgar kir, em di wê baweriyê de ne dê Efrîn jî rizgar bibe. Tişta niha dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin li tu dera cîhanê nayê kirin, ji ber vê yekê em bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin û xwedî li Efrînê derkevin. Em heta dawiyê bi gelê Efrînê re ne. Bijî berxwedana Efrînê, bijî berxwedana jinên Efrînê, bijî berxwedana gerîla. Em silavên xwe ji gel û hêzên Efrînê re dişînin, em dibêjin serkeftin a me ye.”