WAFA: Îsraîlê li Xezayê fosfora spî bi kar anî

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê berdewam dikin. Ji ber êrîşan her diçe hejmara miriyan zêde dibe, ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê jî ragihand ku Îsraîl fosfora spî bi kar tîne.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ji 7’ê Cotmehê vir ve bênavber berdewam dikin. Hejmara Filistîniyên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane di 24 saetên dawî de bû 172, bi vê hejmarê bi temamî bû 24 hezar û 620.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê Eşref Kudra, di daxuyaniya xwe da têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê agahiyan da. Hat diyarkirin ku Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Zîvala Xezayê 172 Filistîniyên din qetil kirine û 326 Filistînî jî birîndar bûne. Hejmara Filistîniyên ji 7’ê Cotmehê vir ve li Xezayê di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 24 hezar û 620 û hejmara birîndaran jî bû 61 hezar û 830. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di bin kavilan de û li kêleka rê cenazeyên welatiyên jiyana xwe ji dest dane hene lê ekîbên tenduristiyê û xebatkarên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.

Zêdetirê 8 hezar kes bi Hepatîtê ketin

Li aliyê din di êrîşên Îsraîlê de li Xezayê 337 xebatkarên tenduristiyê jî hatin qetilkirin. 99 xebatkarên tenduristiyê jî ji aliyê Îsraîlê ve hat desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê 150 saziyên tenduristiyê hedef girtine, 30 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine û 22 ambûlans jî ketine rewşa ku nayên bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber qelebalixiya zêde û kêmbûna asta hîjyenê li stargehên ku Filistîniyên ji Xezayê koçber bûne xwe dîsperîn zêdetirê 8 hezar bûyerên Hepatît A hatine tomarkirin û hat bibîrxistin ku ev hejmar bûyerên ku Wezareta Tenduristiyê tesbît kirine ye. Metirsiyek mezin heye ku ev hejmar li Xezayê hîn zêdetir be.

Fosfora spî hat bikaranîn!

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, li gorî agahiyên ewil di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li bajarê Xan Yûnis a Zîvala Xezayê, li dijî mala malbata El Kazimî pêk anî de, herî kêm 4 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li derdora nexweşxaneya El-Emel a li Xan Yûnisê jî êrîşên bi topbaranê hatin kirin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku çavkaniyên herêmî destnîşan kirine Îsraîlê li herêma Kayzan el-Naccar a li başûrê Xan Yûnisê bombeya fosfora spî bi kar aniye û li nêzî Nexweşxaneya Şehîd Ebû Yûsif en-Naccar a li rojhilatê Refahê jî êrîş pêk aniye.

151 xebatkarên NY’ê hatin qetilkirin

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de hejmara xebatkarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dan bûye 151. Di daxuyaniya ji aliyê Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya NY’ê (UNRWA) ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku ji 22 navendên tenduristiyê yên di bin banê UNRWA’yê de 6 li beşên navend û başûrê Xezeyê dixebitin. Hat destnîşankirin ku UNRWA’yê ji bo navendên xwe yên tenduristiyê ji Fona Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) aşî peyda dike û bi 8 cureyên cuda yên aşiyên hatine girtin, dîsa dest pê aşîkirinê kiriye.

PE’yê biryarek nû da

Parlamentoya Ewropayê (PE), biryara "agirbesta mayînde" ya li Xezaya ku êrîşên Îsraîlê didomîne, bi şertê ku rehîne bên berdan û Hamas were tasfiyekirin qebûl kir. Banga "agirbesta mayînde” ya sosyalîst û komên din ên çep daxwaz dikin, ji bo îqnakirina Demokratên Xirîstiyan hat rewşa bi şert, biryara dawî bi 312 dengên alî, 131 dengên dijber û 72 dengên bêalî hat qebûlkirin.