Têkoşera avakirina civaka demokratik: Yusra Derwîş

Yek ji pêşengên şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an têkoşer Yusra Derwîş a di 20’ê Hezîrana 2023’an de bi êrişê dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da di hemû jiyana xwe de hewl da di warê civakî de guhertinek ava bike û bû têkoşera avakirina civaka demokratîk.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo - Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an bi pêşengtiya jinan li Kobanê dest pê kir û piştre li bajarên Rojava hemûyan belav bû, weke şoreşa jinê tê binavkirin. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo Ereb, Turkmen, Ermenî û Suryaniyên li Sûriyeyê dijîn bû hêviyek. Şoreşa Rojava li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jin hate afirandin.

Yusra Derwîş a wek bi hezaran jinên Kurd ên pêşengiya Şoreşa Rojava kir, li diji hemû ferzkirinê mêr û dewletê serî rakir, di sala 1972’yan de li Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê ji dayîk bû. Yusra Derwîş di sala 2001’ê de li zanîngehê beşa zimanê Fransî der çûye. Piştî şoreşa jinê li Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir ew tevli çalakî û pêşengiya şoreşê bû.

Ji mamostehiya zimanê Kurdî ber bi rêveberiya dibistanan re

Yusra Derwîş destpêkê mamosteya zimanê Kurdî bû, piştre bû rêvebera dibistana Betûl a navîn li Amûdê û dest bi avakirina rêveberiya dibistanên bajêr kir. Piştî demekê weke hevseroka navenda perwerde û xwendinê li Amûdê hat hilbijartin, di 1’ê Mijdara 2022’yan de weke Hevseroka Kantona Qamişloyê hat hilbijartin. Yusra Derwîş wek xwedî fikreke azad têdikoşiya û ji bo rizgarkirina hemû jinên herêmê û jiyana xwe kir xizmeta pêşketina civakê û pêkanîna guhertinên bingehîn. Di 20’ê Hezîrana 2023’an de, Yusra Derwîş û Cîgira wê Leyman Şiwêş ji aliyê balafirên dagirkeriya Tirk ve li ser riya Qamişlo - Tirbespiyê hatin qetilkirin.

‘Xwedî taybetmendiyên gelek cuda bû’

Xwîşka mezin a Yusra Derwîş Kewser Derwîş, bi van gotinan behsa kesayeta Yusra Derwîş kir: “Ji zarokatiya xwe ve xwedî taybetmendiyên cuda bû, ew ji bo hevalên xwe mînak bû. Yekem keça ciwan bû di taxê de xwendina xwe temamkiribû, di dibistanan de serkeftî bû lewre zarokên keç ên din jî xwestin biçin dibistanan. Piştî Yusra Derwîş dibistana xwe ya amadehî temam kir ji bo xwendina zanîngehê ya beşa Wêjeya Fransî çû bajarê Helebê. Piştî zanîngeh qedand ji ber ku bê qeyd bû û li gel hikumeta Şamê tu mafên hemwelatiya wê tunebû nikaribû kar dike û lewre wê di dibistaneke nêzî herêmê de dest bi karê xwe kir.”

‘Salên dirêj mamostetî kir’

Kewser Derwîş a diyar kir xwişka wê Yusra Derwîş ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor bû, wiha got: “Beriya şoreşê salên ku Yusra mamostetî dikir, her sal ji bo şermezarkirina roja 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo nediçû dibistanê. ji ber ku Yusra gelekî bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi bandor bibû, xwendekar û mamosteyên dibistanê gotinên nebaş jê re digotin giliya wê dikirin û jixwe di encamê de ji dibistanê hat derxistin.”

Kewser Derwîş girêdan û peymana xwe li ser şopa Yusra Derwîş û hemû şehîdan teqez kir û wiha got: “Em dev ji berxwedana Yusra Derwîş û têkoşîna wê bernadin, em ê heta xwe û axa xwe rizgar dikin li ber xwe bidin.”

‘Beriya mehek got ez ê şehîd bikevim’

Xwişka wê ya biçûk Meyada Derwîş jî der barê Yusra Derwîş de têkoşîn û berxwedana Yusra Derwîş de wiha got: “Em ne tenê xwişkên hev bûn hevalên hev bûn, xwişka min Yusra beriya mehek şehîdbûna xwe bi rûkenî ji min re got ezê şehîd bikeve û xwest berteka min fêr bibe lê min tu bertek nîşan neda. Ji min re got gelo tu amadeyî ji roja şehîdbûna min re, ez bi gotinên wê kûr fikirîm û hê jî gotinên wê ji bira min naçe. Rojek beriya ku şehîd bikeve nêzî 10 deqeyan me hev dît, wê şevê gelekî kêfxweş bû, heta îro jî ez bawer nakim ku xwişka min şehîd ketiye.”

‘Yusra jinekê xwedî hêz û vîn bû’

Meyada Derwîş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Xwişka min jineke bi hêz û xwedî vîn û berxwedanî bû, kêliyekî jî ranediwestiya bi erka xwe radibû. Dema dagirkeriya Tirk êrîşên taxan û herêmê dikir jî dest ji taxa xwe berneda û tu carî nedifikirî axa xwe berde, min ji wê hêz digirt.”

Rêhevala Yusra Derwîş ku bi salan bi hev re kar kirine û Berdevka Rêveberiya Dibistanên Navçeya Amûdê Hana Xalid jî der batê têkoşîna Yusra Derwîş de wiha got: “Hemû kes nikare şerefa şehadetê rake. Tenê kesên xwedî vîn û fikrên azad ên ku civakan birêve dibin û bi hemû hêza xwe têdikoşin ji bo axa xwe rizgar bikin û şehîd dikevin dibin xwedî wê şerefê.”

Hana Xalid di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Bi destpêka şoreşa Rojava re min Şehîd Yusra Derwîş nas kir, me bi hev re di warê ziman û perwerdeyê de kar kir, ew ji rêveberên destpêkê yên dibistanan li navçeya Amûdê bû, kedeke wê ya mezin hebû. 4 salan di rêveberiya dibistanan û di warê perwerdeya ziman de xebitî. Piştre dibistana Betûl, Meryem Xan û Tîrêj.bi rêvebir. Her wiha kongre û konferansan jî lidardixist û rolek wê ya girîng hebû. Heval Yusra di pênasekirina pergala perwerdeya me de li vir ji bo dewletên cîhanê yên serdana wan dikir.”

Hana Xalid diyar dike ku armancên Yusra Derwîş gelek bûn, di serî de dixwest hemû kes bi zimanê dayikê bixwîne bi taybetî Kurd ji ber ku gelek kes nikaribûn bi zimanê xwe bixwînin pir girîngî dida perwerde û hînkirina ziman.

Di avakirina û rêxistinkirina komunan de roleke mezin list

Hevseroka Desteya Xwendin û Perwerdeyê Semîra Haj Elî da zanîn ku cara yekem di sala 2012’an de Yusra Derwîş dîtiye û wiha got: “Yusra Derwîş li Amûdê roleke mezin di avakirin û rêxistinkirina komînan de lîst, biryar da fêrî zimanê xwe bibe perwerde dît. Pştre ziman fêrî zarokên di nava civaka Kurd de kir.”

Ji destpêka şoreşê ve bi malbatan re diciviya

Semîra Haj Elî diyar kir ku di destpêka şoreşê de Yusra Derwîş bi malbatan re diciviya di warê girîngiya xwendina bi zimanê Kurdî de wan hişyar dikir û hemû kêliyên jiya xwe li ber xwe dida.  Semîra Haj Elî diyar kir ku Yusra Derwîş wwedî armancên cuda û rihekî sivik bû û wiha got: “Em bi saya piştgiriya wê heta niha dijîn, ji ber ku wê me ber bi hezkirina jiyan û berxwedanê ve dibir ku em armancên xwe pêk bînin. Ji bo em zimanê Kurdî û pergala xwendin û perwerdeya Rojava bi wan bidin nasîn ji Holandayê ji me re daxwaznameyek şandin û ez bi Yusra Derwîş re çûm Holandayê. Em 11 rojan li wir man û heval Yusra tevî ku zimanê wan nizanîbû jî bi hemûyan re nîqaş dikir.”

‘Kêliyek jî vala nesekinî’

Semîra Haj Elî da zanîn ku Yusra Derwîş heta kêliya dawiya jiyana xwe têkoşiya û bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Yusra Derwîş piştî kedek mezin di warê perwerdeyê de da wek hevseroka kantonê hat hilbijartin. Tevli hemû çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibû û piştgiriya şoreşa jinan li Rojava dikir. Heta roja şehîdbûna xwe kêliyek jî dest ji kar berne da. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wî nikarin bi binpêkirinên li dijî gelên herêmê pêk tînin vîna me bişkînin, em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe ne.”