Nobeta Edaletê di roja 833’an de didome

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 833’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got: “Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?"

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşê malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 833’yan de berdewam kir.

Emîne Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. Şenyaşar, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” daliqand û ji kesên rêya wan bi edliyeyê diket derheqê komkujiyê û têkoşîna xwe ya edaletê agahî dan. 

Di heman demê de malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal jî bi sernavê “#Nerdeadalet” re Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kir û ev peyam parve kir: “Têkoşîna edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 833’yan de didome. Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?”