'Cîhan ji bo Talîbanê xalîçeya sor radixe’

Elaha Delawarzai ku li Afganîstanê di binçavan de rastî tecawizê hat, wiha got: "Talîban li dijî gelê Afganîstanê ya bêparastin re zagonên xwe yên hovane pêk tîne û ji fermandarên Talîbanê re tu ceza nayê dayîn. Cîhan ji bo Talîbanê xalîçeya sor radixe.”

Navenda Nûçeyan - Elaha Delawerzayî ya xwendekara tibê ya 24 salî ku di 30’ê Tebaxa sala borî de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal vîdyoyek parve kir, di dema binçavkirinê de ji aliyê berdevkê berê yê Wezareta Navxwe ya Talîbanê û niha jî Serokê Yetîmxaneya Tora Heqanî Qarî Saeed Khostî ve rastî destdirêjiyê hatiye. Elaha Delawarzaî piştre bi awayekî zorê bi Qarî Saeed Khostî re hat zewicandin.

Rastî tecawîz û îşkenceyê hat

Elaha Delawarzaî, piştî ku ji Girtîgeha Tîrmayê hat berdan, li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: "Ez xwedawenda wêrekiyê me. Qarî Saeed Khostî destdirêjî li min kir û piştre jî min neçar neçarê zewacê kir. Min îşkencê dikir, lêdîda û gef li min dixwar. Min nexwest bibim kolaya wî, lê Talîbanê ji bo dengê min qut bike min avêt girtîgehê. Ji Mijdara 2022’an heta Nîsana 2023’an li 40’emîn Girtîgeha Midûriyeta Îstixbarata Talîbanê îşkence li min hat kirin û ji organên min ên cinsî re (sing, kemax û ran) elektrîk hat dayîn û neçarî li xwe mikur hatinê, hatim.”

'Talîban bi hezaran jinan bi zorê dizewicîne'

Elaha Delawerzaî bal kişand ser êrîşa Talîbanê ya li ser jinên Afgan û piştevaniya cîhanê ya ji vê rêxistina terorê re û wiha got: "Talîban piştî 15’ê Tebaxa 2021’an bi hezaran jinan bi zorê dizewicîne û li jinên herêmê zextê dike. Talîban li dijî gelê Afganîstanê ya bêparastin re zagonên xwe yên hovane pêk tîne û ji fermandarên Talîbanê re tu ceza nayê dayîn. Cîhan ji bo Talîbanê xalîçeya sor radixe.”