Ji bo Şenyaşaran serdana piştgiriyê: Ya ku me anî cem hev edalet e

Malbatên qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê yên serdana Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê didomîn kirin, wiha gotin: “Ya ku me aniye cem hev edalet e. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê her tim di nava hevgirtinê de bin.”

Riha - Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşê malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, berdewam dike.

Nobeta Edaletê ket roja xwe ya 834'an

Emîne Şenyaşar û Wekîlê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Ferît Şenyaşar ên hatin ber Edliyeya Rihayê, pankarta "Ji bo malbata Şenyaşar edalet" li bariyerên betonê daliqandin û Nobeta Edaletê di roja 834'an de berdewam dikin. Emîne Şenyaşar, kesên tên edliyeyê der barê qetlîama ku li dijî hatiye kirin û têkoşîna wan a edaletê de agahdar dike.

Serdana xizmên kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan

Li aliyê din serdanên piştevaniyê bo malbatê jî berdewam dikin. Malbatên kesên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, kesên ku di komkujiyê de birîndar rizgar bûn, parêzerên endamên Platforma Edaletê ya Ji Bo Pirsûsê, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) serdana Malbata Şenyaşar kirin.

Dîlek Şeker: Em 8 sal in li benda edaletê ne

Dîlek Şeker a ku bavê wê Îsmet Şeker di Qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû diyar kir ku ew wek malbatên Pirsûsê 8 sal in li benda edaletê ne û got: “8 sal in em dibêjin ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet. Îro dîsa em wisa dibêjin. Êşa me û Malbata Şenyaşar wek hev e. Edalet tune ye. Lê dîsa jî em li edaletê digerin. Em ê her tim li cem malbatên edaletê dixwazin bin. Em natirsin.”

Ferît Şenyaşar: Bi malbatan re dê piştevaniya me bidome

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar jî qetlîama Pirsûsê bi bîr xist û got: “Ciwanên hatibûn Pirsûsê mêvanên navçeya me bûn. Ji ber ku me nikaribû mêvanên xwe biparêzin em helaliyê ji malbatên wan dixwazin û em li vir soz didin heta ku edalet pêk were û kujerên rasteqîn bên darizandin wê têkoşîn û piştevaniya me bidome.”

Yasemîn Boyraz: Ya ku me aniye cem hev edalet e

Yasemîn Boyraz a ku dayika xwe Nazêgul Bahar Boyraz di qetlîama Pirsûsê de winda kir, diyar kir ku Tirkiyeyê rastî yek ji komkujiyên herî giran hatiye kirin û wiha axivî: “Ez bi Kurdî nizanim, xaltîka Emîne jî bi Tirkî nizane. Ya ku me aniye cem hev edalet e. Em ê li van dadgehan lêgerîna edaletê bidomînin. Em ê her tim di nava hevgirtinê de bin. Em ji malbatê helalî dixwazin. Me nekarî li gel gelek malbatan bisekinîn. Em ê her tim li gel malbatê bin."

Doza Komkujiya Pirsûsê berdewam dike

Heyet piştî ku demek bi malbatê re nobet girt, ji bo beşdarî 4'emîn danişîna doza der barê gumanbarên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî yên li Pirsûsê di êrîşa înteharî ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, çûn avahiya edliyeyê.