Jin li dijî kiryarên li heremên dagirkirî bi hêrs in

Rêxistina Sara ya herêma Firatê, li dijî kiryarên ku zarok û jinên herêmên dagirkirî pê re rû bi rû dimînin, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Kobanê - Çeteyekî ji koma bi navê El-Hemze ya girdayî dewleta tirk li gundê Cewêq ê girêdayî herêma Efrînê destdirêjî zarokeke 13'e salî kir. Kiryarên bi vî rengkî rojane li tevahî herêmên dagirkirî pêk tên ku herî zêde jî jin û zarok rast tên. 

Li dijî vê bûyerê Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara Merdiya Ismayîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li kiryarên li heremên dagirkirî li dijî jin û zarokan tên kirin hat kişandin û hat gotin ku ji van sûcan raste rast dewleta Tirk berpirsiyar e. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Berdewamkirina kiryarên bi vî rengî asta hovîtî û binpêkirinên çeteyên dewleta tirk nîşan dide. Ji lewre em weke Rêxstina Sara, sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tên bi tundî şermezar dikin û bang li rêxistinên parastina mafên jin, zarok û mirovan dikin ku dawî li vê rewşê were anîn.”

‘5 sal in li Efrînê bûyerên bi vê rengê tê jiyîn’

Endama koordînasyona Rêxistina Sara Helîma Osman wiha nêrîna xwe anî ziman: "Bûyera ku li herêma Efrînê qewimiye em wek Rêxistina Sara şermezar dikin. Em destpêkê dewletên navneteweyî şermezar dikin ji ber ku bû 5 sal li Efrînê bûyerên bi vî rengî rojane pêk tên lê tevî van kiryaran bêdeng in derfet dan dewleta tirk bi rehetî her tiştî bike. Rojane keçên me li herêmên dagirkirî rastî destdirêjiyê tên, tên firotin û qetilkirin her kes bêdeng me ye li hemberî hovîtiya dewleta tirk, ev bêdengî diyar dike ku destên her kesî tê de heye."