Ji TAJÊ bang: Jenosîdê qebûl bikin, DAIŞ’ê û şirîkê wî darizînin

TAJÊ der barê biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo darizandina DAIŞ’yan de daxuyaniyek nivîskî weşand û bang kir ku jenosîda li ser civaka Êzidî bê qebûlkirin û DAIŞ’î tevî şirîkên wî werin darizandin.

Şengal - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) der barê biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo darizandina DAIŞ’yan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo tevahî mirovahiyê tehdîd û metirsî ye, hat gotin ku yên herî zêde ji destê DAIŞ’ê êş kişandin û hatin qetilkirin jinên Êzidî bûn û ev bang li hêzên cîhanî hat kirin: “Jenosîdê qebûl bikin xwedî li biryara Rêveberiya Xweser derkeve dadgeheke navneteweyî ava bikin û DAIŞ’yan dadgeh bikin.”

‘Tevahî hêzên mirovî li hemberî vê êrîşê bêdeng man û çavên xwe jê re girtin’

Di berdewamiya daxuyaniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de wiha hate gotin:

“Civaka Êzidî di sedsala 21’ê de qaşo sedsala demokrasiyê ye sedsala mafên mirovan û şaristaniyê ye. Di vê sedsala ku ewqas qaşo her tişt pêşketî ye, bi destên çeteyên DAIŞ’ê û li ber çavên her kesê em Êzidî rastî êrîşeke hovane hatin. Ên ku herî zêde xisar dîtin û hatin pelçiqandin jinên Êzidî bûn. Tevahî hêzên cîhanî ku xwe weke hêzên mirovî bi nav dikirin li hemberî vê êrîşê bêdeng man û çavên xwe jê re girtin. Ên ku bi hewara me ve hatin em ji qirkirinê, ji tunekirin, talan û qedandinê xelas kirin hêzên azadiyê bûn YJA Star-HPG û YPG- YPJ’ê bûn. Di dema DAIŞ’ê bi ser me de girt û hewl da me tune bike hêzên Iraqê û pêşmergeyn em neparastin lê van hêzan em parastin û xwedî li me derketin.

9 sal di ser fermanê ser re derbas bûn. Hê birînên me nehatibûn dermankirin, çarenûsa bi hezaran jin û zarokan nediyar e beşek ji civaka me li koçberiyê ye. Hestiyên şehîdên me di gorên komî de ne. Rojane dewleta Tirk a dagirker êrşî axa me û pêşengên me dike,  ewlekariya welatê me têk dibe, parastina mafên civaka Êzidî parastina tevahî cîhanê ye.

‘Hêzên QSD-YPG-YPJ-YBŞ-YJŞ’ê berxwedaniyeke mezin dan meşandin’

Wekî tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê ji bo tevahî mirovahiyê tehdîd û metirsîdar in, belayekî hêzên hegemon bûn. Hêzên QSD-YPG-YPJ-YBŞ-YJŞ’ê li hemberî vê hêza qirêj û metirsîdar şerekî bi rûmet û berxwedaniyeke mezin dan meşandin. Cîhan ji hêza tarî û qirêj a DAIŞ’ê xelas kirin. Lê hê jî fikir û bîrdoziya DAIŞ’ê neqediyaye. Lê îro bi bi deh hezaran girtiyên DAIŞ’ê yên li zindanên QSD’ê kampa holê ya li rojavayê Kurdistanê xwedî wê bîrdoziyê ne. Girtiyên DAIŞ’ê bi hezaran hene lê welatên wan xwedî li wan dernakevin. Hêzên navneteweyî ji bo xetera wan bi dawî bibe tu rolekî nalîzin. Ji ber wê xeteriya DAIŞ’ê ya ku careke din li herêmê belav bibe hê jî heye.

‘Dewleta Tirk piştevaniya DAIŞ’ê kir’

DAIŞ rêxistineke terorîst e pêwîst e endamên wê wekî endamên rêxistinê werin dadgehkirin ne weke însanên takekes, şexsî ku kêmanî kirine. Her wiha gelek dewlet hebûn ku piştevaniya DAIŞ’ê kirin û ji endamên DAIŞ’ê re dibûn pir da ku tevlî vê hêza terorîst bibin. Yek ji wan dewletan jî dewleta Tirk a dagirker ku bi serkêşiya AKP- MHP’ê bû.

‘Biryara wan jenosîdê dê tenê li ser qaxazê bimîne’

Bi dehan caran me weke civaka Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî ku êşa herî mezin ser destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê dît bang li hêzên navneteweyî kir ku êrîşa ku civaka Êzidî rastî hatiye weke jenosîd qebûl bike. Lê ew dewletên ku jenosîdê qebûl kirine pêwîst e dadgehkirina DAIŞ’ê fermî qebûl bikin û tevli biryara rêveberiya xweser bibin ji bo dadgehkirina DAIŞ’yan. Derveyî wê biryara wan jenosîdê wê tenê li ser qaxazê bimîne.

‘Divê hêzên piştgiriya DAIŞ’ê kirine bên cezakirin’

Em weke jinên Êzidî bang li tevahî hêzên cîhanî dikin bi taybetî dewletên ku jenosîdê qebûl kirin xwedî li biryara rêveberiya xweser derkeve dadgeheke navneteweyî ava bikin û DAIŞ’yan dadgeh bikin. Divê li gorî kiryarên wan û her wiha hêzên ku piştgiriya DAIŞ’ê kirine hesab ji wan bê xwestin û cezayê heq kirine bigrin di serî de dewleta Tirk.”