MKGP'ê rapora binpêkirina mafan eşkere kir

Li gor rapora MKGP'ê li Tirkiyeyê di 3 mehan de 25 rojnameger hatine darizandin, derbarê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, 14 rojnameger hatine binçavkirin, 2 rojnameger hatine girtin û rojnamegerek jî hatiye cezakirin.

Navenda Nûçeyan - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin a sê mehan a Nîsan, Gulan û Hezîranê eşkere kir. MKGP'ê diyar kir ku rojnamegerên jin di meha ewil a sala 2023'yan de bi zext, binçavkirin, şîdet û girtinan re rû bi rû mane û destnîşan kir ku jinên rojnameger tevî hemû zextan jî ji bo karê xwe pêk bînin têdikoşin.

'Ji heqîqetê gav paşve navêtin'

Di raporê de wiha hat gotin: “Wekî her dem di vê pêvajoyê de jî tundiya mêr-dewletê di rêza herî pêş de bû, di hawirdorek wiha de jinên rojnameger karê xwe pêk anîn û keda xwe berdewam kirin. Tevî ku hewl hat dayîn rojnamegerên jin bên astengkirin jî ji heqîqeta ku dişopînin gav paşve neavêtin. Jinên rojnameger di 6 mehên ewil ên sala 2023'yan de li qadan bi polîtîkayên zayendperest û dijminatiya jinê dikin rû bi rû man” û balkişandin li ser di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de tundî li jinên rojnameger hatin kirin. Di raporê de girtina Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firat Dîcle Muftuoglu ya di 3'ê Gulanê de jî hat bibîrxistin.

25 rojnameger hatin darizandin

Di raporê de hat diyarkirin ku hewl tê dayîn bi qanûna dezenformasyonê rojnameger bên bêdengkirin û azadiya rojnamegeran a rojnamegeriyê bê tepisandin û hat gotin ku di 3 mehên dawî de 25 rojnameger hatine darizandin. Her wiha di heman demê de der barê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, 14 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin û rojnamegerek jî hat cezakirin. Li gorî raporê herî kêm 13 rojnamegerên jin di girtîgehên cuda de tên girtin.

'Bila demildest bên berdan’

Di rapora ku hat gotin "Em wek Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, dixwazin hemû rojnamegerên li vî welatî bi awayekî azad pîşeya xwe ya rojnamegeriyê bikin û hemû hevalên me yên ku bi awayekî neheq di girtîgehê de ne demildest bên berdan" de navên rojnamegerên girtî jî wiha hat rêzkirin:

* Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê

* Dîcle Muftuoglu – Hevseroka DFG’ê

* Dîlan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat

* Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karên Nivîsê ya Kovara Yuruyuş

* Elîf Ungur – Pêşkêşvana bernameyan

* Hatîce Duman – Mudura Karên Nivîsê û xwediya Rojnameya Atilimê

* Nadiye Gurbuz - Edîtora ETHA’yê

* Neşe Toprak - Pêşkêşvana bernameyan

* Ozlem Seyhan – Rojnameger

* Remziye Temel- Hesabgir

* Sîbel Mustafaoglu – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat

* Tulay Canpolat – Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyêx

* Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê”