Rêveberiya Filistinê biryar da ku têkiliyên bi Îsraîlê re qût bike

Êrîşên hewayî û serdegirtina hêzên Îsrailê ya li ser bajarê Cenîn a Filistinê ket roja dûyemîn. Rêveberiya Filistînê li dijî êrişên li ser bajarê Cenînê biryar da ku hemû têkilî û peywendiyên xwe bi Tel Aviv re qut bike.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê li bajarê Cenîn a li Şerîaya Rojhilat a di bin dagirkeriyê de bi fuzeyê êriş bi ser malekî Filistiniyan. Piştî êrîşa hewayî artêşa Îsrailê bi hevkariya makineyên kar kampa penaberan a Cenîne dorpêç kir û ser malan de girtin.

Hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 9 

Êrîşên hewayî û serdegirtina hêzên Îsrailê yê li ser bajarê Cenînê ket roja dûyemîn. Hêjmara Filistiniyên jiyana xwe ji dest dane giha 9’an, 20 jê giran 100 kes birindar bûn. Hat zanîn ku li bajarê Cenînê dorpêç û êrîş berdewam dike. Berdevkê serokê dewleta Filistînê Nebil Ebu Rudeyne, piştî êrîşan di civîna awarte ya li Ramallah di bin serokatiya serokê dewletê Mahêud Abbas de hat li darxistin de daxuyaniyek nivîskî hat dayîn. 

Biryara qutkirina hevdîtin û peyewendiyan hat girtin

Di daxuyaniyê de wiha hate hat gotin: “Rêveberiya Filistînê weke bersîva êrîşên li dijî bajarê Cenînê biryar da ku hemû têkilî û peywendiyên bi aliyên Îsrailê re, berdamiya rawestandina koordinasyona ewlehiyê bigre.” Da zanîn ku berê jî li bajarên Şeyh- Şarm eş yê Urdun Akabe  û Misir çalakiyên hatin kirin de mutabeqeya ku bi Îsrailê re êdî wê ne derbasdar be.

Li ser Îsraîlê daxwaza sepanê

Serokê Filistînê Mahmûd Abbas di civîna ku hat lidarxistin de behsa gavên lezgîn ên piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarê Cenînê hat kirin de axivî. Mahmud Abbas bertek nîşanî êrîşên Îsrailê da û got: “Di civaka navnetewî de divê ewlehiya navnetewî ya gelê me pêk were, em cardin daxwaza xwe ya pêkanîna sepanê ya li ser dewleta dagirker nû dikin.”

Ji bo gelê Filistînê banga berxwedanê

Mahmud Abbasî banga civîna awarte ji bo metirsiya rewşê li sekreterê giştî yê komên têkoşîna Filistînê kir û bang kir ku gelê Filistinê bi biryar li ber xwe bidin û ji bo xak û cihên xwe yên pîroz biparêzin bibin yek ref. Mahmud Abbasî derstnîşan kir ku ew ferman daye mekanîzmayên parastinê û hikûmetê ku ‘Ji bo bihêzkirina berxwedanê ya hemwelatiyên Filistinê her tiştê ji bo wargeha penaberan û bajarê Cenînê pêk bînin’ û da zanîn ku  weke bertekên li dijî êrîşên Îsrailê yê li dijî Cenînê wê biryarên nû bigrin.

NY’ê êrîşê şermezar nekir

Alîkarê berdevkê Natewên Yekgirtî (NY) Ferhan Haq di civîna rojane ya çepemeniyê de bersîva pirsên êrîşên Îsraîl ser Cenînê da. Li ser pirsa êrîşa hewayî ya bê mirov NY şermezar kiriye yan şermezar nake Farhan Haq wiha got: “Li herêmên ku nifusê wê zêde ye êrîşên bi çek nayê qebûlkirin. Me ev yek gelek caran anî ziman. Em dixwazin hemû êrîşên li herêmên bi cihbûnê werin sekinandin.” Ferhan Haq li rûxmê pirsên bi israr êrîş şermezar nekir.

Farhan Haq da zanîn ku divê hemû alî rêz li hiqûqa navnetewî ya mirovan bigrin û wiha got: “Îsraîl xwedî maf e ku ji bo ewlehiyê oparasyonan pêkbîne, lê belê divê bêyî ku windahiyek ya sivîlan çêbibe û ziyanê negihîne bingehên sivilan divê were pêkanîn.” Farhan Haq li ser pirsa ku gelo mafê gelê Filistinê yê xwe parastinê heye an ne wiha got: “Mafê hemû gelan ê xwe parastinê heye. Em tenê dixwazin li sahê rakêşanên heyî kêm bikin.” Ferhan Haq li ser pirsa ‘NY’ê mirinên Îsrailiyan şermezar kir, çima êrîşa Cenînê şermezar nekir?’ jî îşaret bi wê yekê kir ku di heftiyên berê de Sekreterê giştî yê NY’ê Antonio Guterres di daxuyaniya nivîskî de hemû cûrên tundî şermezar kiribû.