Sepîdeh Qalîan: Na raye ne jî meşrûiyeta dadgehên Îranê heye

Sepîdeh Qalîan, a li girtîgeha Evînê, li ser giliyê pêşkêşvan Amenesadat Zabihpour dê îfade bide. Sepîdeh Qalîan bi gotinên; “Ne raye, ne jî meşrûbûna dadgehên Îranê heye” got ku ew ê dernekeve pêşberî dadgehê.

Navenda Nûçeyan - Ji aktîvîsta sivîl û girtiya siyasî ya li girtîgeha Evînê Sepîdeh Qalian, li ser giliyê pêşkêşvanê bernameyê Amenesadat Zabihpour hat xwestin ku li dadgehê îfade bide.

Birayê Sepideh Qalian, Mehdî Qalîan, ji ser hesabê xwe yê Instagramê parvekirina; “Xwişka min Sepîdeh Qalîan diyar kir ku ew ê dernekeve dadgehê. Kesê bi navê Amenesadat Zabihpour, bi hinceta ‘li ser torên dîjîtal weşandina nûçeyên derew’, ‘Propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê’ der barê xwişka min Sepîdeh Qalîan de gilî kiriye. Divê roja Çarşemê li edliyeya Tahran Kechuiyê îfade bide.”

‘Ez ê neçim vê dadgeha xerîb’

Bal hat kişandin ku têkildarî giliya ku nû hatiye kirin Sepîdeh Qalîan berê li Dadgeha Şoreşê hatiye darizandin û ceza girtiye. Têkildarî mijarê Sepîdeh Qalîan, nameyek nivîsand û wiha got: "Têkildarî sûcdariyên ku hatine kirin dozeke din jî heye. Berê ji aliyê şaxa 24 a Dadgeha Şoreşê ve ji bo îfadeyê bangî min kirin. Daraza komara îslamê ya ku li dadgehan di nava çend deqeyan de çend kesan mehkûmê îdamê dike, li gorî qenaeta min ne raye ne jî meşrûiyeta wê heye. Ji ber vê yekê ez dernekevim pêşberî vê dadgeha xerîb.”

Roja ku tehliye bûbû hatibû girtin

Aktivîsta mafên mirovan ji ber ku li Îranê destek dabû berxwedana karkeran hatibû girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Sepîdeh Qalîan di roja ku tehliye bûbû li pêşiya girtîgeha Evînê egala bi zorê ji serê xwe hildabû û dirûşmên “Xamaney ey mirovê zalim em ê te bixin binê erdê” ketibû rojevê û bi ji gelek aliyan destek dîtibû. Sepîdeh Qalîan, ji ber dirûşmên ku avêtibû roja ku tehliye bûbû careke din hatibû girtin.

Pêşkêşvan deşîfre kiribû

Sepîdeh Qalîan, di dawiya Sibata 2018'an de di nîşeya ku li ser medyaya dîjîtal weşandibû de diyar kiribû pêşkêşvanê bernameyê yê televîzyona 203 Amenesadat Zabihpour der barê wê de bi fermî gilî kiriye. Sepîdeh Qalîan, bal kişandibû ser rola Amenesadat Zabihpour, nûçegihan û pêşkêşvanên televîzyonê yên dewleta Îranê yên li dijî muxalifan.