KCDP: Di meha Hezîranê de 22 jin hatin qetilkirin

Li gorîrapora Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Hezîranê de 22 jin hatin qetilkirin, 27 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên xwe yên tundiya mêran a meha Hezîranê parve kir. Li gorî raporê; mêran di meha Hezîranê de 22 jin qetilkitin, 27 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

6 jin ji ber ku xwestin der barê jiyana xwe de biryar bidin hatin qetilkirin

Di raporê de hate diyarkirin ku 6 jê ji 22 jinan ji ber der barê jiyana xwe de biryarên weke xwestine hev berdin, redkirina li hev kirine, redkirina zewacê û têkiliyan dixwazin hatine qetilkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku 2 jê jin bi hinceta aborî û 1 jî bi hinceta girtina rayeya zaroka xwe hat qetilkirin, nehate tespîtkirin ku 13 jin jî bi kijan hincetê hatin qetilkirin.

'Ji sedî 41'ê jinan ji aliyê hevjinên xwe ve hatin qetilkirin'

Di raporê de hat gotin, “Ne diyarkirina 13 jin bi kijan hincetê hatine qetilkirin, di encama tundiya li ser jinan û nexuyakirina cînayetên jinan e. Heta ku neyê diyarkirin jin ji aliyê kê ve û çima hatine qetilkirin, darizandineke adil neyê kirin, gumanbar, bersûc û kujer bi cezayên bandor negrin û tedbîrên pêşîgirtinê neyên girtin, dê tundî bi şewê guhertinê berdewam bike.” Li gorî raporê; Di meha Hezîranê de ji sedî 41ê jinan ji aliyê mêrê xwe yê zewicandî ve hatine qetilkirin. Ji sedî 55’ê jinan li mala xwe û ji sedî 55’ê van jî bi çekê hatin qetilkirin.

'Di mirinên bi guman de zêdebûnek cidî heye'

Di raporê de têkilari mirinên bi guman ev nirxandin hat kirin: “Wekî ku me di raporên xwe de diyar dikin ev demek e, di hejmara mirinên bi awayekî guman ên jinan de ku wek xwekuştin an mirina xwezayî tên dîtin li gel pêvajoya şewbê zêdebûneke gelekî cidî tê dîtin. Cinayetên jinan ên bi awayekî guman, mixabin ji cînayetên jinan jî dijwartir e. Divê bê eşkerekirin ka jin hatine kuştin an ne, bi rastî jî bi qezayê mirin an ne, jin li ser bingeha zayeniya civakî hatin qetilkirin an ne (cînayeta jinane an ne) întîxar kirine an ne, an jî berbi întîxarê hatine xiriqandin an ne.”